 |
 |
07.12.2003 - 19:31
Li Hewlêrê Şukur Mistefa hate bi bîr anîn
HEWLÊR (amude.com) - Li jêr sîwana serokê
Partiya Demokrat a Kurdistan-Iraq Mesûd Barzuanî û bi beşdarbûna wî, Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî roja 4ê vê mehê li Hewlêrê ahengeke
bibîranîn û rêzgirtinê ji bo rewşenbîrê kurd Şukur Mistefa
li dar xist. Hejmareke mezin ji rewşenbîr û siyasetvanên kurd ji
seranserî Kurdistanê beşdarî ahengê bûn. Herweha jin û malbata
rehmetî jî amade bûn.
Di axaftinên xwe de, serokê Kombenda Kawa Selah Bedridîn, cihgirê serokê
Komîsyona Zanistî Reşîd Findî, Mehmûd Mihemed bi navê
Wezareta Çandê û herweha Aso Hesen bi navê tayê Hewlêrê yê Yekîtiya
Nivîskarên Kurdistan li ser rola Şukur Mistefa ji bo pêşxistina
çanda kurdî rawestiyan û xebata wî di warê nivîsnadin, wergerê
û afirandinê de û herweha di warê pêşxistina prosesa yekgirtina
zimanê kurdî de nirxandin.
Piştre, nivîskar Mihemed Mele Kerîm lêkolîneke berfireh li ser jiyan
û xebat û rola Mistefa di çanda kurdî de û herweha li ser xebata wî ya
wergerê û dewlemendkirina pirtûkxaneya kurdî pêşkêş
kir. Nivîskar Reşîd Findî jî ji aliyê xwe ve nivîsarek
li ser xebata Şukur Mistefa ya wêjeyî û di warê ziman de xwend û
herweha li ser rola wî di nûavakirina Komîsyona Zanyarî ya Kurdistanê
rawestiya. Xanima dektor Şukriye Resûl jî lêkolînek derbarî
raman û çanda rehmetî û herweha nerînên wê li ser jiyana wî ya ramyarî
û xebata wî ya afirandinê weke çavkaniyeke giring û ferhengeke
mobîl di warê dîrok û çandê de pêşkêşî beşdaran
kir.
Nivîskar Sero Qadir lêkolîneke rexneyî li ser xebat û helwestên
Şukur Mistefa yên ramyarî û felsefî xwend. Qadir çend salan ketibû
guftûgoyê li gel Mistefa û nerîna wî ya debarî gelek pirsgirêkên
gelek waran dinivîsand û bersivên wî di pirtûkeke de ji 500 rûpelan
weşand, ku di destpêka ahengê de hate belav kirin.
Di dawiyê de, serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Dr. Izedîn Mistefa Resûl
li ser dîroka Mistefa û jiyana wî ya civakî û çandî û herweha rola
wî di pêşxistina çanda kurdî de rawestiya.
Hêjayî gotinê ye ku komîteya amadekar ji Selah Bedridîn, berpirsê
Kurdistan TV Karwan Akrey û Sero Qadir pêk dihat. Li gorî agahiyên
Bedridîn bo Malpera Amûdê, Kombenda Kawa dê nêzîk hemî nivîsar
û lêkolînên ku hatin xwendin, di pirtûkekê de biweş,îne.
Şukur Mistefa di 18.09.2003ê de li Hewlêrê di 79 saliya xwe de ji ber nexweşiya dilî çû ser dilovaniya xwe.
|
 |
 |