 |
 |
22.09.2003 - 22:04
Serokê DEHAP'ê Tuncer Bakirhan hate binçav kirin
ENQERE/DORTMUND (amude.com/rojev.com) - Dozgeriya DGM'ya Enqerê bi hiceta
ku beşdarî "11e-mîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navnetewî",
ya ku 13ê vê mehê li bajarê elmanî Gelsenkirchen pêk hat,
Serokê DEHAP'ê Tuncer Bakirhan, Serokê Ozgur Partiyê Ahmet Turan Demîr,
hunermend Halûk Levent, Mûsa Eroglu, Sekreterê Giştî yê KESK'ê
Mustafa Avcî jî di nav de derbarê 15 kesan biryara girtinê da.
Demîr û Levend duh hatin binçav kirin û
Bakirhan jî îro hate binçav kirin.

Serokê 'Pax Christi' li Brîtanyayê Steward Hemsley
û Tuncer Bakirhan di "11e-mîn Festîvala
Çanda Kurdî ya Navnetewî" (wêne: S.H.Berko) |
Li aliyê din, berpirsên Ewlekariya Enqereyê serê sibê bi Bakirhan
re ketin têkiliyê û xwestin ku derbarê festîvala jorîn de
dîtinên wî bistînin. Ji ber vê yekê,
Bakirhan bi parêzerê xwe Hamît Geylanî re çû Ewlekariya Enqereyê.
Li wê derê, Bakirhan ji aliyê polîsan ve hate
binçav kirin.
Hêjayî gotinê ye, ku Bakirhan di
"11e-mîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navnetewî" de
bi zimanê tirkî ji beşdaran re axift. Di axaftina xwe de,
ya ku ji aliyê amadekarên festîvalê ji bo
rojnamevanan hatibû wergerandin zimanê kurdî û
MALPERA AMÛDÊ jî ew bi dest xistibû, Bakirhan
behsa siyaseta KADEKê ya nû û projeyên serokê
wê Ebdilah Ocalan kir. Herweha ew li ser hikûmeta AKPê
rawestiya û got: "Ji ber ketina Yekîtiya Ewropa,
hikûmeta AKPê xwedêgiravî hin pakêtên
reformê derxistin. Lê ji
aliyê demokratîk û pirsgirêka kurdî ve ji hikûmetên din jî pir paşdemayî ye.
AKPê hêj jî çareseriyê di qanûnên demokratîk
ên beşdariyê de nabîne, di qanûnên wek
poşmanî û lixwemikurî ango îtirafkariyê de dibîne.
Hikûmeta AKPê di cihê guhdariya
dengê gel de bi polîtîkayên nijadperest li dû rantxwiran dimeşe."
|
 |
 |