www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela destpêkê

01.01.2003 - 18:32

"Ger yekîtî nebe, ne dîn dimîne ne jî dewlet"

Dr. Kamiran Bêkes
kamiranbekes@hotmail.com



Dr. Kamiran Bêkes
Ji roja ku Kurdistan bi darê zorê û li dijî vîna gelê kurd di navbera herçar dewletên dagirker de hatiye dabeşkirin, paşeroj û çarenûsa gelê me li her perçakî ketiye bin destê rêjîmeke ji ya din şovenîtir û nijadperestir. Ji hingê ve ev herçar dewletên dagirker, bi hemû şêweyên leşkerî, rêzanî, derûnî û hwd. hewil didin ku miletê Kurd ji holê rakin; kesayetiya wî ya taybet biperçiqînin û di çarçewa erebkirin, turkirin û fariskirinê de bipişêfin. Ji dest vê siyaseta hov û dirinde ya şoven û nijadperest, gelê Kurd ligel hemû sermiyanên xwe yên aborî, şaristanî û çandî toşî dijwartirîn şer û êrişên tunekirinê bûye û hîn jî dibe, û ew, mixabin, li sedsala bîst û yekê - sedsala azadî, demokrasî û wekheviyê hîn ji seretayîtirîn mafê mirovî bêpar maye. Lê, li hember vê zor, stem û nedadmendiyê, li hember vê bindest û çewsandinê gelê Kurd çi li vir û çî li wir destgirêdayî nema; gelek şoreş, serhildan û raperîn pêk anîn û tu carî ji ya xwe nehat xwarê û dest ji xwe berneda.

Li Rojavayê Kurdistanê jî, ku di bin destê Sûriyê de ye, rewş her weha ye. Ta îro roj jî hebûna Kurdan, ku li Sûriyê gelê didoyê ye, têt bincilkirin; zimanê me, ku zimanê %12 ji xelkê Sûriyê ye bi darê zorê têt qedexekirin; çand û folklora me toşî şerê tunekirinê dibe; mirov û xebatkarên me bi awayên remekî têne girtin û zindankirin; xwendekar û karkerên me ji xwendegeh û karistanan bêguneh û bi awayekî remekî têne derkirin… Bi kurtî, di sedsala 21-ê de, ku bi sedsala azadî, demokratî û wekheviyê hatiye binavkirin, hîn li Sûriyê - weke perçên din ên Kurdistanê - li me qedexe ye ku em bêjin: Em hene yan em Kurd in, ji ber ku li gor destlata şoven û nijadperest li vî welatî - ku divê welatê Ereb, Kurd û hindikahiyên netewî yên din be - tenê Ereb hene; tenê erebîtî, erebîtî û hew…!
Bi ser her tiştekî de hîn ji sedî deh (%10) ji xelkê me yê kurd li Sûriyê ji mafê hemwelatiyê û nasnamehebûnê bêpar e. Erê, hîn li Sûriyê - tersî benda yekê ji Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovî - mirovê kurd bindest û ji maf û rûmetê bêparkirî ji dayik dibe; hîn mirovê kurd li Sûriyê ji seretayîtirîn maf, mafê hebûna kesayetî û nasnameyekê, bêpar tête cîhanê û wisa jî bêçar e ku "jiyana" xwe bidomîne. Sedema vê yekê jî tenê ew e ku ev mirov ji diyeke Kurd e, dê bi Kurdî baxêve; dê xaka bav û kalên xwe şên bike û hebûna Kurdan ya ji berê û paşê de li ser vê xakê biçespîne û derewa şovenistan, ku dibêje Kurd li Sûriyê tune ne, pûç û riswa bike.
Belê, tevî ku nayê bawerkirin, hîn ji sedî deh (%10) ji xelkê me yê kurd li Sûriyê ji mafê hemwelatiyê û nasnamehebûnê bêpar e, tevî ku benda 15-ê ji Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovî (DGMM) bi aşkereyî wisa radigihîne ku:

1. Herkesî maf heye bibe xwediyê hemniştîmaniyekê.
2. Nabe ji tukesî bi awayekî remekî hemniştîmaniya wî bête standin, ne jî dibe ji mafê guhartina wê bête bêparkirin.

