17.12.2002 - 23:43
Helbestvana kurd Diya Ciwan şevbuhêrkek helbestê li navenda çanda rûsî
li Şamê li dar xist
Diya Ciwan
|
Rustem Hemze - Şam
rustem@amude.com
ŞAM (amude.com) -
Doh, 16ê vê mehê, helbestvana kurd Diya Ciwan di gel helbestvanê
felestînî Ewed Se'ûd Ewed şevbuhêrkek helbestê li "navenda çanda rûsî"
li Şamê li dar xist. Diya Ciwan komek ji helbestên xwe yên wergerandî
bi zimanê erebî xwendin.
Diya Ciwan dixwest helbestên xwe bi zimanê kurdî bixwîne, lê birêvebirên
"navenda çanda rûsî" delîve ne dan, û ji ber vê yekê Diya Ciwan 15 helbestên xwe yên
netewî bi zimanê erebî, ji wegera Şêx T. Huseynî, xwendin.
Diya Ciwan helbestvaneke kurd e, niha li bajarê Şamê dijî, û helbestê bi zimanê kurdî
dinivîsîne. Ta niha sê pirtûkên wê bi zimanê kurdî çap û belav bûne:
(Pêlek ji derya kovanên min, helbest, Şam 1992 - Bazbend, çîrok, Şam - Rondikên Ziwa,
helbest, weşanxaneya Sipîrêz, Duhok), û ev her sê berhem ji aliyê wergênerê navdar
Şêx Tewfîq Huseynî hatine wegerandin bo zimanê erebî. Pirtûka Diya Ciwan a dawî
"Mewcetom mîn behrî ehzanî" (pêlek ji derya xemgîniyên min) berî demekê de li
Şamê hate çap kirin.
- Rondikên Ziwa (Spirez.com)
|
|