www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

02.03.2003 - 10:05

Kurdên Binxetê Tirkiyê protesto dikin

QAMIŞLO/BERLÎN/STOCKHOLM/AMESTERDAM (amude.com) - Nivîskar, helbestvan, rojnamevan, kesayetî û rewşenbîrên kurd ên Başûrê Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de pilanên Tirkiyê ne yên dagîrkirina Başûrê Kurdistanê protesto dikin. Nivîsa daxuyaniyê ev e:

Daxuyanî

Em nivîskar, helbestvan, rojnamevan, kesayetî û rewşenbîrên kurd ên Başûrê Rojavayê Kurdistanê li dijî pilanên Tirkiyê ne yên dagîrkirina Başûrê Kurdistanê, û em vê kiryarê protesto dikin.
Bila Tirkiye xweş zanibe ku ew qet nikare bi weha kîn û zikreşî azadiya mirovên kurd di welatê wî de biperçiqîne.

Em bi vê duxyaniya xwe re bangî hemû Kurdan dikin ko bergiriya guvên Tirkiyê bikin û nehêlin ku dîrok dîsa careke dî xwe dubare bike.

Bila vê carê em qedera xwe di nav destê xelkê de bernedin.


Konê Reş, Deham Ebdilfetah, Rezoyê Osê, Ehmedê Huseynî, Ibrahim Yûsif, Dilgeş Merî, Rûxwşe Zivar, Ferhan Merî, Derwêşê Dewrêş, Dildarê Mîdî, Ferhadê Içmo, Pîr Rustem, Awaz Kalo, Can Bapîr, Bêwar Ibrahîm, Fewaz Ebdê, Ferhad Ehmê, Sîrwan Hecî Berko, Tengezar Marînî, Tariq Hemo, Hîm Mela Ehmed, Azad Beşar, Qado Şêrîn, Rodî Yezîdî, Hefîz Ebdirehman, Ehmed Heyder, Welîd Hiznî, Ebdilhelîm Mela Mihemed, Cankurd, Yûnis Bahram, Mizgîn Gemo, Selîm Biçûk, Nezîr Palo, Hisên Ehmed, Ismaîl Kusa, Helîm Yûsiv

Kurdistan, Elmaniya, Swêd, Holenda
02.03.2003
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]