Ne tenê wisa, bi ser de hîn di sedsala 21-ê de jî hebûna Kurdan, ku li Sûriyê gelê didoyê ye, têt bincilkirin; zimanê me, ku zimanê %12 ji xelkê Sûriyê ye bi darê zorê têt qedexekirin; çand û folklora me toşî şerê tunekirinê dibe; mirov û xebatkarên me bi awayên remekî têne girtin û zindankirin; xwendekar û karkerên me ji xwendegeh û karistanan bêguneh û bi awayekî remekî têne derkirin… Bi kurtî, tevî ku em çawa bi kurdîtiya xwe wisa bi nasnama xwe ya sûrî şanaz û serbilind in, lê ne ji mafê me ye ku em bêjin: Em hene yan em Kurd in, ji ber ku li gor destlata Bee's a şoven û nijadperest li vî welatî - ku divê welatê Ereb, Kurd û hindikahiyên netewî yên din be - tenê Ereb hene; tenê erebîtî, erebîtî û hew…!
Li hember siyaseteke weha di şovenî û nijadperestiyê de berdewam, helbet, mafê gelê Kurd e ku bi hemû awayan hebûna xwe, kesayetiya xwe ya taybet û serbixwe, berjewendiyên xwe û paşeroja xwe biparêze û xwedî lê der keve; mafê gelê Kurd e ku bi hemû şiyan û karîna xwe dengê xwe bigihîne cîhanê, siyaseta şoven riswa û rûreş bike û dostan ji xebata xwe ya rewa û dadmend re peyda bike, da ku rojekê zûtir Kurd jî, weke hemû gelên cîhanê, li ser xaka bav û kalên xwe azad û serbest bijîn û taybetmendiyên xwe yên netewî biparêzin û pêşve bibin. Di vî warî de helbet xwepêşandana Kurdan a li pêş Perlemana Sûriyê, roja 10.12.2002-an, yek ji alavên herî rewa, aştiyane, demokrat û destûrdayî ye. Bê guman li gor hemû yasa û peymanên navnetewî ji mafê gelê kurd de jî ku di xebata xwe ya netewî-demokrat de hertim alavên weha bikar bîne.

Gelê kurd li Sûriyê ji mêj ve li benda çalakiyeke weha ye; ji mêj ve li benda wê yekê ye ku wêrekî û cegersojiya destpêka salên nodî dubare bibe, gava daxuyanî bi dîwaran ve dibûn, gava şahiyên Newroza 94-an tevî hemû gefûgurên destlatê hatin gêran û lidarxistin, gava pîvana kurdayetiyê ya tek û tenê xwedîderketina li êş, doz û vîna gelê kurd bû… Gelê me ji mêj ve li banda wê yekê ye jî, ku partiyên me ser û ber li sedem û buhaneya hebûna xwe xwedî der kevin û wê di ser hertiştekî din re bigrin. Gelo, ma hebûna partî û rêxistinên kurd - serûber - ne encameke xurustî ji çewsandin û bindestiya gelê kurd re ye? Ango rastî ew e ku kurdayetî armanc e û partiyetî hokar e. Ma dibe mirov yan partiyek - kî dibe bila bibe û bi çî buhaneyê dibe bila bibe - sedem û egera hebûna xwe ji bîr bike û ji xebat û têkoşîna xwe re neke aramnca herî sereke û girîng?!
Lewre ji bo yekirina gotara (xîtaba) kurdî li Sûriyê ez dibînim ku erk û stûbarî tenê ew e ku tevgera me di pileya pêşîn de li viyan, daxwaz û berjewendiyên du milyon Kurdên ku li Sûriyê, li ser xaka bav û kalên xwe, ji berê û paşê de dijîn xwedî der keve. Weha be, tevger li hebûna xwe jî xwedî der dikeve. Nexêr, buhaneya hebûna wê nîne. Wate ew e ku divê hemû helwestên me, têkiliyên me, nêrîn û nirxandina me ji destlatê re, nivîsandinên me, rabûn-rûniştina me, danûstandinên me û hertiştê me li ser bingeha parastina hêvî, daxwaz û berjewendiyên gelê kurd li Sûriyê be.

