www.amude.com - navenda çanda kurdî


26.12.2003 - 16:46

Armanc bû armanca polîsên Kanadayê


Armanc
STOCKHOLM (amude.com) – Berî çend rojan, li bajarê Kanadayê li Montrealê, hunermendê kurd Armanc (Murat Ala, 43 sal) bi tawanbarkirina komkirina pereyan ji bo Kongreya-Gel (berê PKK/KADEK) hat girtin. Polîsên kanadî ew bi kefaleta 26500 dolaran serbest berda. Armanc beriya saetekê hat Swêdê.

Li gorî agahiyên ku Armanc dan Malpera Amûdê, ew ji 16.10.2003yan ve bi mebesta amadekirina çend şevên kurdî li Kanada û Emerîkayê çûbû Kanadayê. Armanc ji bo Malpera Amûdê weha got: “Komeleya kurdî li Montrealê dixwast avahîyekê ji xwe re bikire. Min jî li ser daxwaza wê, alîkariya wê ya komkirina pereyan kir. Piştre polîsan ez girtim û ez bi komkirina pereyan ji bo PKK/KADEKê tawanbar kirim”. Lê polîsên kanadî dibêjin ku ev pere ji Kongreya-Gel re diçin.

Armanc li ser daxwaza parêzerê xwe yê kanadî, îroj vegeriya mala xwe ya li Stockholmê. Li gorî wî, doza wî ji aliyê kanadiyan ve hate girtin û wî hîn biryar nedaye, bê ew ê li kanadiyan gilî bike yan na.

Mîna gelek welatên Ewropayê, Kanadayê jî PKK/KADEK xistiye lîsteya rêxistinên terorîst.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]