www.amude.com - navenda çanda kurdî


07.10.2003 - 10:52

Îro Pêşangeha Frankfurt a Pirtûkan vedibe

FRANKFURT (dpa/amude.com) - Îro li bajarê elmanî Frankfurt, dê 55e-mîn Pêşangeha Pirtûkan a Frankfur vebe. 6400 weşanxane ji bêtirî 100 welatan xwe ji bo pêşangehê qeyd kirine û dê weşanên xwe li wê derê pêşkêş kin.

Ta 13ê mehê, dê bêtirî 270000 kes biçin mezintirîn pêşangeha wêjeyî ya li cîhanê. Li gor agahiyên birêvebirên pêş,angehê, îsal dê bêtirî 350.000 pirtûk bêne pêşkêş kirin.

Îsal welatê mêvan Rûsya ye. Ew dê bi 150 nivîskaran were pêşangehê û wêjeya xwe ya modêrn pêşkêşî cîhanê ke.

Ji aliyê Kurdan ve, Weşanxaneya Mezopotamiya ya li Kölnê dê li Pêşangeha Frankfurtê pirtûkên kurdî pêşkêş ke.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]