www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

06.11.2002

Bavê helbastvan û rojnemevan Ibrahim El-Yûsif çû ser dilovaniya Xwedê

Konê Reş - Qamişlo


Mele Ebdulwehab
QAMIŞLO (amude.com) - Di roja sêşeşma borî de, demjimêr yekê nîvro, Mele Ebdulwehabê Şêx Ibrahîmê Girêsiwê li bajarê Qamişlo çû ser dilovaniya Xwedê.

Wek ku diyar e mele Ebdulwehab kurê Şêx Ibrahîmê Girsiwêrî bû û yek ji sirgoniyên bi şêx Ehmedê Xiznewî re bû. Di dema Fransiyan de ew sirgonî Dêra Zorê kirin. Di sala 1930î yekemîn xelîfeyê Şê Ehmedê Xiznewî bû, kurê wî Abdulwehab jî li ba Şêx Ehmed xwend ta ku teza xwe ya olî bi dawî anî, û di tekiya Xizna de mamosteyetî kir û vê paşiyê li gundê Til Fimdî bibû mele.

Ew bavê helbestvan Ibrahîm û ap û xalê helbestvan Abdulhefîz bû.
Mele Ebdulwehab di sala 1930î de li gundê Girêsiwêr ji dayik bibû. Pênc zarokên wî hene, yê mezin Ibrahîm e. Di roja 05-11-2002an ew li Tilmarûf di nav cemawerekî mezin de nêzîkî gora Şêx Ehmedê Xiznewî hat veşartin.

Cihê seredana dilxweşkirina ber dilê zrokên wî li taxa xerbî ye.

Bo têkiliyê:
Telefon: 00905353762209
e-mail: alyosef@amude.com
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]