www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

24.12.2002 - 01:22

Ahenga Xelata Cegerxwîn a afirandina helbestî li Qamişloyê pêk hat

Konê Reş - Qamişlo

Di roja 19-12-2002an de, li mala Seydayê Cegerxwîn li bajarê Qamişlo û bi amedebûna keça wî xanim Sûad û zavayê wî avokat Osmanê Osman, "Xelata Seydayê Cegerxwîn a yekemîn" di ahengekê de hate dayîn - piştî 18 salan ji koçkirin û sed salî ji dayikbûna wî. Helbestvan Seydayê Keleş yekmemîn xelata Cegerxwîn wergirt.

Ahenga xelatkirinê seet 8ê êvarî bi beşdarbûna cemawerekî bijarte ji helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên kurd û hin suryanî, dest pê kir.

Mihemed Elî Hiso
Di destpêkê de, birêvebirê ahengê Ehmed Heyder (ji Hevdîtina Çandeyî) xêrhatina mêvanan kir û ji wan xwest ku xuleyek bêdengî li ser canê seydayê nemir Cegerxwîn rawestin. Di pey re birêz Îsam Hûç gotina "Hevdîtina Çandeyî" xwend û di nav re spasiya hatiyan kir û rê da birêz Ibrahîm Mehmûd ê ku gotinek bi erebî li ser vê xelatê got. Dûra birêvebirê ahengê helbestvan Mihemed Elî Heso wek heval û hogirê Cegerwxîn, Osman Sebrî û Dr. Nûredîn Zaza pêşkêşkir ser maseyê. Birêz Heso jî helbestek li ser Cegerxwîn û yek tenazî li ser Keleş xwendin. Piştre dor hat ser helbestvan Ferhadê Içmo yê ku helbestek bi navê "Nameyek ji Konê Reş re" xwend. Di helbesta xwe de, helbestvan Içmo li ser rewşa helbesta ku îro tê nivîsandin, sekinî û ew rexne kir. Herwiha wî pîrozkirinên xwe ji Keleş û spasiyên xwe ji komîteya xelatê re diyar kirin.

Dildarê Mîdî
Di pey re kalemêrê kurd Bavê Şêrîn - yek ji dost û hogirên Cegerxwîn - çend gotin û çend firdik ji helbestek xwe derbarî bîranînên wî û Cegerxwîn xwendin. Piştî wî, helbestvan Dildarê Mîdî wek bilbilekî Kurdistanî, bi bejn û bala xwe ya berz û bilind çend helbestên xwe yen xweş xwendin û Keleş pîroz kir. Di pey Dildarê Mîdî re, Rezoyê Osê dest pê kir û gotina komîteya xelatê xwend. Di gotina xwe de, Rezo diyar kir çima komîteya xelatê seydayê Keleş bo wergirtina xelatê helbijart.
Di dawiya gotina komîteyê de, xelat ji Keleş re bi destê Sûad Xanim, keça Cegerxwîn, di nav çep, ken û şahiyê de hate pêşkêş kirin.


Seydayê Keleş xelatê ji Xanim Sûad
Cegerxwîn werdigre
Piştî dayîna xelatê bo Seydayê Keleş, birêvebirê ahengê Konê Reş vexwendî maseyê kir, wî jî ev gotin xwend:

"Xuşk û birayên hêja,
hûn bi xêr hatin û bi xêr vegerin.
Em wek "Komîteya Xelata Cegerxwîn a yekemîn" û "Hevdîtina Çandeyî" ku ji berî 20 salan ve li bajarê Qamişlo ji bo pêşketina afirandinê û peyva resen, çi bi zimanê kurdî be, çi bi yê erebî û çi bi zimanê suryanî be, hatiye damezirandin, îro xwe bextiyar û kamuran dibînin ku me seydayê Keleş babetî xelata Cegerxwîn dît, ev jî ji ber gelek egeran. Herwiha em du rewşenbîrên din xelat dikin ku wan jî di pêvajoya jiyana xwe de kar û xebateke mezin di ber pêşketin û afirandina helbest û toreyê de kirine, yek ji wan Mele Nûriyê Hesarî ye, yê din Rezoyê Osê ye. Hêjayî gotinê ye ku xelatên wan ji mêj ve parastî bûn.."

Ji her yekî ji wan re dîplomek bi navê "Hevdîtina Çandeyî" û "kovara Mewasim" hate dayîn. Herwiha gelek birûsk, name, telefon û email hatin xwendin û spasiyek taybetî ji "Malpera Amudê" re hate pêş,kêş kirin...

Di dawiya ahengê de, birêvebirê ahengê ji cemawer xwest ku tev li dor gora seydayê Cegerxwîn kom bibin, mûman vêxînin û wêneyên bîranînê bikşînin. Û weha ahenga xelata Cegerxwîn a yekemîn ji bo Keleş bi kêf û şahî bi dawî hat.

Hêjayî gotinê ye ku komîteya xelatê ji van çend kesên helbestvan û nivîskar pêk hatibû ku her yek ji wan têra xwe di warê çand û toreyê de kar û xebat kirine, çi bi zimanê kurdî û çi bi zimanê erebî. Ew jî ev in: helbestvan û rojnamevan Ibrahîm El-Yûsif, nivîskar û helbestvan Konê Reş, nivîskar û rexnevan Rezoyê Osê û helbestvan Hefîz Ebdulrehman. "Hevdîtina Çandeyî" ya ku ji berî bîst salan ve li bajarê Qamişlo hatiye damezirandin, alîkarî û piştgiriya komîteyê dikir.

Wêneyên ahengê >>

Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]