www.amude.com - navenda çanda kurdî


26.10.2003 - 12:45

Lêborîn ji bo agahiyên kêm û nameyek ji Şêrko Bêkes

ŞAM (amude.com) - Berî çend rojan, me nûçeya çalakiya bibîranîna dehsaliya koçkirina Osman Sebrî li Şamê weşand. Peymanêrê me Rustem Hemze ji Şamê nameyek şandiye û tê de çend agahiyan li wê nûçeyê zêde dike.

-------------------------------------------------------
Xwendevanên hêja:
Di nûçeyeke Malpera Amûdê de derbarî çalakiya dehsaliya koçkirina Apo Osamna Sebrî li Şamê, ku di 18.10.2003ê de hate weşandin, me navên kovarên 'El-Hîwar', 'Pirs' û 'Jîn' û herwisa yê rojanameya 'Newroz' ji bîr kiribûn. Ev kovar tevde bi e-mailan beşdrî vê çalakiyê bûbûn.

Herwiha em lêborînê ji mamoste û helbestvanê me yê mezin seyda Şêrko Bêkes dixwazin; Me ji bîr kiribû, ku em navê wî bininvîsin. Seyda Şêrko Bêkes bi nameykê tevlî vê çalakiyê bûbû. Wî dixwest beşdrî şevbûhêrkê bibe, lê ew li ser riya Swêdî bû û ne dikarî tevlî me bibe. Me nameya Şêrko Bêkes bi alîkariya mamoste Selah Berwrî ji tîpên erebî veguhest, û herwiha me ferhengok ji peyvên ku ne pir naskirî ne, amade kir.

Careke din em lêborînê ji we dixwazin.

Rustem Hemze
rustem@amude.com
Şam, 26.10.2003

-------------------------------------------------------
Nameya Şêrko Bêkes

Le beşî xoraway başûrî Kurdistan da, û le seretay sedey bîst da, komelê le şa'îran û rûnakbîranî Kurd, ke pency dest ejmêrdiran, ziman û kultûrî êmeyan le tarîkiye we birde naw berayî rûnakîyewe.
Ewane zeng bûn bo wiryarkirdanewe, serqafile bûn bo hestanewe, pencebûn bo mêjûy raçelkîn û huşayarbûnewe. Yekêk lew çiryane, yekêk lew siwarane, yekêk lew piyawe azayane :"Apo Osman Sebrî" bû. Lew deme da, asmanî ême reş û na omêd bû, wextê Apo dûr be dûr ederwaşayewe. Dîrokî ême pir bû le dêw û dirincî xurafat û duwakewtin, wextê ew be bîrî taze, be wişey taze, dirî bew xurafatane eda û rêgey bo zaniest û pêşkewtin xwazî ekirdewe. Dewrî Apo lew qonaxe da dewrî estêreyekî pêşeng bû, dewrî mamosteyek le naw komelêkî nabîna da. Ême na twanîn rêz le paşeroj bigrîn, eger rêz lew kesane ne grîn ke le raburdû da serdeqşkênî astengekan bûn. Seyda Osman Sebrî, be tenha her şa'îr û zimanewan ne bû, belku, yekêk lew nîştiman perweraney ke bo kurdayetî û azadîy Kurdistan hemîşe hawrêkî heq bû. Kirdar û giftarî şan be şan eroyiştin. Ew be qelemêk eynûsî ke merkebekey xwênî didî bû. Govarî " Hawar " yekêk bû lew peyje tîşkaney ke le bakûrewe bo başûr û le rojhelatewe bo rojawa, edebiyatî êmey pêda hel egera. Peyjeyek ke xoy nabû be telarî huner û zimanî êmewe. Lem male da, Bêkes û Hejar û Goran û Cigerxwîn û Pîremerd û hemû ew kele şa'îr û nûserane kobûbûnewe ke zimanî kurdî û kultûrî êmeyan eparast û bergiriyan le paşeroj man ekird. Ewan bo ême jiyan, huşyarî emroy ême le gerûy ewanewe hatote derê. Ewran fêrî xoşewîstî, serbestî û rizgaryan kirdîn û her ewanîş bûn ke pênasey êmeyan le çingî dujminan hênaye derê û amajey rêgey rastyan bo kirdîn.
Le seretay 1987 da, le Şam, bo yekem car be dîdarî seyda Osman Sebrî şad bûm. Le nizîkewe bînîm û gwêm bo peyv ciwanekanî ragirt. Piyawekî hêmin, û dengêkî le şer xo, û kesêkî sade wek awî rewan, û darberûyekî biçkoley, belam reg qayim, bû. Ke bînîm, mêjûyêkim bîr kewtewe, ke mêjûy renc û xebat û xewbînîn bû. Le dilî xom da witin "Emane bûn zengyan bo ême lê da". Emane bûn ke rojê le rojan le swêndî pîrozî xoyan paşgez ne bûnewe. Le berdem rojgarî sext û birsêtî û derbederî û tirs da ne nûştanewe.
Le minewe çepkê le gulî kêwî
Bo ser mezarî em piyawe gewre ye
Le minewe xoşewîstîy qutabiyek
Bo mamostayek ke fêrî bangdanî Kurdayetî kirdî!
Le hemû manewe silawî wefa û xoşewîstî bo rohî spî
şa'îr û zimanewan û xebatgêr seyda Wesman Sebrî
Daxim naçê, ke ne mitwanî xom
Lem yade rûnake da amade bim.
Belam ême le her şwênêk bûn be giyan le geltan dayn.
Ew giyaney ke le dewrî Kurdistanî muqed-des ko ekatewe.
Ême emro yadî ew wişeye eykeynewe ke le zulm û zor ne tirsa!
Yadî ew mome ekeyanewe ke çaw ne tirsane çuwe naw tarîkî komelewe.
Yadî ew dirext ekeyanewe ke le naw liq û popî da hêlaney bo melekanî azadî çê kird…

Bo xoşewîstî û tebayî û aştî naw Kurdan jiya.

Biartan
Şêrko Bêkes
Şam 14.10.2003


Fehengok

Zeng: zengil
Wiryakirdanewe: hişiyarkirin
Raçlekîn: haydarî
Piyawe: peya
Azayane: mêrxas
Edrewşayewe: diçirise
Dêw: dehbe
Dirincî: cenawer
Dirî: êrîş
Wişey: peyv
Girftarî: gotin
Şan: mil
Eroyiştin: diçûn
Merekebekey: hûrnivîs (hibir)
Peyje: nêrdewan, sîbe
Tîşkaney: tîrêj
Helegera: hildikşe
Telarî: koşe (qesir)
Gerûy: zengelok
Çingî: lep
Amajey: hêma, raberî
Gwên: guh
Biçkoley: piçûk
Reg: qurm, koka dare
Qayim: bi hêz
Witim: digot
Swêndî: sond
Paşgez: venekişiyan
Nûştanewe: çemiyan, tewîyan
Çepkê: destek
Kêwî: çiyayî
Daxim: sotim
Ne mitwanî: ni karîbûm
Şwênêk: Derek
Yade: bîrhatin
Giyan: can
Ekatewe: dicivîne
Mome: mûm, şemal
Liq: ta, çiqulî, şax
Popî: kok
Ekeynewe: dikin
Hêlaney: hêlîn
Direxte: dar
Melekanî: tilûr, firinde, teyr
Tebayî: tenahî, rehetî


Wêneyên çalakiya Şamê








Reşîd Şêx El-Şebab - 53 sal ji hevaltiya bi Apo Osman Sebrî re



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]