 |
 |
04.02.2004 - 12:10
Nameyek bo Hewlêr

Mizgîn Mehmud
|
ELMANYA/BILEFELD (amude.com) - Piştî êrîşên terorîstyane
li dijî kurdan li Hewlêrê, helbestvana kurd Mizgîn Mehmud
helbestek li ser Hewlêrê nivîsand. Em wê li vê derê
diweşînin.
Nameyek bo Hewlêr
Hewlêrê.........
dîsa tu bûyî Dayika Şehîdan
lê her tu avis î.... û tê bînî Egîdan
Hewlêr,
rondikên me bo te îro zelaltir in
ji rondikên kewan
lê her tê bimînî dibistana
keç û lawan
û ta em bijîn
em ê bêjin 'ey reqîb'
û xweş sirûdan
em ê bêjin........
bijî Şehîd, bijî Hewlêr warê xecxecokan
Cejnên me her li me şîn in, Hewlêr
roj bi roj li me pirtir dibin
top û kêr
li hemberî wan divin şêr
Em ê lorîken xwe
bi ava kurdayetî
bikin egid û mêr
Hewlêr,
bo te em ê nameyekê rêkin
em serî qet danaxin
ta bi pênûsên xwe em ê lawan fêr kin.
Hewlêr,
berxê nêr bo serbiirine
berxê mê her tovê jînê
Hela rabe
hela tu megrî û meke şîne
tu rabe û serê xwe bihejîne
û bêje mirin bo me jîn e
hela rabe.............
kiras û xiftanê reş
li bejna te nayê
Hela rabe û xweş ke dile dayê
|
 |
 |