 |
 |
21.10.2003 - 22:13
Silêmanî û Dihokê çalakiyên
rewşenbîrî ji bo sedsaliya Cegerxwîn pêk tînin
 Cegerxwîn
|
SILÊMANÎ/DIHOK (amude.com) - Bi boneya sedemîn salvegera jidayikbûna helbestvan
Cegerxwîn, li Silêmaniyê û Dihokê du
çalakî têne amade kirin. Wezareta kulturê ya hikûmeta
Kurdistanê li Silêmaniyê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Dihok
dê sibe û dusibe helbestvanên kurd ji seranserî Kurdistanê
bigihînin hev û Cegerxwîn bi bîr bînin.
Sibe li Silêmaniyê, rewşenbîrên kurd dê di semînareke
wezareta kulturê ya hikûmeta Kurdistanê li Silêmaniyê li hev bicivin
û li ser ewêje û hunera Cegerxwîn
û rola wî di wêjeya kurdî de biaxivin.
Dusibe, roja pêncşema 23ê mehê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Dihok
festîvaleke helbestê li dar bixe.
Bêtirî 20 helbestvanên ji seranserî Kurdistanê dê
derbarî çalakiya ji bo sedsaliya Cegerxwîn helbestên xwe
pêşkêş kin.
Li gorî agahiyên serokê Yekîtiya Nivîskarên
Kurdistan-Dihok ji bo Malpera Amûdê, hejmareke mezin ji
helbestvanên kurd ji bajarên Amed, Qamîşlo, heleb, Dihok, Silêmanî,
Kerkûk, Musil Hewelêr û yên din bi helbestên xwe
beşdar bibin. Festîval dê dê di salona Kurdistan de
li Hotela Jiyan a li Duhokê pêk were.
|
 |
 |