 |
 |
10.10.2003 - 01:59
Panoramayek di deryaya lehengekî ji lehengên gelê kurd de
Têkoşer û torevan Osman Sebrî wek nimûne
Konê Reş - Qamişlo
kone-resh@amude.com
"Parastin û geşkirina xwendin û nivîsandina kurdî li ser milê her Kurdekî dilsoz
û welatparêz e, bi taybetî xwendayên me, çûnkî ziman roleke giring di jiyana her netewekî de
dimîne. Zimanê me jî gelekî li paş de ye, û gereke em bi zimanê xwe mijûl bibin,
hingê em qenciyê li xwe dikin..."
Osman Sebrî
(Kovara Pêşeng, hejmar 5/1984)

Osman Sebrî
|
Mirov ji ber xwe ve nabin leheng û her roj leheng çê nabin. Dibe ku di nav miletekî
de nifşek derbas bibe û Xwedê lehengekî di nav lingê dayikekê de ji wî nifşî
derbas neke, ew nifiş stewir bimîne; û dibe ku di nifşê miletekî de
gelek dayik lehengan bînin..
Gel jî mirovên ne leheng nake leheng. Heger teraziya dîrokê gel be, teraziya gel jî ji zêr e; gel bi wê teraziya xwe ya zêrîn lehengên xwe dibijêre û navê wan di bîr û baweriya xwe de tomar dike û bi demê re xebat û bizava wan lehengan jê re dibe dîrok.
Ne gereke ez navên lehengên gelê kurd bibêjim, ewên ku navên wan di hişê her Kurdekî dilsoz û xemxur de hatiye tomar kirin; ewên ku di zindanan de, di bin şert û mercên dijwar de li ber xwe dane..
Lê wek nimûne, bi helkeftina derbasbûna 10 salan di ser koçkirina Apo Osman Sebrî re, ez wî wek lehengekî gelê kurd dibînim û vê panoramayê wek wefadarî ji giyanê wî re pêşkêş dikim.
*********************************
Di roja 11.10.2003ê de, 10 sal di ser koçkirina Apo Osman Sebrî re derbas dibin, ev mirovê ku di tevayî Kurdistanê de wek siyasetvanekî, têkoşerekî, torevanekî û rewşenbîrekî kurd hatiye nas kirin.
Osman Sebrî di nav tevgera rizgarîxwaz a gelê kurd li Sûryayê û tevayî Kurdistanê de navekî sereke û belû ye. Vî lehengî bi tev şiyanên xwe bervedêrî di ber mafê gelê Kurdistanê de kiriye. Ji destpêka xortaniya xwe û ta bi rojên xwe yên dawî, ango di 88 bûharên xwe de, bi vîneke ku nayê tewandin, li ber xwe daye û ranewestiyaye.
Ew jî li ser vê rêbazê gelek caran ji rex dagîrkerên Kurdistanê ve hatiye girtin û sirgûn kirin û tevaya jiyana xwe di mişextî û zîvariyan de derbas kiriye.

Osman Sebrî di sala 1985ê de
|
Osman Sebrî di roja 05.01.1905ê de li Kurdistana Bakur, gundê Narincê, qeza Kextê ji wîlayeta Adîyeman (Semsûr) çê bûye; bavê wî wek axayê hoza Mirdêsan dihat nas kirin.
Di 11e-saliya wî de, bavê wî koça dawîn kiriye, di peyre jî dayika wî. Vêca mamê wî Şûkrî bi kar û barê hoza Mirdêsan ve rabûye, hem jî biraziyê xwe Osman bi delaliyeke mezin xwedî kiriye. Di wan salan de, Osman Sebrî xwendina seretayî li ber destê mamoste Îsmaîl Efendî bi dawî aniye, pê re pê re jî hez pirtûkên dîrokî û helbestan kiriye; belê dûrî dibistanê çûye û li kêleka mamê xwe Şûkrî bi kar û barê hozê ve rabûye.
Osman Sebrî ji şoreşa Şêx Seîdê Pîran re wek dîdevanekî bû; di sala 1925ê de, di vê şoreşê de dû apên wî bi tewana beşdarbûnê li Amedê (Diyrbekirê) hatine bi dar vekirin. Ew jî bi gunehê şoreşê dû carî hatiye girtin û zindan kirin...
Di sala 1930î de, piştî ku binxetî Sûriyayê bûye û bûye endamek ji endamên Komela Xoybûn, wî ji hêla Berazan ve (Kobanî) beşdarî di Şoreşa Agrî de kiriye, lê mixabin hevalên wî ew ji pişt dane alî û bi paş de vegeriyane.
Piştî herifandina Şoreşa Araratê, berê xwe daye Kurdistana Başûr, da ku navbera Barzaniyan û Berzenciyan xweş bike. Lê mixabin li wir jî tev hewildanên wî beravêtî derketine.
Osman Sebrî di navbera sala 1926ê ta sala 1971ê, ango di navbera 45 salan de, 18 caran
hatiye girtin û zindan kirin. Ew girtin di navbera rojan ,mehan û salan de bû. Yekemîn
car di sala 1926ê de li Amedê hatiye girtin û ceza xwe di zindana Denzlî de derbas kiriye,
ta bihara 1928ê. Di payîza 1928ê de, careke din di gel 26 axayên Kurdan bi gunehê ku karê xwe
û şoreşekê dikin hatiye girtin û piştî 7 heyvan ji zindana Meletya hatiye berdan.
Li Iraqê jî du caran hatiye girtin, carekê ji zindana Mûsilê reviya ye, cara din karbidestên
ingilîzî ew spartine hikûmeta firensî, ya ku Sûrya dagîr kiribû. Wan jî ew - wek
tevayî endamên Komela Xoybûn - li Şamê xistine bin rûniştina zorê de..

