 |
 |
24.01.2004 - 00:54
Jiyan û biserhata endamên
malbata serokkomarê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û Mîna Qazî (I)
Kakşar Oremar - Elmanya
navdarenkurd@hotmail.com

Pêşewa Qazî Mihemed
|

Dayika Kurd Mîna Qazî (wêne: K. Oremar)
|

Keçên Qazî Mihemed (ji aliyê rastê:
Perwîn, Shyil, Munrîr, Fewziye, Meryem Qazî
bi mamosteyên xwe yên çaxê xwendingehê
li bajarê Mihabad) (wêne: K. Oremar)
|

Ismet Qazî bi dayika xwe Mîna Qazî re
(li aliyê çepê dikene) (wêne: K. Oremar)
|

Munîr Qazî, Kakşar Oremar û Fetah Xan Syfê Qazî (wêne: K. Oremar)
|

Fewziye Qazî (wêne: K. Oremar)
|
Gotûbêj bi Fewziye Qazî re
_ Dema bavê te hat şehîdkirin, tu çend salî bû? Ji wan rojan çi tê bîra te?
Wê demê ez 6 salî bûm. Gelek tişt ji wan rojên xweş û tal têne bîra min. Rûyê bavê min çawa bû, baş tê bîra min. Nemir Sidîq Heyderî dibêje, dema ku Pêşewa Qazî û heyeta Komara Kurdistanê ji bo girêdana peymana yekîtiyê bi desthilatdarên Komara Azerbaycanê re çûbûn bajarê Tewrêzê, bavê min ez (Fewziye) jî bi xwe re biribûm. Baş tê bîra min: Bavê min diaxivî, xelkê Tebrêzê bi dirûşmên mîna "Yaşasin Kurdistan, Yaşasin Qazî Mihemed, Yoldaş Qazî Mihemed yaşasin" ihsas û dilxweşiya xwe ji bo bavê min û hevalên wî nîşan didan. Tenê ev tiştên weha tên bîra min.
_ Piştî şehîdbûna Pêşewayê nemir xuya ye ku we pir nexweşî dîtin.
Nexweştirîn xatîre yan bîranîn a te ya wan salên derbasbûyî çi ye?
Berî ku bavê min bê xeniqandin, meha Xakelêwe (destpêka bûharê) bû. Ez, Ifet û Miryem bi hevre çûbûn dîtina bavê xwe. Miryem pir biçûk bû. Min û Ifetê destên wê girtibûn, nû rabûbû ser piyan; dema dimeşî zû - zû diket û radibû ser piyan. Em çûn ber deriyê padigana (qereqol) Sablaxê, ku li derveyî bajar bû. Yek ji efserên padiganê bi navê Pars Tebar ji dûr ve dît, ku em ji bo dîtina bavê xwe diçin wir (ev dîtina dawiyê bû ku me bi bavê xwe re pêk anî). Wî (Pars Tebar) serbazek hîn kiribû ku nehêle em nêzîkî padiganê herin. Îca hingî destpêka bûharê bû, şiwkên bîhokê ter bûn. Wî serbazê ku Pars Tebar destûr dabûyê ku nehêle em herin dîtina bavê xwe, bi şiwkên bîhokê (şule bê) li ran, dest û pişta xwişka min Miryemê xistin. Qare-qara Miryemê cergê me şewitand. Dema em vegerîn malê, me dît ku cihê şiwkên bîhokê tev reş û şîn bûne. Miryem, ku biçûktirîn endama malbata me bû, çend rojan tim digiriya û nexweş ket.
Belê ev dîtina me ya dawiyê bi bavê me re bû û taltirîn bîranîna jiyana min e, ku qet ji bîra min naçe. Dijmin hertim û li her derê dijmin e, jê re ferq nake ka tu kurdê kû derê yî!
Piştî şehîdkirina bavê min, rojekê çend kes ji istixbarata dewletê hatibûn li mala me bigerin. Dayika min bê hisab nerihet bû. Haya me ji tiştekî nebû, Miryema xwişka min, ku taze rabibû ser piyan, ket nava hewza avê. Dayika min di halê ku berpirsyarên dewletê li nava mala me digeriyan û hertişt tevlihev kiribûn, piştî şehîdbûna bavê min mehebet û heza ji bo biçûktirîn endama mala me Miryemê pir hebû. Miryem, ku zaroka bavê min ya dawiyê bû, ji ber vê zordariya dagirkeran kêm mabû ku di nav avê de bixeniqe û canê wê ji dest biçe. Îca piştî wan hemû bextreşî û şehîdbûna bav, mam û kurê apê bavê min, rûdana van karên weha ne tenê ji bo min, lê herweha ji bo me tevan bîranînên herî tal û xemgîn in.
Şehîd Ifeta xwişka min wê demê 10 salî bû. Min bîranînên xwe nivîsandine, tê de min bi dirêjî behsa Ifetê kiriye. Di paşerojê de, ezê xatîreyên xwe biweşînim. Piştî tevaya van bûyerên tal û bi xem, Şahê Îranê birayê me Kurî Reş - Elî Qazî bi zorê şand Elmanya.
(Li vir Dayika Kurd Mîna Qazî jî amade ye û derbarî vê yekê dixwaze tiştekî bibêje):
Wê roja ku kurê min ji me hat cudakirin û ber bi xerîbiyê şandin, me xweliya hewşê bi serê xwe de kir, şîniyê di nava malbata me de dîsan cihê xwe xweş kir. Gel pir hurmeta me digirtin. Ji bona wê jî rêjîma Şahenşahî gelek ji kurê min ditirsyan. Îca ji bo ku tesîra me di nava gel de kêm bikin, weke dûrxistina kurê min ne tenê ji Kurdistanê belkî ji Îranê jî dûr xistin û bi yekcarî ew heya roja îro ji me dûr ketiye. Ev karê dewleta Îranê ji bo min û me tevan nexweştirîn xatîre bû. Dewlet ditirsya ku kurê min cihê bavê xwe tije bike.
