 |
 |
03.02.2004 - 00:15
Ey Xwedan!
QAMIŞLO (amude.com) - Helbestvan û nivîskar Konê Reş
ji bo şehîdên Hewlêrê
helbestek nivîsandiye û tê de gazinên xwe
li Xwedê dike.
Ey Xwedan!
Ji Samî Ebdilrehman, Sewket Şêx Yezdîn, Seed Ebdela, Ekrem Mentiq, Mehdî Xoşnaw,
Xisro Şêra, Şaxwan Ebas û tevên ku bi wan re di roja 01.02.2004an de li Hewlêra
paytext şehîd ketin re, dikim diyarî.
Ji şehîdên azadiya Kurdistanê re,
ji şehîdên cejna qurbana reş re
I
Ey Xwedan!
Heger ola Hz Muhemed
rastirîn û dawîtirîn
ol be,
em gelê kurd ne tenê
ji vê olê ne,
lê belê me gelek
xebat û bizav jê re
pêşkêş kiriye
Di duyemîn qonax de
Selahedîn Eyûbî ev ol
ji talanên xaçparêzan
parastiye
mala pîroz li Qudsê
ji destê firenciyan
rizgar kiriye û
kurd bûn yên ku
rêçekên misilmantiya
Qadirî û Neqişbendî di
Rojhilata Navîn de
belav kirine…
II
Ey Xwedan!
Em jî misilman in,
neyarên me jî misilman in.
Ey Xwedê!
Kî dikare
mirîd sofî feqî û melayan
ji yên kurdan
bêtir bibîne?
Kî dikare
keskên li ber serê gorê
miriyan ji yên
goristanên Kurdistanê
bêtir bibîne?
Kî dikare
şêx beg û mîrekên ku binijadî
xwe dighînin haşimî û qureyşiyan
ji yên kurdan
bêtir bibîne!
Û kî dikare
seyidan ji seyidên çiyayên
Kurdistanê
bêtir bibîne?!
III
Ey Xwedan!
Em jî misilman in û
heger neyarên me hebin, ew jî
birayên me yên misilman in.
Ey Xwedê!
Me ji bo misilmantiyê
gelek tişt kirin û
me ji xwe re tiştek
nekir.
Ma ji navê te û
misilmantiya te re
kir,
xelkê ji xwe re bir
û ji xwe re kir,
xelk li ser pişta me û
misilmantiya te
bilind bûn bûn dewlet
ketin xweşiyan de û
em û misilmantiya te
avêtin…
Em ji misilmantiya xwe
venegeriyan
me dikujin em dibêjin
'em birayên hev ên misilman in'
Ey Xwedê!
Tu li jor î, xweş dibînî
em li jêr in, di rewşek xerab de te bi bîr tînin
û kurkê misilmantiyê
li xwe digerîn in
IV
Ey Xwedan!
Ew kesên ku bazirganî
bi navê te kirin,
bi navê misilmantiya te bilind bûn,
bûn "sultanê dînê islamê"!
Îro neviyên wan bazirganan
ne tenê wek wan dikin,
ji wan xerabtir dikin,
me, kurdên misilman, dikujin
serê me jê dikin û
şerekî qirêj dijberî me
dimeşînin…
Da ku em ne bêjin
'em kurd in welatê me Kurdistan e
zimanê me kurdî ye'
û ji 80ê salî ve
gundên me dişewitînin,
zarokên me dikin kol e,
me sirgûn û mişextî
welatê dinyayê dikin
û ji dûv pişta me
venagerin…
Ku em dest li ber xwe
hiltînin dibêjin:
'Hûn tirkên çiyayî ne,
ne ji mafê we ye hûn
bi xak û welat bin
hûn dûrî mirovayetî û
şaristaniyê ne
hûn terorîst in terrorîst!'
Gelo rast e em terorîst in?
An birayên me yên misilman
terorîs tin?!
V
Ey Xwedan!
Her ku em serê xwe bilind dikin û
li ber xwe didin,
dinya û alem dibêje:
'ev şerê we şerekî qirêj e!"
Em jî dizanin ku
tev şer qirêj in,
lê ku ferece tune be
(desthilanîn fereca xêrê ye),
em jî li fereca xêrê
digerin… û ferece
di dest wan de ye,
rawestadina vî şerê qirêj
di destê wan de ye,
kilît di destê wan de ye…
tevî ku em herdu cih
di misilmantiyê de
birayê hev in,
lê ew birayetiya me jî
naxwazin…
VI
Ey Xwedan!
ji kitikê bizdonektir tune ye
dema ku mirov rê lê teng dike,
ew kitik dibe wek piling û
xwe êrîşî nav çavê
neyar dike,
da ku xwe azad bike.
Em jî
li azadiya xwe digerin…
VII
Ey Xwedan!
ji 80ê salî ve
em li rêka çûk digerin û
ew rêk bi dest me nakeve,
wê rêkê nadine me ku
em tê re bifirin
bi zimanê dê û bavên xwe
biaxifin
dapîr û bavpîrên xwe
nas bikin,
şûnewarên pêşîyên xwe
bi xepêrin;
ji 80ê salî ve
çûk û çivîkên welatê me
bi ber û berikên
tiving û topan
têne kuştin,
di mişextî û zîvariyan de
belav dibin.
Roja îro,
di taxên derdorî Stenbolê de
dor 3ê milyon kurd
kom dibin…
VIII
Ey Xwedan!
em jî misilman in
em jî dixwazin
bi aştî aramî û tenahiyê
li ser xaka xwe bijîn.
Ey Xwedan!
Berzûrî te dibim,
hêvî û lavan ji te dikim ku
çûk û çivîk bi star
di hêlînên xwe de bijîn.
Êdî nema kes darên beriwa
ji ser çiyayên Kurdistanê
bibire…
Êdî nema kes berfa sipî
li ser çiyayên bi mij û moran
sor bike,
pezkovî bê tirs ji nêçîrvanan
li ser çiyayên Cudî, Barzan, Qendîl,
Pîremegrûn û Herekolê Azîzan biçêrin,
şivan û gavan bê tirs ji gur û hirçan
kerî û garanên xwe
di mexelên deşta Sehrezûr, Ormiya
û Silîvan de mexelkin…
IX
Ey Xwedan!
Em jî li aştî, aramî û tenahiyê
digerin..
Em jî misilman in!
Em jî aştîxwaz in!
02.02.2004
|
 |
 |