 |
 |
01.08.2003 - 01:10
Merasîmeke gotarxwendinê û şeveke
muzîkî ya mezin li Stockholmê pêk tên
STOCKHOLM (amude.com) - Bi helkeftina
bîreweriya 57 saliya damezirandina PDKê, sedsaliya Berzanî
û rizgarkirina Iraqê, rêxistina Partiya
Demokrata Kurdistanê li Swêdê di vê mehê de
du çalakiyan amade dike.
Ew dê li aliyekî merasîmeke gotarxwendinê
pêk bîne, û li aliyê din şevek
muzîkê bi beşdarbûna hunermendin kurd
ên navdar li dar xîne.
ji bo bîreweriya 57 saliya damezirandina PDKê,
komîteya Swêdê ya
PDK-Iraq di roja 16.08.2003an de merasîmeke gotarxwendinê li
Stockholmê, Tensta Träff, T-bana Tensta, pêk tîne.
Di vê civînê de, dê gotar û nameyên
pîrozkirinê bêne xwendin. Destpêka merasîmê
demjimêr 14.30 e.
Du heftî piştî vê çalakiyê,
PDK dê bi beşdarbûna Nasir Rezazî, Ciwan Haco,
Merziye Rezazî, Hesen Şerif, Ayad û Pirşing Tiwana
şeveke muzîkî li Stockholma paytext li dar xîne.
Şevê di şemiya 30.08.2003an de, demjimêr 19.00-02.00,
li Solna Halen (T-banan Solna Centrum) pêk were. Derbasbûn
ji bo mezinan 120.00 kron in, û ji bo xortan (12-18 salî)
80.00 kron.
|
 |
 |