www.amude.com - navenda çanda kurdî


26.09.2003 - 18:42

Tirk 'Cejna Zimanê Tirkî' pîroz dikin, lê rewşa zimanê kurdî!

Davut Ozalp - STENBOL (dîha/amude.com) - 26'ê rezberê roja 'Cejna Zimên' li Tirkiyeyê bi merasîmên cur bi cur tê pîroz kirin. Şahiyên 'Cejna Zimên' li Qesra Dolmabahçeyê bi beşdariya Serokomar Ahmed Necdet Sezer dest pê kir. Li aliyê din nivîskar û rewşenbîrên kurd bi boneya roja 'Cejna Zimanê Tirkî' bal kişandin ser rewşa zimanê kurdî.

Îro li Tirkiyeyê 'Cejna Zimanê Tirk' tê pîroz kirin. Di serî de, Serokomar Ahmet Necdet Sezer, Serokwezîr Recep Tayîb Erdogan û gelek giregirên dewletê derbarî ziman de peyam weşandin, axaftin kirin û li ser giringiya zimên sekinîn. Di rojeke ku giringiya zimên tê nîqaş kirin de, zimanzan û nivîskarên kurd jî bal kişandin ser rewşa zimanê kurdî.
Nivîskar û zimanzan Zana Farqînî got, ku çawa Tirk li ser giringiya zimanê tirkî disekinin û ji bo pêşketina zimanê tirkî her tiştî dikin, divê ev qas jî girîngiyê bidin zimanê kurdî.

'Ziman jî wekî mirovan xwedî maf in'


Zana Farqînî
Nivîskar Farqînî da zanîn, ku wekî gelek warên jiyanê, mafên zimanan jî hene. Farqînî got: "Her zimanek xwedî mafekî ye ku ji xwe re rojekê wekî cejn diyar bike û vê rojê jî bi çalakiyên cur bi cur pîroz bike. Ne tenê zimanê tirkî, divê zimanên din jî ji xwe re rojekê diyar bikin. Ziman jî wekî mirov in. Çawa mirov di gelek warên jiyanê de xwedî maf û azadî ne, divê ziman jî di hemû warên jiyanê de xwedî maf û azadî bin. Îro hîn jî zimanê kurdî bi astengiyan re rû bi rû ye. Hin jî perwerdehî û weşana bi kurdî nîne. Divê Tirk bifikirin û ji bo zimanê xwe çi dixwazin, vê yekê ji bo zimanê kurdî jî bixwazin. Ev yek şertekî demokrasiyê ye, şertekî mirovane ye. Divê îro rewşa zimanê kurdî jî li ber çavan bê girtin. Çawa îro cejna zimanê tirkî ye, divê rojek jî roja cejna azadiya zimanê kurdî be."


Sîrwan Hecî Berko
"Divê Kurd bêhtir ji kurdî xwedî derkevin"

Xwediyê Malpera Amûdê Sîrwan Hecî Berko jî diyar kir, ku li gel ku li Bakurê Kurdistanê bi melyonan kurd dijîn jî, Tirk naxwazin rastiya wan bibînin û mafên perwerdehî û weşana bi kurdî bidin Kurdan. Berko da zanîn, ji ber ku Tirk dev ji polîtîkayên xwe yên ji bo holêrakirina zimanê kurdî bernadin, zagonên ku diguherînin jî tenê li ser kaxezê dimînin û di pratîkê de tiştek naguhere. Sîrwan Hecî Berko li ser girîngiya zimanê kurdî sekinî û diyar kir, ku jiholêrakirina zimanê kurdî tê wateya jiholêrakirina gelê kurd û xwest ku her kes li zimanê kurdî xwedî derkeve.


Mem Mîrxan
"Divê dev ji durûtiyê berdin"

Li ser mijarê nivîskar Mem Mîrxan jî got: "Divê rêveberên Tirkiyeyê îro van pirsan li xwe bikin, 'mirov çawa zimanê birayê xwe qedexe dike? Cil û bergên wî, dîroka wî tarî nîşan dide? Navên ku li zarokên xwe dikin, bê 'edep' dibîne?". Divê rêveberên Tirkiyeyê dev ji vî mentiqê xwe yê durû berdin. Ev mantiq li dijî biratiyê ye. Tişteke ku ji mirov şahî be û ji bo birayê mirov jî şîn be, ev durûtî bi xwe ye. Li aliyê din divê Kurd her roj wekî roja cejna zimanê kurdî bibînin û di hemû warên jiyanê de li zimanê xwe xwedî derkevin."


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]