www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

18.11.2002

Hevdîtina nivîskarên kurd û alman

DRESDEN/ALMANYA (amude.com) - Ji 22-24.11.2002an, li bajarê Dresden/Almanya nivîskarên alman û yên kurd ji her çar perçeyên Kurdistan hevdîtineke wêjeyî pêk tînin. Mijara hevdîtinê "hilanîna bend û astengiyan di navbera gelan de, û hevnasîn û pêkanîna aştiyê" ye.


Civîna PENa kurd a dawî (wêne: Salihê Kevirbirî)
Birêvebirên vê hevdîtinê "Navenda PENa Kurd" û sê şaxên nivîskarên almanî ne, "Förderkreis für Literatur in Sachsen e. V. in Dresden", "Unabhängiger Schriftstellerverein e. V. in Dresden" û "Verband der Schriftsteller OWL (Ostwestfalen-Lippe), Bielefeld".

Li gor agahiyên ji "Navenda PENa Kurd", armanca hevdîtinê ew e ku "nivîskarên ji çandên têvel û cawaz berhemên xwe pêşkêş bikin."

Herweha ev hevdîtin ji bona nivîskarên ku li welat dijîn û ewên ku ji ber sedemên zordestiyê neçar in li derveyî welat bijîn û binivîsînin, bibe rê û derfet.
"Vekirina platformeyekê bo nivîskaran bo hevdunasînê û bihevguhertinên bîr û baweriyên xwe û nirxên wêjeyî û çandî yên alman û kurdan", armnacek din e ji armancên vê hevdîtinê.

Di hevdîtinê de hatiye plan kirin ku gengeşî, dan û standin di navbera beşdaran de pêk bê û bi hev re bajar û herêma Dresdenê nas bikin.

Hevdîtin li "Ballhaus Watzke, Kötzschenbroder Str. 1, 01139 Dresden" pêk tê.
Destpêka wê roja 22ê mehê ye, demjimêr 19:00.
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]