www.amude.com - navenda çanda kurdî


07.01.2004 - 21:40

101 kurd bangî yekdengiya kurdan ji bo paraztina mafê kurdî dikin

STOCKHOLM (amude.com) - Di daxuyaniyekê de, 101 kurd ji seranserî cîhanê helwesta xwe li dijî sîstema li ser bingehê wîlayetan li Iraqê diyar dikin û piştgiriya biryara perlemana Kurdistanê û daxuyaniya Mesûd Barzanî derbarî otonomiya kurdan li Başûrê Kurdistanê dikin. Herweha ew bangî hemû kurdan li seranserî cîhanê dikin, ku yekdengiya xwe ya ji bo paraztina maf û daxwazên xwe xurtir bikin.

Em daxuyaniyê wek ku ji me re hatiye şandin, diweşînin:

Ji hevwelatîyên Kurdistanê re*

Hevwelatîyên hêja,
Cîhana me bi hêvîyên nuh kete sala 2004an. Hêvîyên me kurdan jî ji vê sala nuh hene. Em dixwazin di vê sala nuh de careke din jî dîyar bikin ku îradeya kurdan ya meşrû û birêxistî li gel piştgirîyeke navneteweyî ya xurt, misogerîya pêkanîna van hêvîyan e.

Neteweyê kurd di pêvajoyeke qederguhêr re derbas dibe. Di vê pêvajoyê de parastina destkevtîyên başûrê welatê me, erkeke dîrokî ye. Ji bo ku kurd bikarin bibin xwedîyên pêşerojeke ewle û bêtirs, divê destkevtîyên xwe yên neteweyî yên li her quncikeke welatê xwe, bi her awayî biparêzin.

Em dixwazin dîyar bikin ku hewildanên paraztina desthilata kurdan û avakirina desthilata Iraqa pêşerojê îroj ketiye qonaxeke pir xeter. Em dibînin ku mij û dûmana vê xeterê dixwaze hêvîyên me yên başûr têxe bin hikmê xwe. Plan û provokasyonên pir mezin û cidî di rojevê de ne. Taybetmendîya vê demê -li gel hêvîyên me yên pêşerojê- ji her demê bêtir me dixe taswasê.

Îroj di raya Iraqê ya giştî de, li ser pêşeroja Iraqê û statuya Kurdistana Başûr ya siyasî minaqeşeyeke piralî tê kirin. Xala vê minaqeşeyê ya herî giring, struktura Iraqa pêşerojê ya sîyasî ye û herweha dîtin û daxwazên gelê kurd yên bi taybetî li ser awa û berfirehîya federalîzmê ne.

Gelê Kurd daxwaza xwe ya federalîzmê, bi biryarên Parlamentoya Kurdistana Başûr ve ji sala 1992yan vir de, bi gelek minasebetên cuda anîye zimên. Herweha ev daxwaz berîya şerê Iraqê û piştî şerî jî hatine dubarekirin û endamên Konseya Hikûmeta Iraqê yên kurd daxwazên gelê kurd yên li ser awa û berfirehîya federasyona Kurdistanê pêşkêşî Konseya Hikûmeta Iraqê kirine. Di van rojên dawîyê de ku li ser Qanûna Bingehî, teqwîma amadekirina hilbijartinan û dewirkirina desthilatê ya ji bo hikûmeteke hilbijartî minaqeşe tên kirin, li ser van maf û daxwazên gelê kurd li Kurdistana Başûr, lîstikên sîyasî li gelek deveran û bi awayên cur bi cur, bi asteke hîn tehdîdkar careke din xuya dibin

Îradeya gelê kurd daxwaza xwe, di pêvajoya van minaqeşeyan de pir eşkere daye zanîn. Ev daxwaz jî avakirina komareke federal e ku li ser bingehê neteweyî û coxrafyaya neteweyî ya sîyasî pêk tê. Biryara Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û daxuyanîya Birêz Mesûd Barzanîyî ya dîrokî xeta kurdan ya neteweyî bi awayekî zelal dîyar dike. Pirsa kurdan pirseke sîyasî, welatî û neteweyî ye. Pirs, pirsa welatê Kurdistanê ye, pirsa neteweyê kurd e. Loma jî divê çare li ser bingehê vê rastîyê bête peydakirin û loma jî kurd federalîzmeke coxrafîk, sîyasî û neteweyî dixwazin.

Divê gelê kurd di vê qonaxa dijwar de, li dijî lîstikên cur bi cur hişyar be. Divê bête zanîn ku projeya sîstema wîlayetan feqeke mezin e û tehdîdeke pir cidî ye. Ev proje ji bo pirsa neteweyê kurd bi tu awayî nikare bibe çare; ji rastîya welatî û neteweyîbûna kurdan dûr e, guh nade îradeya kurdan û armanca wê, nehiştina desthilata bi navê Kurdistanê û neteweyê kurd e.

