 |
 |
18.10.2003 - 12:41
Li Şamê jî dehsaliya koçkirina Osman Sebrî
hate bi bîr anîn

Osman Sebrî di sala 1985ê de
|
Rustem Hemze
rustem@amude.com
ŞAM (amude.com) - Bi helkeftin borîna deh salan li ser koçkirina
Apo Osman Sebrî û bi beşdarbûna hejmareke mezin (100 kes) ji
siyasetvan, rewşenbîr û xelkên taxa Kurdan
li bajarê Şamê, doh êvarî li mala Osman Sebrî
li Şamê şevbuhêrkeke bibîranînê hate li dar xistin.
Piştî ku birêvebirê şevbuhêrkê Bavê Comerd xêrhatina
beşdaran kir, axaftin radestî helbestvana kurd Diya Ciwan kir û
wiha wê gotina 'Komîteya Xelata Osman Sebrî' bi devkî got,
û tê de ragihand ku Xelata Osman Sebrî ya îsal bo xanim Danielle Mitterrand
(Dayka Kurdan) hate layiq dîtin.
Pişt re Bavê Şiyar gotina 'Komîteya Şevbuhêrkên Kurdî li
Şamê' xwend û wiha got:
"Di destpêkê de, ez dixwazim bi navê 'Komîteya Şevbuhêrkên Kurdî li
Şamê' gelekî sipasiya hatina we ji bo vejandina bîranîna 10-saliya
koçkirina nemirê hêja Osman Sebrî bikim. Wek em tev dizanin, nemir peyakî pir çeleng,
jîr û zana bû, û kar û xebata wî di warê çand û konevaniya kurdî de dê bê sûd
ne çê. Komîteya me, 'Komîteya Şevbuhêrkên Kurdî li Şamê', ya ku her
meh şevekê di warê rewşa kurdî de bi hemû babetên
xwe yên hemereng li dar dixe, û ev di sala
duyemîn de dibe şeva me ya 3an, lê ji ber taybetiya vê helkeftinê, em bi şan û bi rûmet û
bi hevkariya 'Komîteya Xelata Osman Sebrî' û bi alîkariya du kesên
bîrwer - mamoste Rustem Hemze û mamoste Şêx Birîmce - me ev
şev li dar xist."
Piştî vê axaftinê, delîve li ber nivîser,
helbestvan û rewşenbîrên kurd vebû, ku vê şevbuhêrkê bi
havilên xwe bixemilînin, û kesên ku tevlî vê şevbuhêrkê
bûn, ev bûn:
- Helbestvan Evdî Çaço çend helbetsên welatparêzî bi
çoş û heyecaneke xurt xwendin.
- Nivîskar Rustem Hemze gotarek bi sernavê
"Pêdeçûnek di berhemên Apo Osman de" xwend, û di vê nivîsara
xwe de Hemze li ser her sê berhemên Apo Osman rawestiya, û
wiha di destpêka axaftina xwe de got:
"Ev demek e, ku ez dixwazim di derheqê Apo Osamn Sebrî de
tiştekî binivîsim, lê her ku min ji xwe re digot ez ê dest bi
nivîsandinê bikim, tavilê kesaytiya Apo Osman û ked û xebata wî
di simaxê min de vedijiyan û hingê sawek ne pendî xwe berdida
dilê min, û hew destê min dirêjî pel û pênûsê dibû!"
- Helbestvan Can Bapîr û nivîskar Hoşeng Osê li pey
hev bi devikî axivîn. Can Bapîr wiha daxwaz kir, ku xebata Apo
Osman ne yê ji bîr kirin, û em wî ji xwe re bikin sembola berxwedanê!
Hoşeng Osê, û piştî pêdeçûnek kurt di serpêhatiya Osman Sebrî
de, bal bi ser xaleke balkêş kişand, ew jî ev e: jidayikbûna
Osman Sebrî li bakurê welêt bû, û herwisa xebata wî li wê derê
dest pê kir û li başûrê welêt berdewam kir.
- Helbestvan Ciwanê Ebdal jî bi
xwendina çend helbestan tevlî vê çalakuyê bû. Ew ji Dirbêsiyê hatitbû
Şamê, da ku beşdarî vê çalkiyê bibe.
- Helbestvan Omer Koçerî helbestek bi zimanê erebî xwend.
- Rewşenbîr û nivîskar Selah Berwarî bîranînek li
ser Apo Osman anî zimên.
- Nivîser û rewşenbîr Dilawer Zengî jî bi devkî axivî
û li ser pêdiviya bibîranîna Osman Sebrî di her çax û
demî de teqez kir.
- Rewşenbî û çîroknivîs Şêx Birîmce (zavê Apo
Osman Sebrî) gotina malbatê xwend û wiha got:
”Ez wek zave û nûneê malbata Apo Osman Sebrî,
bi navê xwe û kufleta xwe Kewê Osman Sebrî û bi navê
malbata Apo Osman hatina we, hemî
beşdarên birêz, sipas dikim, û bi taybetî xwediyê daxwaza lidarxistina
vê şeva îro, xwediyê kovara 'Xwendevana Nû' mamoste Rustem Hemze,
herdu komîteyên bi rûmet 'Komîteya Xelata Osman
Sebrî' û 'Komîteya Şevbûhêrkên Kurdî li Şamê', yên ku bi kar û barê vê
şevê rabûne, dehsaliya koçkirina mamosteyê gewre mîrê pêdarî û
berxwedanê, siyastmeder û ramangîr û helbestvan û perwervanê
kurd Apo Osman Sebrî."
- Axaftina dawî ji aliyê mamoste, heval û
herwisa şagirtê Apo Osman Sebrî
Reşîd Şêx El-Şebab ve hate kirin. Di destpêkê de, El-Şebab
wiha axivî (bi zimanê erebî):
"Xwezî Apo Osman niha li vê derê baya
û vê hejmara mezin ji keç û xortên
Kurdan bidîtaya, higê dê temenê wî hê jî
dirêjtir bibaya". Piştre wî gotineke niviskî
xwend û tê de çend serpêhatî û
xalên gelek bi rohnî di jiyana Apo Osamn
de anîn zimên. Hêjayî gotinê ye, ku El-Şebab
pirtûkek bi zimanê erebî li ser bîranînên wî li gel Apo
Osman û xebata wî ber hev kiriye.
Ji bilî tevlîbûnên beşdaran, gelek birûsk, name û e-mail
giheştin vê şevbûhêrkê, ew jî ev in: nivîskar Konê Reş
û helbestvan Bêwar Ibrahîm ji Qamişloyê,
Dr. Cemal Nebez (endamê Komîteya Xelata Osman Sebrî) ji
Elmanya, Sîrwan Hecî Berko (berpirsiyarê Malpera Amûdê) ji
Elmaniya, Emîn Derdî, hunermend Ciwan Haco, Partiya
Yekîtî ya Demoqrata Kurd li Sûryayê, Komela Ciwanên Kurd li Sûryayê,
û herwisa nameyeke sipasiyê ji keç Apo Osaman xanim Hêvî
Sebrî ji bo birêvebirên şevbûhêrkê.
|
 |
 |