16.12.2002 - 23:35
Serokê Sûriyê hewceya şerê Iraqê
nabîne
wêne: AP
|
LONDON (dpa-AFX/amude.com) - Serokê Sûriyê Beşar El-Essad
bawer dike ku pirsa Iraqê dê bi aşîtiyê
çareser bibe. "Ta niha hikumeta Iraqê gelekî
alîkar e", Essad duşemê piştî
civîna bi serokwezîrê brîtanî Tony Blair
li Londonê got.
Sûriyê hêvî dike ku Bexda hevkariya xwe berdewam bike
ta ku pirsa Iraqê li ser rêya aşîtiyê çareser
bibe.
Hêjayî gotinê ye ku seredana Beşar El-Essad ya
pêşî ye bi vî awayî bo serokekî Sûriyê
li Brîtaniyayê.
|
|