www.amude.com - navenda çanda kurdî


03.01.2004 - 00:55


Yanaya Cîhad a werzîşî
Yanaya Cîhad a werzîşî 2:2 li gel el-Yeqeze lîst

QAMIŞLO (amude.com) - Di gera şeşan ji zemdora sûrî ya gokê de, doh li bajarê Dêr el-Zorê li Sûryayê yanaya Cîhad ya gokê leystika xwe ya di li gel yana el-Yeqeze kir û tê de herdu bi du golan wekhev derketin. Qezzafî Ismet û Salihê Silêman herdu golên Cîhad avêtin.

Cîhad di herdu caran de pêşî gol avêt, lê el-Yeqeze karîbû piştre golê wekheviyê biavêje. Leystikvan Qezzafî Ismet ji panaltiyê yekemîn golê Cîhad avêt. Duyemîn gol ji aliyê Salihê Silêman ve hate avêtin.

Hêjayî gotinê ye, ku piştî sê leystikên têkçûyî ev duyemîn car e ku Cîhad wekhev li gel yanayeke din dilîze. Ta niha Cîhad di ti leystikê de bi ser neketiye. Bi van encamên nebaş yanaya Cîhad li dawiya rêzên yanayan tê û rêzên yenayên zamdora sûrî bi vî rengê jêrîn e:

1. el-Wehde, 11 xal
2. el-Itîhad, 9 xal
3. Qerdaha, 9 xal
4. el-Mecid, 8 xal
5. Umeya, 8 xal
6. Tişrîn, 8 xal
7. Fitiwê, 8 xal
8. Hitîn, 8 xal
9. Keramê, 7 xal
10. Ceblê, 6 xal
11. Wesbê, 6 xal
12. hurîye 5 xal
13. Ceyş, 5 xal
14. el-Yeqeze, 5 xal
15. Cîhad, 2 xal



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]