 |
 |
03.08.2003 - 15:29
Li Berlînê civîneke çapemeniyê li ser guhertinên nû
li Sûryayê
BERLÎN (amude.com) - Komeleya Kurdên ji Sûryayê li Berlin-Brandenburg û
Komeleya Pijîşkên Kurd li Elmanyayê dê roja çarşema
06.08an civîneke çapemeniyê li Berlînê derbarî
rewşa Kurdên Binxetê û guhertinên
nû li Sûryayê li dar xînin.

Beha Mihemed (wêne: S.H.Berko)
|
Serokê Komeleya Kurdên ji Sûryayê li Berlin-Brandenburg
Beha Mihemed ragihand malpera Amûdê, ku ew di vê civînê de
dixwazin medyaya elmanî û ya biyanî agahdarî guhertinên dawî
yên li Sûryayê bikin. Herweha ew ê bi berfirehî li ser
çalakiyên Kurdan ên protesoyê li Sûryayê
biaxifin û rewşa Kurdên Binxetê ji rojnamevanan re
diyar bikin.
Di vê civînê de, dê sê rapor bêne xwendin, ew jî ev in:
- Ferhad Ehmê: Derbasbûna hêzên emerîkî bo Iraqê: Hêviyên nû ji bo Kurdên Sûryayê
hene? Kurd dê bi çalakiyên protestoyê yên din rabin?
- Eva Savelsberg: Rewşa Kurdên bêhemwelatî li Sûryayê
- Şukrî Şêxmûs: Partiya Bees li Sûryayê
Xanim Narîn Kîkî dê bi birêvebiriya civînê
rabe.
Civîn roja çarşemê, demjimêr 11.00 ta 12.30an,
li Rathaus Charlottenburg (BVV-Saal), Otto-Suhr-Allee 100, Berlîn,
li dar dikeve.
Bo têkiliyan:
Beha Mihemed: tel: 0171-9500255
|
 |
 |