 |
 |
10.07.2003 - 10:30
Bibîranîna Diyar Doskî bi helbestekê

Diyar Doskî
|
QAMIŞLO (amude.com) - Doh, çil roj li ser mirina
rewşenbîrê kurd Diyar Doskî re derbas bûn.
Helbestvan û nivîskarê kurd
Konê Reş Doskî bi helbestekê bi bîr tîne.
Jiyan bêbext û ewle ye
Ji giyanê Diyar Mihemed Seîd Doskî re diyarî
Dosto..!
Deh sal derbas bûn
Reşbelek bi dûv reşbelekê de
Tixûb derbas dikirin û
Bi saya te û wan reşbelekan
Dostanî fireh bû:
Reşbelek ji Dr. A. Botanî,
Mûsediq Tovî û Selah Hirorî...
Ji bo yek armancê
Yek omîdê
Yek rêbazê û
Yek Kurdistanê
Di hatin hinartin...
Dosto..!
Bi saya te
Dihok û Qamişlo
Bi hev re hatin
Hunandin
Hesîb û Serbest
Di bin barê
Metîn û reşbelekan de
Westiyan westiyan
Dosto..!
Bi saya te
Di van deh salan de
Bi dehên reşbelekan
Bi dehên pirtûkan
Bi dehên gotaran
Bi dehên helbestan û
Bi dehên kul, êş û
Janên kurdewariyê
Li Qamişo û Dihokê
Hatin nivîsandin û
Di nav rûpelên Metîn de
Belav dibûn..
Dosto..!
Bi saya te
Me Nalbend
Ji nêzîk ve naskir
Serboriya Enwerê Mayî
Ji nû ve xwend
Salih Elyûsifî û
Behaeldîn Amêdî
Di huşê me de hatin çesipandin..
Dosto..!
Rast e
Di van deh salan de
Du carî çavên me
Bi dîtina hev
Hatine kil kirin
Belê me deh qat
Dilsoziya hest
Wefadariya rêbaza Barzanî û
Bê layena kurdewarî
Di kesayetiya te de naskir
Belê mixabin û
Sed carî mixabin
Qeder bêbext û ewle ye:
Çawa darek bi ber
Di salek bi ber
Buharek bi ber û
Rojin dîrokî de
Qurquçand
Gelo çima qurquçand..?!
|
 |
 |