www.amude.com - navenda çanda kurdî


12.10.2003 - 18:51

Rojnamegerên Êlîhî Ciwan Haco xelat kirin


Ciwan Haco li Êlihê (dîha)
ÊLIH (dîha/amude.com) - Derbarî pêşbaziya nûçe û fotografan, a ku ji hêla Kemeleya Rojnameger û Weşangerên Êlihê (BGYC) ve hatibû li darxis tin, hunermend Ciwan Haco doh di mersîma xelatkirinê de "Xalata Rûmetê" ji aliyê BGYC wergirt. Haco ji bo pêkanîna konsêrekê çûye Êlihê.

. Xelatên kesên ku di pêşbaziya nûçe û fotografan a Komeleya Rojnameger û Weşangeran de ketibûne dereceyê, doh li mala mêvanan a Êlihê bi merasimekê hatin dayîn. Şaredarê Êlihê Huseyîn Kalkan, hunermend Ciwan Haco û Serokê Baroya Êlihê Zekeriya Aydin jî beşdarî merasîmê bûn.

Hunermendê navdar Ciwan Haco, ku piştî 23 salan yekem car çûye Tirkiyeyê û dê li Êlihê konserekê bide, "Xeleta Rûmetê" wergirt. Xelata Ciwan Haco ji hêla Şaredarê Êlihê Huseyîn Kalkan ve hate dayîn. Ciwan Haco di dema wergirtina xelatê de axaftinek kin kir û wiha got: "Mehrecan baş derbas dibe. Hûn layikê mehrecanên baştir in. Ez we pîroz dikim. Ez hêvîdar im dê gelê kurd mafê xwe yê ziman û çandî bidest bixe." Haco di axaftina xwe de diyar kir, ku ew xwe wekî ku xewnekê dibîne hîs dike û ji çûna welêt pir kêfxweş e.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]