www.amude.com - navenda çanda kurdî


31.07.2003 - 15:36

Yekemîn hejmara EVRO derket, lê pîvanên rojnamevaniyê li kû man?

S.H.Berko - DORTMUND (amude.com) - Îro li Dihokê, yekemîn hejmara rojnameya EVRO derket. Dema min dest bi xwendina wê li ser internêtê kir, yekser nûçeya li ser serokwezîra Pakistanê ya berê Benazīr Bhutto bala min kişand. Piştî min ev nûçe xwend, min dît, ku ew ji malpera Amûdê hatiye wergirtin û gotin bi gotin bi tîpên erebî li gel wêneya Bhutto hatiye weşandin, bêyî ku EVRO jêdera nûçeyê destnîşan bike.


EVRO, 31.07.2003

www.amude.com, 21.07.2003


Kurdishmedia.com di roja 21ê vê mehê de, raporeke rojnameya "Yeniden Ozgur Gundem" ji tirkî wergerandibû ingilîzî û ew weşandibû ( www.kurdmedia.com/reports.asp?id=1577). Min jî piraniya agahiyên nûçeyê ji wê raporê wergirtin, û di destpêka nûçeyê de çavkaniya nûçeyê (Kurdishmedia) diyar kir.

Ji bilî nûçeyê, wêneya xanima Bhutto jî hatiye weşandin. Dema ku min berî deh rojan ev nûçe ji malperê re amade dikir, ez di Google de li wêneyeke Bhutto digeriyam û min yek di malpera Indya.com de peyda kir. Wek hertim, vê carê jî min jêdera berhemê di bin wê de weşand, da ku mafê ti kesî neyê xwarin û her kes bigihê mafê xwe. Lê mixabin EVRO li vê derê jî pêwîstiya nivîsandina jêderê nedît. Dibe ku wênekêşê EVRO ev wêne kişandibe û hayê me ji vê yekê tune be? Dibe.. Kî dizane!?


Mîdya, 28.07.2003
Tiştekî xweş e, dema ku em dibînin ku malpera Amûdê bûye jêderek ji bo medyaya kurdî û biyanî. Ev yek nîşana serketina xebata vê malperê ye. Gelek caran, min dîtiye ku televizyon, rojname, kovar û malperên kurdî û biyanî nûçe û berhemên malpera Amûdê belav kirine. Hin ji wan jêderê destnîşan dikin, û hinên din mixabin pêwîstiya vê yekê nabînin.

Ta roja îro û piştî 105 salan ji weşandina yekemîn rojnameya kurdî bi navê Kurdistan li Misrê, mixabin, em Kurd ta niha hîn fêr nebûne, ku em bi awayekî profesyonêl û paqij di warê rojnamevaniyê de bixebitin. Rojnamevaniya rast û paqij ji mirovê, ku di vî warî de dixebite, dixwaze, ku li gor pîvanên rojnamevaniyê bixebite. Tiştek ji EVROyê an kovar, rojname û malperên internêtê yên din kêm nabe, ku ew jêderên nûçe û agahiyên xwe binivîsînin. Mînak pir in, lê bila bimînin ji bo careke din.

Hêjayî gotinê ye, ku rojnameya MÎDYA ( www.yndk.com, hejm. 145, r. 12) jî ev nûçe di hejmara xwe ya nû de bi zaravê soranî weşandiye. Wê jî sernivîsa nûçeyê, ya ku Amûdê helbijartibû, bi kar aniye. Lê mixabin, ji ber ku ew rûpel di internêtê de baş nayê xwendin, min nikarîbû bixwenda, wan jêder nivîsandiye yan na.

Tenê ger me dest pê kir, ku em Kurd mafê hevdu nexwin û biparêzin, em dê bi pêş bikevin û bi deng û serîkî bilind bêjin, ku em jî êdî bûne xwedî rojnamevaniyeke paqij û profesyonêl.

Ez derketina yekemîn hejmara EVRO pîroz dikim û hêvî dikim ku ew xwedî jiyaneke dirêj be.

Malpera EVRO: www.duhok.net/evro



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]