www.amude.com - navenda çanda kurdî


28.11.2003 - 01:52

YNKe partiyên kurdî li Sûryayê rexne dike


Yekîtiya Niştimanî Kurdistan
>> Sûryayê ji dostê xwe Talebanî aciz bûye û bîroya partiya wî li Şamê girt
>> www.puk.org
ŞAM (amude.com) - Berî du rojan, Malpera Amûdê nûçeyek derbarî girtina nivîsgeha Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) li Şamê ji aliyê hukûmeta Sûryayê ve weşand. Berpirsê ragihandinê yê nivîsgeha YNKê li Şamê Selah Berwarî îro nameyek ji berpirsê Malpera Amûdê Sîrwanê Hecî Berko re şand û tê de diyar dike, ku nivîsgeh nehatiye girtin û nûçeya girtina wê derew e. Herweha Berwarî ji ber sedemine nediyar partiyên kurdî li Sûryayê rexne dike.

Di nameya xwe de, Selah Berwarî eşkere dike, ku di rojên cejna remezanê de, nivîsgeh girtî bû û ew ji aliyê tu kesî ve nehatibû girtin. Berwarî bi vê yekê nûçeya elaph.com, ku nivîsgeh ji aliyê hukûmeta Sûryayê ve hatibû girtin, derew derdixîne. Malpera Amûdê ew nûçe ji xwe re weke çavkanî bi kar anîbû.

Berwarî berdewam dike û herweha hevoka nûçeya Malpera Amûdê ya dawî ("Dema behsa Kurdistanê û rewşa kurdan dibû, Talebanî gelek caran di axaftinên xwe de eşkere nedigot, ku beşek ji Kurdistanê li Sûryayê jî heye. Wî behsa "hin" kurdan li ser sînorên sûrî-tirkî dikir.") jî derew derdixe. Ew piştrast dike, ku "Kurdistana Sûriyê rastiyeke bêlî ye û nayê veşartin..".

Li ser vê yekê, berpirsê Malpera Amûdê Sîrwanê Hecî Berko dibêje, ku piştî rizgarkirina Kerkukê ji aliyê kurdan ve, Celal Talebanî serdana bajêr kir û di civînekê de li gel kesayetiyên Kerkukê bi zimanê erebî got: "...Kurdistana Iraq, Kurdistana Îran, Kurdistana Tirkiye û hin kurdên li ser sînorên sûrî-tirkî...". Ev civîn ji aliyê kenala Kurdsat ve hatibû pêşkêş kirin.

Di dawiya nameya xwe de, Selah Berwarî partiyên kurdî li Sûryayê ji ber nebûna peyva "Kurdistan" di navên wan de rexne dike, bêyî ku diyar bike mebesta wî ji vê yekê çi ye. Herweha ew şîretan li berpirsê Malpera Amûdê dike, ku bila ew û kurdên din ên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê berê xwe bidin "partiyên xwe" û wan ji bo nebûna peyva "Kurdistan" rexne bikin, berî ku Malpera Amûdê agahiyên ser Celal Talebanî û partiya wî YNKe biweşîne.

Li ser daxwaza Selah Berwarî, Malpera Amûdê nameya wî ya ji bo Sîrwanê Hecî Berko wek ku şandiye, diweşîne:


------------------------------------------------------------
Nameya Selah Berwarî

Birayê Hêja kak Sîrwan Hac Berko, xwediyê Malpera Amûda

Silavên biratî.

Duh (26-11-2003) di malpera we ya beha giran da, hat xuyanî kirin ku Sûriyê nivîsgeha me ya Yekîtî Nîştimanî Kurdistan(YNK) daxist, anku girt. Ev nûçeya ku we ji malpera (elaph) biriye, ne raste. Van çend rojên cejna Remezanê, me nivîsgeh (mekteb, bîro) girt, ji bo bêhn vedanê, weku hemû xelkê din. Ji berku nivîskar û rojnamevan pir ji mera têlefonan dikin, di van rojên bêhn vedanê da têlefon kirine û kes li nivîsgehê ne dîtine, yekser hizir kirine ku mîriya Sûriyê nivîsgeha me daxistine. Hinekan ji wan bi dilpîsî, û bê ku ji malên mera têlefonan bikin, ev nûçe ya derew çêkirine û belav kirine.
Nivîsgeha me wek xwe ye û ne hatiye girtin, dema bê girtin emê hemû kesan agahdar bikin.

Ji alîkî din ve, hûn pir şaştiyê dikin dema di bêjin ku têkiliyên navbera me û Sûriyê "gelek caran li ser hesabê Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê bû. Dema behsa Kurdistanê û rewşa Kurdan dibû,Talebanî gelek caran di axavtinên xwe da eşkere ne di got, ku beşek ji Kurdistanê Li Sûryayê Jî heye. Wî behsa "hin" Kurdan li ser sînorên Sûrî-Tirkî dikir". Ev gotin deleweriyek (vir, derew) mezine, û pir dûrî rastiyê ye. Tucarî Mam Celal Talebanî ev gotin ne kiriye, û nake û nikare bike, ji berku ev gotine ji aliyê me da, beriya hemû kesekî din, nayê tew (qebûl) kirin. Kurdistana Sûriyê rastiyeka bêliye û nayê veşartin, lê - heyranî çavê we- ji partiyên xwe ra bêjin ku navê "Kurdistan"ê danin ser xwe, û jê fedî nekin, û gêsinî di çavê xwe da bibînin, paşî ji mera bêjin "şûjin di çavê we da ye"!

Tevî silavên me ên bê dawî.

Selah Berwarî
sberwari@amude.com
Berpirsê ragehandina nivîsgeha YNK li Şam ê



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]