www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

15.01.2003 - 22:18

Li Stockholmê ahengek bo bîranîna Komara Kurdistanê

STOCKHOLM (amude.com)— Li Stockholmê, roja 01.02.2003an, "Kurdiska unionen" (Yekîtiya Kurdistan) li Swêdê salvegera 58mîn a damezirandina Komara Kurdistanę li Mehabad bi ahengeke muzîkê bi bîr tîne û cejn dike.

Programa şevê dê ji pêşkêşkirina folklora kurdî, axaftinan û stranên kurdî pêk bê. Hunermendên beşdar ev in: Necmidîn Xulamî, Qader Eliasî, Tara Resûl û Şivan Perwer.

Ev şev li salona GLOBEN li dar dikeve û demjimêr 17.00 dest pê dike. Bûhaya derbasbûnê 200 kron in.
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]