 |
 |
02.01.2004 - 17:57
Li Stenbolê "Leyla Fîgaro" û "Duaya êvarê" derketin
PARÎS/STOCKHOLM (amude.com) - berî demekê, du pirtûkên
nû ji weşanxaneya "MÎR" li Stenbolê derketin. Romana
Îbrahîm Seydo Aydoganî "Leyla Fîgaro"
û kurteçîrokên Enwer Karahanî
"Duaya êvarê" hatin weşandin. Ji bo herdu
nivîskaran ev pirtûkên wan ên duyemîn in
ku dikevin ber destê xwendevanê zimanê kurdî.
Piştî romana wî ya pêşî "Reş û Sipî",
ku di sala 1999an de di nav weşanên DOZê de derket, nivîskar
Îbrahîm Seydo Aydogan gaveke din di warê romannivîsiyê de
avêt û duyemîn romana xwe "Leyla Fîgaro" da çapkirin.
"Leyla Fîgaro" ji 168 rûpelan pêk tê.
Berî pirtûka "Duaya êvarê", di sala 2001ê de yekemîn berhema
Enwer Karahanî ya bi navê "Şevbihêrkên şevên xalî"
ji nav weşanên DOZê derketibû. "Duaya êvarê" ji 13 çîrok
û 127 rûpelan pêk tê.
Îbrahîm Seydo Aydogan di sala 1976an de li Qosera navçeya Mêrdînê
li Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Piştî ku wî li Amedê
xwendina mamosteyetiya ziman û wêjeya tirkî qedand û 3ê salan
weke mamoste li Stenbolê kar kir, wî berê xwe da Firansayê
û li zanîngeha Rouen dektoraya xwe derbarî romanên kurdî
amade dike. Li Stenbolê, Aydogan berpirs û edîtorê kovara
çandî û hunerî 'Pêlîn' bû.
Enwer Karahan di sala 1962an de li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bû.
Di sala 1997an de, wî berê xwe da Swêdê û li Stockholma
paytext bi cih bû. Wî demekê berpirsiyariya kovara 'Berbang'
a FKKSyê kir û ta dawiya sala 2003an li Kitêbxaneya Kurdî ya
li Stockholmê kar dikir.
|
 |
 |