 |
 |
23.10.2003 - 10:24
Li Qamişloyê çalakiyên ji bo Cegerxwîn didomin
QAMIŞLO (amude.com) - Bi helkeftina derbasbûna 19e salan di ser koçkirina
seydayê Cegerxwîn re û der barî çalakiyên ji bo sedsaliya wî,
Komîteyên 'Sala Cegerxwîn' û 'Vejandina Zimanê Kurdî' doh êvarî
li Qamişloyê ahengek berfireh bi beşdarbûna cemawerekî mezin
li dor gora Cegerxwîn di mala wî de li dar xistin.
Di vê ahengê de, gelek helbestvan, nivîskar, hunermend û siyasetvan di gel hin ji zarok û neviyên Cegerxwîn beşdar bûn.
Di destpêkê de, du melayan çend helbestên Cegerxwîn xwendin. Piştre re hunermenda Itîdal çend helbestên Cegerxwîn, ên ku bûne stran, gotin. Dûra komek ji helbestan û nivîsar ji aliyê Konê Reş, Rifet, Bêwar îbrahîm, Seydayê Keleş û keçek bi navê Viyan hatin xwendin. Piştre helbestvan û lêkolîner Deham Ebdulfetah gotarekî dirêj li dor zimanê kurdî pêşkêş kir.
Hêjayî gotinê ye, ku 'Komîteya Sala Cegerxwîn' û 'Komîteya Vejandina Zimanê Kurdî' ji 19ê vê mehê ve bi çalakiyên wiha radibin, ên ku îro bi dawî dibin.
|
 |
 |