 |
 |
25.11.2003 - 00:48
Kurdên Binxetê li Elmanya dê bikevin greveke birçîbûnê
DORTMUND (amude.com) - Çend rêxistinên Elmanyayê yên
partiyên kurdî li Sûryayê dê di 10.12.2003ê de, roja
mafê mirovan a naventewî, li Berlînê dest bi
çalakiyên protestoyê li dij rêjîma sûrî
bikin. Bêtirî 30 kurd dê 3 rojan li pêşiya perlemana
elmanî bikevin greva birçîbûnê. Di şemiya 13ê mehê de,
dê li pêşiya avahiya Wezareta Derve xwepêşandanek
li dar keve.
Di rojên 10,11 û 12ê çileya pêşîn dê greveke
birçîbûnê li pêşiya perlemana elmanî li dar keve.
Kurdên beşdar dê belavokan belav bikin û tê de ji perlemana elmanî
bixwazin, ku zorê bide ser Sûryayê, da ku ew gelê kurd
bipejirîne û hemî şêweyên çewisandinê li ser kurdan
rake. Herweha ew ê doza serbest berdana girtiyên kurd di zindanên sûrî
de bikin.
Di roja 13ê mehê de, dê xwepêşandaneke protestoyê li
pêşiya avahiya Wezareta Derve ya Elmanyayê
pêk were. Li vê derê jî, partiyên kurdî dê di
nameyekê de bala wezaretê bikişînin ser rewşa kurdan li
Başûrê-Rojavayî Kurdistanê û ji wê doza
roleke aktîv di çareserkirina pirsa kurdî li Sûryayê
bikin.
Li gorî agahiyên ku Malpera Amûdê ji amadekarên
çalakiyên protestoyê wergirtin, rêxistinên Elmanyayê yên
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûryayê, Partiya Hevgirtina Gelê
Kurd li Sûryayê, Partiya Çep a Kurdî li Sûryayê
û Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûryayê dê
bi hevre bi çalakiyên protestoyê rabin.
Nûnerên hin partiyên din ragihandin Malpera Amûdê, ku
rêxistinên wan dê beşdar nebin. Li gorî wan, Partiya Yekîtî ya Kurd, ku bi
amadekirina van çalakiyan rabûye, ew berî du rojan di civîna
partiyan de agahdar kirin, piştî her tişt amade bûbû.
Hîn nediyar e, ka kîjan rêxistinên din dê beşdar bibin
an na.
|
 |
 |