 |
 |
11.07.2003 - 20:46
Rewşenbîrên kurd li Dihokê Doskî û Osman
bi bîr anîn

Diyar Doskî
|
DIHOK (amude.com) - Doh, Yekîtiya Nivîskarên Kurd
bi hevkariya Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistan/Dihok
û dezgehê Xanî yê ragihandinê
korekî rêzgirtinê ji bo
nivîskarên kurd Emîne osman û Diyar
Doskî li bexçeyê yekîtiya
nivîskaran li Dihokê li dar xistin. Hejmareke mezin ji rewşenbîr
û dostên herdu nivîskaran beşdar bûn.
Di destpêkê de, Hesen Silêvanî, serokê
Yekîtiya Nivîskarên Kurd/Dihok, peyva yekîtiyê
pêşkêş kir.
Piştre Fehîm Ebdila peyva dezgeha Xanî xwend.
Di pey wî re, Ismaîl Badî, serokê
Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistan/Dihok
gotina sendîqê pêşkêş kir.
Piştî axaftinan, Mihemed Ebdela, sekretêrê kovara Peyv,
jiyan û berhemên Emîne Osman û Diyar Doskî
pêşkêş kirin. Herweha helbesteke Konê Reş, ku
diyarî kiribû ji bo canê Doskî, ji aliyê
helbestvan Arif Hîto hate xwendin.
Piştre, komek ji birûsk û nameyan hatine xwendin:
Perlemanê Kurdistanê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd/Hewlêr,
Nivîskarên Kurd li Sûryayê,Komeleya Nivîskarên Kurd
li Swêdê, Nivîskarên Kurd li Nemsa, Pîr Xidirê Silêman,
Ebdilkerîm Findî û gelekên din.
Ji bo belavkirina nûçeyên wefatkirina herdu nivîskarên,
Yekîtiya Nivîskarên Kurd/Dihok sipasiyeke taybetî
arasteyî malpera Amûdê kir.
|
 |
 |