www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela destpêkê

04.12.2002

Di 24 saliya koçkirina Mîr Dr. Kamîran Elî Bedirxan de

Konê Reş - Qamişlo


Mîr Dr. K. Bedirxan
Îro berî 24 salan, di roja 4-12-1978an de, mîrê doktor Kamîran Elî Bedirxan li Parîsê koça dawîn kir.
Bi koçkirina wî, stêrek geş û bi ronahî di asmanê welat de rijiya.

Belê degvedana navê wî , hêza hunerê wî û pîş û sazên wî di nav gel de hatine çandin û xweş ber dane...

Dr. Kamîran, neviyê Mîrê Cezîra Botan bû, mîr Bedirxanê Ezîzî (1802-1868) yê ku îsal (200) sal di ser zayîna wî re derbas bûne bêyî ku em wî bi bîr bînin...

Kurê Emîn Alî Bedirxan bû (1851-1926) yê ku ji kesên pêşîn bû ku komele li Stenbolê avakirin. Kamîran di roja 21ê tebaxa 1895an li Stenbolê çêbûye, xwendina xwe li Stenbolê xwendiye û di 17 saliya xwe de beşdarî Şerê Beqanê bûye. Di sala 1919an de bi birayê xwe Celadet û Ekremê Cemîl Paşa û Mêcer Newêl yê inglîzî re ji bo daxwazên gelê kurd li Kurdistanê geryaye. Berî ku peymana Sîverê bê morkirin, û ji encamên wê gerê, ev hersê Bend ji bo Kurdan hatin danîn: 62, 63 u 64.

Piştî ku Kemalî ketine Stenbolê û fermana Bedirxaniyan belav bûye, Kamîran çûye Almanya, li wir xwendina xwe ya bilind bi dawî aniye û vegeryaye Rojhilata Navîn. Hingê Li Beyrûtê du kovarên bi navên “Stêr” û “Roja Nû” weşandine. Vê paşiyê çûye Parîsê û di zanîngeha Sorbonê de xebitîye.

Dr. Kamîran buhiştî bi gelek zimanan zanî bû û gelek pirtûk li ser kîşeya gelê xwe nivîsandine .

Di di roja 4-12-1978an, Dr. Kamiran Bedirxan li Parîsê çû ber dilovaniya Xwedê.

Bi vê helkeftinê ez vê hebesta Omerê Xeyam ku wî wergerandiye zimanê kurdî diyarî canê wî dikim:

Ji hatin û çûna me, kar çiye
Berê hêviya jîna me li ku ye
Di çerxa jînê de çend mirovên pak
Şewitîn û ax bûn, ma dû li ku ye


04.04.2002
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]