www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

16.05.2003 - 01:46


Mihemed Şêxo û Fatma Meleka (Diya Felek)
(wêne: Nûdem)
"Diya Felek" li Hisiçayê kete zindanê

QAMIŞLO (amude.com) - Çarşema borî, xanima hunermendê rehmetî Mihemed Şêxo ya berê, Fatma Meleka (Diya Felek), li Hisiçayê rojekê kete zindanê dema ku xwest rûniştina xwe ya li Sûriyeyê dirêj bike. Ew niha di nexweşxaneya Qamişloyê de dimîne û divê şemiyê dîsa biçe Hisiçayê cem polîsan.

Li gor agahiyên ku gihan amude.com, xanima Fatma dixwest li Hisiçayê rûniştina xwe ya li Sûriyeyê dirêj bike. Ew bi xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye û nasnameya îranî pê re heye. Ji dema ku bi rehemtiyê Mihemed Şêxo re hate Qamişloyê, wê rûniştina Sûriyeyê wergirt. Pêwîst e ku piştî demekê ev rûniştin bê dirêj kirin da ku bikaribe li Sûriyeyê bimîne.

Piştî ku xanim Fatma ji zindanê hate berdan, ew yekser kete nexweşxaneya Qamişloyê. Polîsên Hisiçayê jê xwestin ku ew şemiyê dîsa here cem wan da ku binerin dê çi bikin.

Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]