 |
 |
06.11.2003 - 16:34
"Ger xewn be, bila ne qede; ne xewn be, bila wiha bimîne"
AMED (dîha/amude.com) - Ji Başûrê-Rojavayî Kurdistanê 4 nivîskar û rewşenbîr
beşdarî çalakiyên 'Rojên wêjeyê' li Amedê
bûne. Lêkolîner û zimannas Deham Ebdilfetah ji Amûdê,
çîroknivîs Pîr Rustem û helbestvan Salih Bozan
ji Efrinê û helbestvan Fethullah Huseynî ji Dirbêsiyê
ji Binxetê çûne Amedê. Peyamnêrên DÎHA li
Amedê bi Deham Ebdilfetah û Pîr Rustem re hevdîtin
pêk anîn û ji wan pirsa nerînên wan kirin:
 Deham Ebdilfetah (DÎHA)
|
Zimanzan Deham Ebdilfetah (Ji Amûdê):
"Ez dibêjim, heke ku yekî ji min tiştek bixwesta,
bigota tu çi dixwazî, min nedizanî ku hêviyek bi vî rengî bikira.
Nemaze ku em li Amedê ne, li paytaxta hêviyên me yên ku hezarsalî beravêtîne.
Bi hezar salane, me hêviyên xwe diavêtin Amedê. Îro her wêjenas, hunermend,
nivîskarên kurdan hatine ba hev, îro şirove û nirxandinan dikin,
eva pêngaveke pîroz e. Divê ne cara dawî be. Hêviya min ev e, ku piştî vê bernameyê
em komîteyan amade bikin, em programa bernameyên xwe derxin ji şeş mehan ji
salê careke em bên ba hev û xebatên xwe binirxînin.
Ziman hebûn û nebûna miletekî ye. Dema ku dagîrkerek bixwaze miletekî xilas bike,
wê gavê dest diavêje zimanê wî gelî û ziman qedexe dike. Çima? Ji ber ku
mejî bi ziman têgihandin, û dema ku ew ziman jî tê qedexe kirin, wê gavê hebûna wî
gelî têk diçe. Hebûna me zimanê me ye. Mirov encax dikare xwe bi zimanê
xwe biparêze. Tiştek din jî heye, ku nifşên nû bala min kişandin. Gelek kesên ciwan
tên û tiştan dipirsin, ev hêviyek mezin dide me."
 Pîr Rustem (DÎHA)
|
Çîroknivîs Pîr Rustem (Efrîn):
"Wekî ku her kesî got, ez jî dibêjim wekî xewnekê ye. Rewşenbîrên ji çar perçeyan
li vir civiyane. Eger ku xewnek be, em qet ji vê xewnê hişyar nebin.
Ger ku nexewn be jî, em ji navê dernekevin. Lê ne xewn e. Ji sedî sed tiştekî
dîrokî ye. Ez di vê baweriyê de me, ku dê salên pêşiyê li Silêmaniyê, Mahabadê,
Qamîşloyê be, li Efrînê be. Ne tenê li Amedê, dê li çar aliyên Kurdistanê
ev bername pêk bên. Tiştên ku îro pêk hatiye, gelek kêmasiyên me derxistin holê.
Lê divê ev kêmasî baş bêne nirxandin. Ango ger ku salek dinê jî heman pirsgrêk
û kêmasî bikevin rojeva me, nabe. Dîsa me berhem û axaftina xwe bi awayekî nivîskî
ragihandin. Divê me qedr û qîmetek bidana vê konferansê."
|
 |
 |