Ji aliyekî din ve divê em xwe nexopînin û nebêjin ku bi bergeran maf dê bên standin an destlata şoven dê bête "nermkirin" û ji geftûgoyan re amadekirin. Na û sed carî na. Lew giramiya her malbet, netewe an tevgerekê berî hertişî ji hêza wê, ji yekîtiya navmala wê û ji gotin û helwesta wê ya rasteqîn têt.
Belê divê em xwe nexopînin û nebêjin ku destlata şoven hinohino nerm dibe. Na û sed carî na. Di vî warî de çavsoriya rêjîma şoven li hember wê çalakî û xwepêşandana nirxbuha û aştiyane, ya ku Partiya Yekîtî ya Kurd bi boneye Roja Gerdûnî ya Mafên Mirovî li pêş Perlemana Sûriyê li dar xisti bû, beloqtirîn nimûne ye. Me tevan bihîst çawa destlata şoven ji dêvla ku guh bide vîn û daxwazên rewa û dadmend yên gelê me û hewil bide ku bi awayên demokrat û nûjen li çareserkirina doza kurd bigere, bi awayekî kirêt û hov herdu rêzdar Merwan Osman û Hesen Salêh, endamên komîteya rêzanî ya Partiya Yekîtî, girtin û xistin zindanê.
Ev gava çavsor, bê guman, xuya û aşkere dike ku destlata sûrî hîn dixwaze xwe dûrî hemû guhartinan bigre, yên ku li seranserî cîhanê roj bi roj di rajeya maf û azadiyan de diqewimin, û bi serhişkî bervedêriya bîrdozên xwe yên zingarî û kufikî bike. Lê bila şoven û nijadperest baş bizani bin ku tu hêz û şiyan - herwekî Gandî dibêje - nikare miletekî, ku amade ye her tiştekî ji bo azadî û serbestiya xwe bike qurban, heta bi heta bindest û bêmaf bihêle. Roja azadî û serbestiya miletan bi bêjingên dagirkeran ên kufikî nayê girtin.

Helbet paşeroj ya azadî û mafên mirov û miletan e. Dûr an nêzîk emê jî di siya azadî, demokrasî û wekheviyê de bi taybetmendiyên xwe yên netewî şa bibin, wan biparêzin û pêşve bibin. Çunkî roj bi roj girîngî û pûtepêdaneke mezin bi mafên mirov û miletan têt dayîn û ew doza - doza mafên mirov û miletan - ne weke berê di çarçewa yasayên navxweyî û sînorên dewletan de dîl û çemberkirî ye. Vajî wê, ew bûye dozeke navnetewî ye giştî ku bi her mirovekî mijûl e û hemû mirov jî pê mijûl in.
Vêca da ku em Kurd jî rojekê pêşde azadî û serbestiya xwe bi dest xînin, divê em xwe ji wê rojê re bi awayekî amade bikin ku em kari bin sûd û kelkê ji guhartinên navnetewî werbigrin. Ev jî tenê bi vê yekê dibe: Piştî evqas sal be jî em li yekîtiya xwe xwedî der kevin û wê biparêzin; berjewendiyên bilind yên miletê xwe di ser hertiştekî din re bigrin; hergav bi hev re, bi yek dengî, biqîrin: Bijî Kurdayetî berî hertiştekî din. Divê ji bîra me neçe çawa Xaniyê gewre berî bêtirî sêsed sal goti bû: "Ger yekîtî nebe, ne dîn dimîne, ne jî dewlet."

Bi yekîtiyeke wisa helbet emê hem baştir kari bin bi hêz û kesên demokat ên ereb re bidin û bistînin, hem li hember destlata şoven kari bin bi hêz xwe ragirin, hem jî çêtir bi erk û stûbariyên xwe yên netewî beramberî birayên xwe li perçên din ên Kurdistanê rabin.
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]