www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela destpêkê

18.05.2003 - 01:36

Komele, dibistan, kovar û rojnameyên ku Bedirxaniyan damezirandine û beşdarî wan bûne

Konê Reş - Qamişlo
koneresh@hotmail.com



Konê Reş
Ez ne bawer im ku tu malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî î ji dil û can xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribûn û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribûn.
Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirgoniyê de dijiyan, lê wan qet Kurdistana xwe, warê bav û kalên xwe jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê kurd di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirgoniyê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn, bi gotin û kirinê dixebitîn, çi di warê civakî û rewşenbîriyê de, û çi di warê siyasî de, û wiha tev di sirgoniyê de dûrî xaka Cizîra Botan mirin.

Her û her daxwaza wan pêşxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû û wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.


De werin emê li vê panoramayê mêzekin û pêlekê di nav komele, dibistan, kovar û rojnameyên Bedirxaniyan de xwe mijûl bikin:

A. Komele

1. Kurd teawin û tereqî cemiyetî
Ev yekemîn komeleya kurdî ye ku tê damezirandin; yek ji hîmdarên wê yên sereke Emîn Alî Bedirxan bû, ev komele di sala 1908an de li Stembolê hatiye vekirin.

2. Komeleya "Kurd teşkîlat ictîmaiye cemiyetî"
Hîmdarên vê komeleyê xurû Bedirxanî bûn, ev komele di sala 1911-1910an de li Stenbolê vebûye

3. Komeleya "Kurd neşrî mearif cemiyetî"
Yek ji hîmdarên vê komelê Mîr Ebdirehman Bedirxan bû , ev komele di sala 1910an de li Stenbolê hatiye damezirandin

Destûra "Civata alîkarî ji bona belengazên Kurdan li Cizîrê" "Kurd neşrî mearif cemiyetî"
4. Komeleya "Gihandin"
Komeleya kurdî ya rewşenbîrî bû ji bo belavkirina zanînê, ev komele di sala 1912an de li bajarê Xoyê li Kurdistana Îranê, ji rex Mîr Ebdirezaq Bedirxan ve û bi alîkariya Simko Axa Şikakî hatiye vekirin.

5. Komeleya "Kurdistan Îstiqlal komîtesî"
Ev komele di sala 1920an de li Qahîre ji rex Mîr Sûreya Emîn Alî Bedirxan ve hatiye damezirandin.

6. Komeleya "Xoybûn"
Ev komele di sala 1927an de li Beyrûtê hatiye damezirandin, yek ji hîmdar û serokên wê Mîr Celadet Bedirxan bû.

7. Komeleya "Dostaniya Kurd û Ermeniyan"
Ev komele di sala 1914an de li Sant Peteresborgê ji rex Mîr Ebdirezaq Bedirxan ve hatiye ava kirin.

8. Civata alîkarî ji bona belengazên Kurdan li Cizîrê
Ev komele di sala 1931ê de li Şamê hatiye damezirandin, yek ji hîmdarên wê yên sereke Mîr Celadet Bedirxan bû û wî bi xwe nîzmnama bingehîn û hûndirîn jê re danî û di sala 1932an de bi kurdî û fransî û erebî çapkir.


B. Dibistan

1. Dibistana Stenbolê
Ev dibistan di sala 1910an de li Stenbolê ji rex Komeleya "Kurd neşrî mearif cemiyetî" û "Komeleya Kurdî ji bo belavkirina zinînê" hatiye vekirin, bi alîkariya diravî ji Mîr Ebdurehman Bedirxan û rêvebiriya wî.

2. Dibstana Xoyê
Ev dibistan di sala 1913an de li Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Xoyê, ji rex Mîrê şehîd Ebdirezaq Bedirxan ve û bi alîkariya Simko Axa Şikakî hatiye vekirin.

3. Dibistana Teblîsê
Ev dibistan di sala 1929an de li bajarê Teblîsê ji rex Mîr Kamil Bedirxan ve (1934-1872) hatiye vekirin.

4. Dibistana Beyrûtê
Ev dibistan di sala 1943an de ji rex Mîr Dr. Kamîran Bedirxan ve li Beytrûtê ji bo fêrbûna zimane kurdî ji mişextî û sirgûnkiriyên li Libnanê hatiye vekirin.

5. Dibistana Şamê
Di salên 1930î de di ber weşandina kovara Hawarê de, Mîr Celadet Bedirxan dibistanek li Şamê vekiribû bi navê dibistana (Kurdistan). Ev dibistan li taxa Kurdan bû, nêzîkî mala Xalid Bekdaş. Hêjayî gotinê ye ku wê hingê bi saya Mîr Celadet çend dersexane û dibistan li Cizîrê jî vebûn wek: Tilşiîrê, Talikê, Qeremanê û Endîwerê.

6. Beşê kurdî di Instîtuya Rojhilatnasan li bajarê Saint Petersburgê
Ev beş bi saya şehîd Mîr Ebdirezaq Bedirxan hatiye vekirin. Mîr Ebdirezaq Bedirxan (1918-1864) di sala 1918an de ji rex waliyê Mûsilê Silêman Nezîf ê kurd ve hat bi dar vekirin û ew di goristana biyaniyan de hatiye veşartin.

7. Instîtuya Kurdî li Parîs
Di sala 1974 an de, Mîr Dr. Kamîran Bedirxan Komeleya "Frensa-Kurdistan" ava kiribû, ji dostên vê komeleyê gelek rewşenbîrên bi nav û deng hebûn, wek: Jean Paul Sartre, Sîmon Dîbavor, Maxime Rodinson û gelekên din. Piştî koçkirina Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di sala 1978an de û hatina partiya sosyalîst a fransî li ser hûkm di sala 1981ê de, rê li ber komeleya (Fransa-Kurdistan ) hat vekirin ku bibe Instîtuya Kurdî û wiha Instîtuya Kurdî li Parîs hat vekirin, ew jî bi saya Dr. Kamîran Bedirxan.

