19.03.2003 - 22:35
Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Elmaniyayê:
Ger Tirk Kurdistanê dagîr bikin, armancên Emêrîkayê pêk nayên!
Sîrwan Hecî Berko - Dortmund
BERLÎN (amude.com) - Îro êvarî, demjimêr 20.30,
di kenala nûçeyan a elmanî N-TV de, nûnerê Hikûmeta
Herêma Kurdistanê li Elmaniyayê Dilşad Barzanî
bibû mêvanê programa xanim Sanda Maischbwerger a bi navê
"Maischberger".

Dilşad Barzanî (Wêne: S.H.Berko)
|

Dilşad Barzanî û Sandra Maischberger (Wêne: S.H.Berko)
|
Di vê programê de, xanim Maischberger pirsên derbarî
şerê li dijî Iraqê û rola Kurdan tê de
ji mêvanê xwe kirin. Herwiha wê ji Dilşd Barzanî
çend pirs li ser Kurdan û rewşa wan li Başûrê
Kurdistanê kirin.
Malpera Amûdê li programê temaşe kir û bi kurtî
bersivên Dilşad Barzanî bi kurdî pêşkêş dike:
- Ji zû de em di nav şer de ne û rewşa miletê
Iraqê pir xerab e. Ji ber vê yekê em bi şerê li dijî
rêcîma Sedam in. Baştir e ku niha şer pêk were
û ne piştî deh-pazdeh salan.
- Rewşa me Kurdan ji sala 1992an ve pir baştir bûye ji berê.
Ne em tenê vê yekê dibêjin, hemû kesên ku
hatine Kurdistanê û bi çavê xwe dîtine, vê yekê isbat dikin.
Sîstêma partiyan li cem me pir baş e
li Kurdistanê rojnamevanî azad e. Modêla me ya demokrasiyê
bi ser ketiye. Em nikarin wê bikin wek demokrasiya Ewropayê,
lê cîranên me dikarin li me temaşe bikin û ji modêla me fêr bibin.
- Em bixêrhatina Tirkan li Kurdistanê wek cîran û heval
dikin, lê em wan wek dagîrker qebûl nakin!
Sedemên ku Tirkiyê diyar dike bo dagîrkirina Kurdistanê,
ne rast in. Gelê kurd dagîrkerên tirk qebûl nake.
Tirk dikarin bêne Kurdistanê, lê tenê ku di bin ala
Emêrîkayê de bin, ne bi serê xwe. Eger Tirk bikevin Kurdistanê
dê tevliheviyek pir mezin li tevaya herêm çêbibe.
Eger Tirk bi serê xwe axa Kurdistanê dagîr bikin, armancên
Emêrîkayê pêk nayên. Me di danûstandinên xwe
bi Emêrîkayê re ev yek gelek caran ji wan re eşkere kir. Me baş hayê
wan ji van meselan anî.
- Herêma Kurdistanê ne Afxanistan e. Kes nikare me û
Hevbendiya-Bakur li Efxanistanê bike wek hev. Ew tenê grûp bûn
û em hikûmet in.
- Kesê ku dibêje Rojhilata Navîn dê di
paşerojê de bibe herêmek demokratî, ew xewnan dibîne.
- Em bangî Elmaniyayê dikin ku nehêlin Tirkiyê bikevin
Kurdistanê. Ger Tirk bi serê xwe têkevin Kurdistanê,
Kurdên li Elmaniya û Ewropayê dê bi yekdengî
derkevin kolanan û protesto bikin.
Ti garantî tune ye û em nikarin garantiyê bidin ku
Kurdên li Ewropa tiştekî nekin. Kesek nikare wan kontrol bike!
|
|