 |
 |
28.06.2003 - 22:53
Rewşenbîrên kurd li Sûryayê piştgiriya daxwazên zarokên kurd
dikin
QAMIŞLO (amude.com) - Ji "Rewşenbîrên kurd li Sûryayê"
bangek ji malpera Amûdê re hate şandin, ku tê de
piştgiriya daxwazên zarokên kurd dikin û azadiya girtiyên
xwepêşandana zarokan li Şamê dixwazin. Em nivîsa bangê
li vê derê diweşînin:
Bang
Di roja 25.6.2003an de li Şama paytext, meşeke aşityane ya
zarokên kurd bi gurzên gulan çû ber bi deriyê UNICEF ve, da ku
daxwazên xwe ji bo wan pêşkêş bikin. Lê mîna her car, hêzên ewlekarî û parastina sîstemê, li pêşiya wan sekinîn û ew bi şêweyine zordestî xistin astengiyê.
Zarokên kurd li gorî hevpeymanên netewan, ku Sûryayê bixwe li ser imze kirine, doza mafên xwe di wekhevî, nasname û zimanê dayikê de dikirin, û herweha mafên xweser ên zarokan. Lê Sûryayê careke din li dijî peymanên xwe derket.
Em, rewşenbîrên kurd li Sûryayê, dengê xwe tevî dengê van zarokan dikin û azadiyê
ji bo girtiyên, ku zarok parastibûn, di lezgîntirîn demê de dixwazin.
- Bijî mafê zarokan li her derê
- Şermezarî bo şêweyên dij zarokan
- Azadî bo girtiyên parastina zarokan
28.06.2003
|
 |
 |