09.12.2002
Evdê Gedo çû ser dilovaniya Xwedê
QAMIŞLO (amude.com) -
Do, roja 08-12-2002an, demjimêr 8ê êvarî, li gundê Gedo,
navbera Qamişlo û Hisiça, kalemêrî kurd (Evdê Gedo)
çû ber dilovaniya Xwedê, û îro bi beşdarbûna cemawerekî mezin
li gundê Gedo hate veşartin.
Evdê Gedo bavê siyasetmedarê kurd Salihê Gedo bû.
Rehmetî Evdê Gedo di sala 1912an de li gundê Sarincê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bibû. Di pêvajoya jiyana xwe de ew xwedî sicekî çak û rind bû û evîndarê welat û welatiyên xwe bû.
Bo têkiliyê:
tel: 00963-52-422024
faks: 00963-52-435094
|
|