www.amude.com - navenda çanda kurdî


25.06.2003 - 23:25

Piştgiriya zarokên kurd bi helbestekê

QAMIŞLO (amude.com) - Helbestvan û nivîskarê kurd Konê Reş bi helbestekê piştgiriya xebata zarokên kurd di Roja Cîhanî ya Zarokan de dike.

Em zarokên Kurda ne
Ji bê pirsî winda ne
Kesî haj me tunî ne
Va em jî reben ma ne

Cejna zarokên cîhan
Ji mafê me ye dîlan
Em jî bi kêf û şadî
Bi raqisin bi lîlan

Lê mixabin sed carî
Jiyana me reştarî
Ya heval û hogiran
Buhar li wan dibarî

Zimanê dê qaçax e
Bav bi nalîn û wax e
Wa Netewên Yekgirtî!
Ji vê rewşê me daxe

Kurd ne hov û bela ne
Em jî zarokên wa ne
Daxwaza me aştî ye
Çima bi we giran e ?!

Gelî zarokên cîhan
Bîst û pêncê cehzeran
Cejna me mendala ye
Ji bil zarokên Kurdan

Ji mafê me jî azadî
Bi cejin û kêf û şadî
Bi yarî û nûcil bin
Bilind bangkin azadî

Çima wisa em dîlin
Weha em ne li bîrîn
Wa Netewên Yekgirtî!
Em zarok in hêsîrin

Armanca me aşîtî
Hezkirin û biratî
Gunehê me çi heye
Kîn û pevçûn hilatî



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]