8. Komeleya xeyrî ya kurdî li Beyrûtê
Ev civata xeyrî di sala 1968an de li Beyrûtê bi saya peywendiyên Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û dostaniya wî bi malbata (Elsulih) re hat vekirin.

9. Instîtuya Waşington a Kurdî
Ev instîtu ji berî çend salan ve hatiye vekirin, yek ji hîmdarên vê instîtuyê yek ji neferên malbata Mîr Bedirxan e, şaxê Yezdan Şêr, navê wî Seyfidî ye.

10. Civata Selahedîn Eyûbî li Emmanê (Urdin)
Yek ji hîmdarên vê civetê jî Selîm Bedirxan e, ew jî ji neviyên Yezdan Şêr e.

Dawî hêjayî gotinêye ku bi saya Mîr Dr. Kamîran Bedirxan gelek komeleyên dostaniyê di navbera gelê kurd û yên ewropî de hatine ava kirin. Hem jî Dr. Kamîran Bedirxan di Şoreşa Êlonê de wek nûnerekî bû ji şoreşê re li Ewropa û bi navê şoreşê û Berzaniyê nemir diaxivî.

C. Kovar û Rojname

1. Kurdistan (1898)
Rojnameyeke 15 rojî bû, cihê weşandina wê ji hejmara 1-5an li Qahîra bû, xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bû, hejmarên mayî ji 6-31ê xwediyê wan Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, birayê Mîr Miqdad , cihê weşandina wan ji 6-19 an li Cinêvê çap bûne; ji 23-20an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara 24an li Londonê çap bûye; hejmarên 29-25 li Folkostonê û herdu hejmarên dawîn li Cinêvê çap bûne; hejmara 1ê di 22ê nîsana 1898an de derçûye û hejmara dawîn (3 ) di 14 ê nîsana 1902an de.

2. Omîd (1900)
Rojnameye 15 rojî bû , cihê weşandina wê li Qahîra bû , xwedî û berpirsyarê wê Mîr Mihemed Salih Bedirxan bû( 1915 _ 1874) , hejmara ( 1 ) ê di êlûna 1900 î de çapbûye.

3. Kurdistan (1908)
Rojnameyeke kurdî û tirkî bû, cihê weşandina wê li Stenbolê bû , xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan (1938-1883) , an Ehmed Sûreya Emîn Alî Bedirxan bû , hejmara (1) ê di sala 1908an de, ya dawîn di 13ê nîsana 1909an de derketiye.

4. Kurdistan (1912)
Kovareke kurdî û tirkî bû, cihê weşandina wê li Urmiya bû, xwedî û berpirsyarê wê şehîd Mîr Ebdirezaq Bedirxan bû; hejmara (1)ê di sala 1912an de çap bûye; ya dawîn di sala 1914an de; di sala 1913an de piştî ku Mîr Ebdirezaq çûye Saint Petersborgê, Simko Axa bi berpirsyariya wê rabûye.

5. Yekbûn (1913)
Rojnameyeke kurdî û tirkî bû, di hefteyê de du caran dihat weşandin; cihê weşandinê Stenbol bû; di sala 1913an de hejmara (1) ê derketiye; xwedî û berpirsyarê wê Mihemed Salih Bedirxan bû, bavê Xanim Rewşen Bedirxan.

6. Jîn (1916)
Kovareke 15 rojî bû; bi kurdî û tirkî bû; cihê weşandina wê li Qahîra bû; di sala 1916an de derketiye; xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan bû.

7. Hawar (1932)
Kovareke kurdî û fransî bû; her 15 rojan derdiket; cihê weşandina wê Şamê bû; hejmara (1) ê di 15ê gulana 1932an de derketiye, ya dawîn (57) di 15ê tebaxa 1943an de; xwedî û berpirsyarê wê Mîr Celadet Alî Bedirxan bû; yekemîn car li ser rûpelên vê kovarê kurdiya bi tîpên latînî hatiye bi kara nîn, û ji wê hingê ve Kurd bi kurdiya latînî dinivîsînin.

8. Ronahî (1942)
Kovareke mehane bû, xurû bi kurdiya latînî bû; hejmara (1) ê di 1ê nîsana 1942an de derketiye; xwedî û berpirsyarê wê Mîr Celadet Alî Bedirxan bû.

9. Roja Nû (1942)
Kovara Stêr
Rojnameyeke hefteyî bû, bi kurdî û fransî derdiket; cihê weşandinê li Beyrûtê bû; hejmara (1)ê di 3ê gulana 1943an de derket, hejmara dawîn (73)an di nîsana 1946 an de; xwedî û berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bû.

10. Stêr (1943)
Rojnameyeke xurû bi kurdiya latînî bû, wek zêdeya Roja Nû bû; cihê weşandinê li Beyrûtê bû; hejmara (1) ê di çileyê berê de, sala 1943 an de derketiye, hejmara dawîn (3)an di 22ê çêrya berê de, sala 1945an de derketiye; bitenê 3ê hejmar ji vê rojnameyê hatin weşandin; xwedî û berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bû.


Di vê sala pîroz de ,105 sal li ser rojnamevaniya kurdî re derbas dibin. Hezar silav li giyanê tev neferên malbata Bedirxaniyan bibare, buhişt cih û warê wan be!
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]