12.11.2002
"ALFABE"ya M. Emîn Bozarslan
ji nû ve hate çapkirin
Azad Beşar - Heleb

ALFABE Wêne: kurdistanweb
|
HELEB (amude.com) -
Ji weşanên rojnameya (NEWROZ)ê -(4)- "ALFABE"ya Mihemed Emîn
Bozarslan ji nû ve hate çapkirin û belavkirin.
Dr. Rozad Elî pêşgotinek ji vê
kurtepirtûkê (59 rûpel) re nivîsandiye, tê de weha dibêje:
"Rêz û silav ji mamoste M. Emîn Bozarslan re.
Ji nav çend kurtepirtûkên alfabeyê yên ku di destê me de hebûn, me pirtûka mamoste M. Emîn Bozarslan, çapa sisyan, vebijart, ji ber ku hevokên wê hêsan, bi sûd û nêzîkî çanda civaka me ne. Lê belême destûr da xwe ku hin guhertinên biçûk tê de çêbikin, weke:
- di bêjeyan de, gava tîpa dengdêr ( î) li pêş tîpa dengdar (y) were, ew bi tîpa ( i) nehatiye guhertin. Wekî ku em zanin jî ew ne li gor taybetmendiya wê tîpê ye. Lewre me di wê rewşê de (î) bi (i) guhert.
- Çend caran tewang jî nerast hatiye. Me ew jî serast kirin, wek: agir - êgir , pêz - pez.
- Me danheveke nû ji pirtûkê re çê kir. Ji loma jî jimarên rûpelan di vê çapa nû de hatin guhertin.
Ji ber van sedem û ergan em lêborînê , ji mamoste Bozarslan dixwazin. Hêviya me tenê xizmeta zimanê me yê şêrîn e.
Ji weşanên Newroz (4)
Dr. Rozad Elî - Efrîn -2002 "
Hêjayî gotinê ye ku rojnameya Newroz rojnameyeke siyasî bi zimanê kurdî ye û ji sala 1993 an de ji hêla Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
(YEKÎTÎ) tê weşandin.
>>>
ALFABE di internêtê de (kurdistan.web)
|
|