27.11.2002
Bavê helbestvanê kurd Ferhadê Içmo
koça dawîn kir

Ebdulbaqî Içmo
Ferhadê Içmo
|
QAMIŞLO (amude.com) -
Do, roja 26-11-2002an, demjimêr 8ê êvarê, Ebdulbaqiyê Içmo, bavê
helbestvan Ferhadê Içmo, li bajarê Qamişlo çû ber dilovaniya Xwedê.
Ebdulbaqîyê Içmo di sala 1931ê de li gundê Kurdo hatibû ser rûyê dinyayê. Ew
yek ji evîndarên kurdayetiyê bû û di dema dawî de çîrokên folklorî kom dikirin.
Ferhadê Içmo pênc dîwanên helbestê belav kirine, ya
6an niha di bin çapê de ye. Hejmarek mezin ji helbestên wî bûne
stranên gelek hunermendan, mîna
Mihemed Şêxo, Beha Şêxo, Adil Hiznî, Selah Osê, Isma'îl Cuma, Gulistan Sobarî, Şyda..
Cihê seredana dilxweşkirina ber dilê zarokên rehmetî li taxa xerbî li Qamişlo ye,
nêzîkî nexweşxaneya Ferman.
Bo têkiliyê:
Telefona helbestvan Ferhadê Içmo: 00905367907929
|
|