Osman Sebrî li gel malbata xwe
|
Di sala 1935ê de, du carî li Libnanê hatiye girtin û di eynî salê de ew sirgûnî girava Medegeşker li Efrîqiya kirine û salekê lê maye.
Li Sûryayê 12 caran hatiye girtin, cara paşîn salûnîvekê di zindana Kelehê de li Şamê razaye. Piştî ku vê carê ji zindanê hatiye der, di sala 1971ê de êdî ji nû ve li mala xwe li Şamê rûnştiye, xwe dûrî karê siyasetê kiriye û dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiriye.
Bi weşandina kovara Hawarê re di gulana 1932ê de, ew piştî Qedrî Can duyemîn kes bû, ku ew kovar bi berhemên xwe xemiland, û ji wê hingê ve berê xwe da warê nivîsandina bi zimanê kurdî û li kêleka Bedirxaniyan sekinî, beşdarî di tev kovar û rojnameyên wan de kir, wek Ronahî, Stêr û Roja Nû. Hêjayî gotinê ye, ku - li gor ku Mîr Celadet Bedirxan gotiye - Osman Sebrî yekemîn kes bû, ku ziman û nivîsandinên wî ji yên tev nivîskarên wê hingê tekûztir, rastir û xweştir bûn.
Di sala 1938ê de, yanek li Şamê bi navê 'Yana Selahedîn a Rewşenbîrî û Werzişî' damezirand.
Di sala 1942ê de, li Şamê 'Yana Kurdistan' vekir.
Di sala 1949ê de, 'Yana Henano'
Di sala 1954ê de, 'Yana Cezîrê'
Osman Sebrî di van kulûp û yanan de, xort û keçên Kurdên Şamê fêrî xwendina zimanê kurdî dikirin.
Di 14.06.1957ê de, wî di gel çend ronakbîrên kurd, mîna Dr. Nûredîn Zaza, Reşîd Hemo, Hemîdê Derwêş û hinên din, yekemîn partiya kurdî li Sûryayê damezirand û serokatiya wê partiyê kir.
Di 16e-saliya wî de, apê wî Şûkrî ew zewicandiye; ji wê jinê kurek bi navê (Welato) jê re çê bûye (Welato di sala 1970î de li welat hatiye kuştin). Di sala 1944ê de, li Şamê careke din jineke çerkesî ji xwe re aniye; ji wê jinê sê kur (Hoşeng, Hoşîn û Heval) û du keç (Hingûr û Hêvî) çêbûne. Belê Kewê, ya ku her dem pê re bû, keça birayê wî ye.
Osman Sebrî bi navê APO di nav gelê kurd de hatiye nas kirin; Rewşen Xanim Bedirxan ev nasnav lê kiriye, ji ber ku wê bi çavekî mezin li Apo Osman Sebrî mêze dikir û rêzgirtineke zor jê re digirt.
Osman Sebrî di roja 11.10.1993ê de li Şamê, di mala xwe de, koça dawîn kir. Di roja bi du de, termê wî guhestin gundê Berkevirê, navça Derbasiyê, û ew di goristana şehîdan de veşartin.
Ji berhemên Apo Osman Sebrî:
Bahoz (1956)
Derdên me (1956)
Çar Leheng (1984)
Di gel ku wî du Alfabeyên kurdî jî behev kirine
Di sala 1981ê de li Elmanyayê komek hebestên wî ji rex Hemereş Reşo ve hatine çap û belav kirin.
Sed rehmet li canê wî û canê tev şehîdên rêka axzadiya Kurdistanê bibare.
|
 |
 |