www.amude.com - navenda çanda kurdî


25.09.2003 - 08:27

Kurdên Binxetê li Holenda siyaseta Sûryayê li dij Kurdan bi ahengekê protesto dikin




ARNHEM (amude.com) - Ji bo piştgiriya girtiyên di zindanên Sûryayê de û li dijî projeya "Serhejmara Awarte", Platforma Kurdên Sûryayê li Holenda roja 03.10.2003ê ahengeke muzîkê li dar dixîne.

Li gor agahiyên nûnerên Platformê, ew dê di vê ahengê de damezirandina xwe bi şêweyeke fermî diyar bikin. Hunermendên kurd Bengîn (Hikmet Cemîl), Ebas Ehmed, Evîn, Ronîcan û Zibêr Salih dê bi awaz û dengê xwe ahengê bixemilînin.

Cihê ahengê: Theater Junushoff, Plantsoen 3 - li bajarê Wageningen
Dem: În, 03.10.2003, demjimêr 18.00
Derbasbûn: 10.00 €



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]