 |
 |
21.10.2003 - 19:52
Perlemanê Ewropî konferansek li ser
paşeroja Iraq û Başûrê Kurdistanê
pêk anî
 Mihemed Seîd Alûcî |
QAMIŞLO (amude.com) - Li ser daxwaza parlementerên sosyalîst
di Perlemana Ewropayê de û Instîtûya Kurdî
li Parîsê, pêncşema borî
Perlemanê Ewropî li Brûkselê konfranseke taybetî
li ser paşeroja Iraq û Başûrê Kurdistanê
li dar xist. Komek ji Kurdan beşdarî
vê konferensê bûbûn û di nav wan de
nûnerê rêxistina Ewropayê ya Partiya
Demoqrata Kurd li Sûryayê (El-Partî)
Mihemed Seîd Alûcî.
Di konfransê de, pirsgirêkên Iraqê û meseleya federaliyetê
û rola Kurdan tê de hatin guftûgo kirin. Herweha
konferans li ser mijara derbasbûna leşkerên tirk ji bo
Iraqê û rola Ewropiyan di paşeroja Iraqê rawestiya.
Û ji ber van xalên jêrîn pêkanîna
vê konferansê ji bo Kurdan gelekî giring bû
1. Pirsa kurdî di Perlemana Ewropayê de hate guftûgo kirin.
2. Cigirê sekretêrê giştîtî yê Yekîtiya
Netewan (YN) beşdarî vê konferansê bûbû û piştrast kir,
ku YN dê biryarên vê konferensê bi şeweyeke
fermî hembêz bike.
3. Hemî beşdaran razîbûna xwe ji bo projeya
federaliyetê eşkere kirin.
4. Hemî beşdaran nerazîbûna xwe dan li ser derbasbûna
leşkerên Tirkan ji bo axa Iraqê dan xuya kirin.
5. Pêwîstiya rola Ewropayê ya aktîv di pirsgirêkên Iraqê de
hate piştrast kirin.

Jocye Blau, Şefîq Qezaz û Kurdo Baksî (wêne: Nasser
Sîna/Zayele) |
Hêjayî gotinê ye, ku serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan
Barzanî û herweha wezîrê derve yê Iraqê
Hoşiyar Zîbarî ji bo konferansê hatibûn
dawet kirin, lê wan nikarîbû beşdar bibin. Lê wezîrê
alîkariya mirovayetiyê Şefîq Qezaz beşdar bûbû.
Herweha nûnerên herdu partiyan
PDK-Iraq û YNK beşdarî konferansê bûbûn.
Ji Swêdê jî çend Kurd beşdarî konferansê
bûbûn û ew jî ev bûn: Keya Izol, Nedîm Dagdeviren,
Kurdo Baksî, Nasser Sîna û Taha Berwarî.
|
 |
 |