www.amude.com - navenda çanda kurdî


24.10.2003 - 12:42

Li Hannoverê ahengek ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên kurd li Sûryayê


HANNOVER (amude.com) - Sibe li bajarê Hannover li Elmanyayê, dê ahengeke muzîkê ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên kurd ên di zindanên Sûryayê de li dar keve. Komek ji hunermendên kurd dê bi awaz û gotinên xwe vê şevê bixemilînin. Aheng demjimêr 15.30 dest pê dike.

Dengbêjên ku dê beşdarî şevê bibin ev in: Şêrîn Perwer, Ebas Ehmed, Ronîcan, Gulistan Sobarî, Elî Sofî, Dilovan û Kadar.

Ev aheng ji aliyê Kurdên bajarê Hannover li Elmanyayê bi alîkariya 'Inîsiyatîva ji bo Navendeke Çandî ya Navneteweyî' tê amade kirin.

Cih: FZH Weiße Rose, Mühlenberger Markt. 1, 30457 Hannover
U-Bahn: Linie 3 u. 7 vom Hauptbahnhof Richtung Wettbergen, Haltestelle Mühlenberg

Dem: 25.10.2003, 15.30

Tel: 0049-1725438667, 0049-1627228315



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]