Lê ji alîyê din ve jî em bi serbilindî dibînin ku kurd li dijî hemû desttêwerdanên bi vî rengî, di ber xwe de didin û rêyeke dîyar û xeteke zelal dest nîşan dikin. Îradeya gelê kurd bi israr xuya dike ku ji bo kurdan parastina yekîtîya axa wan, dîyarkirina sînorên welatê wan û li ser navê neteweyê kurd beşdarîya wan ya desthilata Iraqa nuh, xalên bingehîn in. Ev jî li gora biryara îradeya hilbijartî, dikare herî kêm bi federasyonê pêk bê. Loma jî kurd niha qîma xwe bi federasyoneke weha tînin, an na, ji qewlî nûnerên kurdan yên sîyasî, kurd dê mecbûr bimînin ku sîyaseteke serbixwe bidin ber xwe. Em di vê niqteyê de jî dixwazin bawerîya xwe dîyar bikin ku neteweyê kurd dê tu carî destûrê nede pêkanîna planên ku îradeya kurdan ya meşrû paşçav dikin.

Hevwelatîyên hêja,
Em, kesên ku navên wan li binê vê daxuyanîyê ne, dîyar dikin ku sîstema li ser bingehê wîlayetan ji maf û daxwazên kurdan yên meşrû dûr e. Em li pişt daxwazên gelê kurd in û piştgirîya xwe ya ji bo biryara Parlamentoya Kurdistana Başûr û daxuyanîya birêz Mesûd Barzanîyî dîyar dikin. Û herweha em hemû hewildanên ku ji alîyê dewletên mîna Tirkîyeyê û hêzên -çi ereb, çi tirkmen, çi jî kurd- berdevkîya wan dikin rûreş dikin.

Heta ku daxwazên gelê kurd li Başûrê Kurdistanê hem di qada neteweyî û hem jî di ya navneteweyî de meşrûîyeteke hiqûqî nestîne, ango heta ku statuya federasyonê di Qanûna Iraqê ya Bingehî de neyê misogerkirin, divê kurdên welatparêz li hemû deverên cîhanê nekevin aramî û dilrehetîyê.

Em bangî hemû hevwelatîyên kurd dikin û dibêjin ku tifaqa kurdan bi hêzên hevpeyman re çi dibe bila bibe, divê kurd li seranserê cîhanê tifaq û yekdengîya xwe ya ji bo paraztina maf û daxwazên xwe xurttir bikin. Pirsa kurd û destkevtên li başûrê Kurdistanê çi qasî bi xurtî ketibin rojeva hêzên cîhanê yên tayinker jî heta ku ev maf û daxwazên îradeya gelê kurd ya meşrû li başûrê Kurdistanê ji alîyê hiqûqa neteweyî û navneteweyî ve neyê misogerkirin, divê kurd dev ji hişyarbûna xwe bernedin!

101 kurd
Alî Buran, Ali Tuku, Alî Yalin, Ata Ala, Azîz Aliş, Baran Sindî, Bawer Eser, Bayram Ayaz, Berken Bereh, Can Hebeş, Çeko Pekgul, Cemal Bakaç, Cemal Xeznedar, Cemîl Demîrcan, Cemîl Eren, Dara Bîlek, Dara Gêlo, Dara Sonmez, Dîyar Mizûrî, Ebdulbasit Seyda, Edîb Çalkî, Ehmed Hesen, Ekrem Merwanî, Elî Ertaş, Emîn Narozî, Enwer Karahan, Ethem Güner, Evdilrehman Gundikî, Evdilrehman Înal, Eyup Alacabek, Fahrî Olçer, Fatma Kayhan, Firat Cewerî, Hecî Kardoxî, Hesen Ertaş, Husein Muhamed, Husên Duzen, Îbrahîm Seydo Aydogan, Îrfan Baysal, Îrfan Kaya, Loqman Abdulah, Loqman Polat, Lutfî Baksî, M. Elî Yildirim, M. Selîm Bakaç, M. Tahîr Ergun, Mahmud Kîper, Mahmûd Lewendî, Mamoste Nûjen, Maruf Yilmaz, Mehdî Çilgin, Mehmet Bozan, Mehmet Ece, Metîn Kumaraslan, Muhsîn Seyda, Murad Ciwan, Mustafa Aydogan, Mustafa Dîlan, Mustafa Kalpak, Nafî Çilgin, Necdet Gundem, Newzad Hirorî, Nezîr Şemikanlî, Nîmet Aydin, Nurettîn Saraç, Omar Sindî, Osman Aydin, Qado Şêrîn, Rajal Mihemed, Recep Tugrul, Reşît Battê, Rizgar Kêsteyî, Rodî Îlgen, Ronî Elî, Seîd Bêcirmanî, Seîd Kerro, Selîm Acar, Selîm Biçûk, Selwa Gulî, Serdar Roşan, Seydo Kîno, Seyran Duran, Sidqî Hirorî, Silêman Demîr, Silîva Hesen, Sîracettîn Kirici, Sofî Demîr, Suleyman Akkoyun, Şivan Perwer, Şahînê Bekirê Soreklî, Şakir Tutal, Şukran Baksî, Tengezar Marînî, Vîldan Tanrikulu, Xelîl Duhokî, Xelîl Kerro, Xelîl Zaxoyî, Xurşîd Kaplan, Yaqûb Karademîr, Yaşar Abdulselamoglu, Yusuf Polat, Zinarê Xamo

* Di pêvajoya amadekirina vê daxuyanîyê û berhevkirina navan de, me dilşadî bihîst ku herdu hêzên Kurdistana Başûr yên sereke li ser pirsa federalîzmê û Kerkûkê li hevdu kir. Ev jî tê wê mahneyê ku pozîsyona kurdan dê ji bo guftugoyên li ser statuya Kurdistanê û Iraqa pêşerojê, xurttir bibe.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]