 |
 |
28.06.2003 - 14:01
Li Qamişloyê zarokên Kurdan Roja Zarokan a Cîhanî
cejn kirin
QAMIŞLO (amude.com) - Li bajarê Qamişloyê, di du êvaran de,
cejna Roja Zarokan a Cîhanî hate cejn kirin. Tevlî astengî û
tunebûna derfetên demokrasî, çend komên folklorî yên kurdî di rojên
24 û 25.06.2003an de di bin şert û mercên dijwar de du aheng ji
zarokên Kurdan re li dar xistin.
Di êvara 24ê mehê de, Koma Xelat li taxeke Qamişloyê bi çalakiyên şevê bi beşdarbûna komek mezin ji zarokên Kurdan rabû.
Di vê ahengê de, çend şanoyên, ku zarok pê radibin, ji temaşevanan re hatin pêşkêş kirin. Herweha hunermenda kurd Itîdal çend stranên zarokan ji gotinên helbestvan Ferhad Îçmo bi dengê xwe ji zarokan re pêşkêş kirin. Di navebera çalakiyan de, çend zarokên jîr û jêhatî hain xelat kirin.
Çend helbestvanan jî, mîna Konê Reş, Ferhad Îçmo, Perîşan û nivîskarê şanogeriyê Ehmed Ismaîl, bi xwendina helbest, hozan û gotinên xwe dilê zarokan geş kirin.
Di ahengeke din de, ku roja 25ê mehê li gundê Tenûriyê (7 km dûrî Qamişloyê) ji aliyê Koma Bûka Baranê hatibû amade kirin, hejmareke mezin ji zarok û dê û bavên wan beşdar bûbûn.
Di vê ahengê de, gelek nivîskarên naskirî, mîna Bavê Nazê, Deham Ebdulfetah, Rezo Osê, Konê Reş, Frehad Îçmo, Bêwar Ibrahîm, Dildarê Mîdî, Derwêşê Derwêş, Fewaz Evdê, Ehmed Ismaîl, Ferhad Seyda beşdar bûbûn.
Ev aheng bi sirûda netewî ya kurdî dest pê kir. Piştre nîdal Derwîş, nûnerekî
Rêxistina Parastina Mafê Mirovan li Sûryayê,
yê ku bi taybetî ji bo ahengê amade bûbû, gotinek li ser Roja Cîhanî ya Zrokan bi tevayî, û ya zarokên Kurdan bi taybetî pêşkêş kir. Di pey re, helbestvanan Ferhadê Içmo û Konê Reş çend helbestên xwe yên zarokan xwendin. Piştî wan, hebestvan û nivîskara kurd Bêwar Ibrahîm axaftinek derbarî fêrkirina zarokan zimanê dê û bavan kir. Di gotina xwe de, Bêwar eşkere kir, ku barê mezin li ser pişta dayika zarokanye. "Dayik dibistanên fêrkirina zarokên xwe ne, û dibistanên mezin mal in", wiha Bêwar Ibrahîm got.
Di vê ahengê de jî, dengbêj Itîdal çend stranên zarokan ji gotinên Ferhad êIçmo pêşkêş kirin. Herweha çend kurteşanoyên bi qehremaniya zarokan hatin pêşkêş kirin.
Berî ku aheng bi dawî bibe, nivîskarên kurd Bavê Nazê, Deham Ebdulfetah û Rezoyê Osê derketin pêş ahengvanan û zarokên, ku di dibistanên xwe de nemreyên pêşî û duduyan di nav heval û hogirên xwe de anîbûn, xelat kirin. Di nav dana xelatan de, Rezoyê Osê mamik û şertokên kurdî davêtin ber wan zarokên jîr.
Di dawiya ahengê de, herdu zarokên hunermend Beha Şêxo stranek apê xwe yê rehmetî Mihemed Şêxo pêşkêşî beşdaran kirin û ahenga cejna Roja Zarokan a Cîhanî bi dawî anîn.
|
 |
 |