 |
 |
26.11.2003 - 17:01
Sûryayê ji dostê xwe Talebanî aciz bûye
û bîroya partiya wî li Şamê girt
ŞAM (amude.com) - Hukûmeta Sûryayê bîroya
Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK), a ku serokê
encûmena iraqî yê vê mehê Celal
Talebanî sekretêrê wê yê giştî ye,
li Şamê girt, wiha malpera erebî elaph.com îro di nûçeyeke
xwe de radigihîne. Bi vê yekê, Sûrya nerazîbûna ji xwe
rexneyên Talebanî yên hefteya borî li dij wê
eşkere dike.
Hefteya borî, Talebanî di civîneke çapemeniyê de
li paytexta Iraqê Bexda nedawetkirina wezîrê Iraqê yê kar û barên
derve Hoşiyar Zîbarî ji aliyê Sûryayê ve
bo civîna wezîrên derve
yê welatên cîranên Iraqê, ya ku li Şamê pêk hat,
rexne kir. Herweha wî êrîşî gotinên wezîrê
Sûryayê yê kar û barên derve Faruq el-Şare
'Sûdwergêrên rewşa Iraqê ya niha Emereîka, Israîl
û kurd in' kir û nerazîbûna xwe ji vê hevokê
eşkere kir.
Li gorî agahiyên medyaya erebî, Talebanî ji hukûmeta
Misirê xwestiye, ku bibe wasîte di navbera encûmena iraqî
û Sûryayê de, ya ku dawetnameya xwe ji bo serdana Talebanî li gel
kômiteyekê ji encûmena iraqî bo Sûryayê,
ku berî demekê ji aliyê cihgirê serokê Sûryayê
Ebdulhelîm Xedam ve hatibû kirin, kişand. Lê Talebanî
dibêje, ku wî û berpirsiyarên sûrî li hev kirine,
ku serdana xwe dereng bixe û ew dê di demeke nêzîk de
biçe Sûryayê. Talebanî doh got, ku "têkiliyên Iraq
û Sûryayê bi hev re mîna çiyayên Kurdistanê
cihgirtî ne" û ba nikare tiştekî bi wan bike.
Hêjayî gotinê ye, ku kongreya damezirandina YNKê di sala
1975ê de li Şamê pêk hat. Ji wê demê de,
têkiliyên gelekî xurt di navbera hukûmeta Sûryayê
û Celal Talebanî û partiya wî de hene. Ev yek jî gelek caran
li ser hesabê kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê
bû. Dema behsa Kurdistanê û rewşa kurdan dibû, Talebanî
gelek caran di axaftinên xwe de eşkere nedigot, ku
beşek ji Kurdistanê li Sûryayê jî heye. Wî behsa
"hin" kurdan li ser sînorên sûrî-tirkî dikir.
|
 |
 |