_ Di vê dawiyê de bîranînên Mihemed Qazî hatin weşandin. Hûn derbarî vê pirtûkê çi dibêjin?
Li gorî dîtina min, ew mirovekî bê pênas û milliyet e. Piştî ku bîranînên xwe weşandin, herkesî dît ku derew têde pir in. Bo nimûne, wî di pareke pirtûka xwe de ji zilamekî gundî û nexwende tiştek bihîstiye û vedigere û diweşîne. Bi rastî li gor dîtina pênûsekî xwedî helwest, ev tiştekî pir çewt e. Mihemed Qazî dikarî gelek karên mezin ji kurdan re bike, lê berevajî wê ji bo gelê xwe û bi taybet jî ji bo malbata xwe tiştek nekir.
Derheqa Qazî Eskerî, ku mamê bavê min e, qet bi ûsulî neaxiviye û tev derew nivîsandine. Tiştên ku wî nivîsandine, bi hedekî kirêt in, ku qet naxwazim derbarî wan ji we re tiştekî din bibêjim.
Wî derbarî bavê min, ê ku di dîroka Kurdistanê de û heta di dîroka siyasî ya Îranê de jî cihekî giring û taybetî heye, hinek tiştên pir sade û kêm nivîsandine. Mixabin derheqa birayê min jî dîtina xwe aniye ziman, ku tev ji rastiyê dûr in û derew in. Wî dikarî gelek tiştên baştir binivîse û ew tiştên ku dîtine binivîse, ku mixabin çi ji wan nenivîsandine. Hemû endamên malbata me dan û standin bi wî re birîne, ew boykot kirine.
_ Derbarê şoreşa kurdên bakurê Kurdistanê hûn çi dibêjin?
Em her tiştî di rojname û kovarên Îranê de dibînin. Em pê hisyane ku PKKê bizavek mezin di nava kurdên bakurê Kurdistanê de daye destpêkirin. Hêviya serkevtina wan ji bo Kurdistaneke serbixwe û azad hêvî û hesreta me tevan e.
Bi taybet ez pir keyfxweş im ku jin li bakurê Kurdistanê ev îmkan jê re hatiye pêş (afirandin), ku mil bi milê zilamê kurd li dijî dijiminê faşîstê gelê kurd bixebite, şer bike û guherandinan di civata me de pêk bîne. Ew ji bo serxwebûna Kurdistanê canê xwe fîda dikin. Jinê nîvê civatê pêk aniye. Ger jin di şoreşê de têkoşînê neke, wisa tê hisabê ku nîvê nifusa xelkê Kurdistanê miriye û eviya jî ji bo dagîrkerên welatê me derfetek mezin diafirîne.
Di Yekîtiya Afretanî Kurdistanê de, ji bilî dayika min jina Mistefa Sultanî û çend jinên din jî dixebitîn, ku niha nemane û wefat kirine. Ew tev li dora Komara Kurdistanê mil bi milê zilaman li dijî çewtiyên civatê dixebitîn. Ez bi xwe Margirêt Govergîz û Leyla Qasim jî dinasim.
_ Te Yaşar Xanina hevala Ihsan Nûrî Paşa jî ji nêz ve dîtibû?
Belê, mala Ihsan Nûrî Paşa û Dr. Şîrazî (41) nêzî hev bûn. Ez demekê nexweş bûm û ji bo çareserkirina nexweşiya xwe hatim Tehranê. Em li mala Dr. Şîrazî diman. Li wir min hat û çûya mala Ihsan Nûrî Paşa dikir. Yaşar Xanim miroveke pir zana û têgihiştî bû. Mîna dayikek mezin ji me hez dikir. Ez hemû rojê diçûm cem Yaşar Xanimê û wê ez hînî dirûtina gulan li ser pero (pate-perçe) dikirim. Yanî guldoziyê ez li cem wê hîn dibûm. Niha jî ew hunera ku ez ji wê hîn bûme, li cem min bi yadigar maye. Ez bi başî ji wê hînî vê hunerê bûm û ev yadigara wê xanima mezin û nemir e. Yaşar Xanimê ji dayika min xwest ku min (Fewziyê) bidin wê û ez bibim keça wê, lê dayika min nepejirand. Mixabin Yaşar Xanim û Ihsan Nûrî Paşa bê zarok bûn.
Min bi Yaşar Xanimê re xatîreyên pir xweş hene. Dema ku ez diçûm cem wê, bi hurmetek pir mezin ez dipejirandim. Muhebetek mezin bi min re dikir, ez li jor cihê rûniştina xwe didanam, netîceya karê min heldisengand, xebata min a li ser guldirûtinê dinirxand û kêmasiyên min bi zimanekî dayikane ji min re digotin. Pir kêfxweş dibû dema karê min baş didît. Min ciwan û xweşik şîretên wê bi cih dianîn.
Xweştirîn bîranîna min ew e, ku Yaşar Xanim û Ihsan Nûrî Paşa bi çavê zarokên xwe li me dinerîn. Ihsan Nûrî Paşa ji me re weke bavekî bû, hertim dildariya me dida.
Xatîreyek din a herî xweş û balkêş ev e: Hemû rojê dema ku Ihsan Nûrî Paşa ji derve vedigerî malê, Yaşar Xanimê deftera bîranînên wî dianî û li ser keşafê datanî. Rûyê sêniyê bi rengekî xweşik, bedew û rengên pir bedew ji hêla Yaşar Xanimê ve hatibûn nexşandin. Yaşar Xanimê bi hurmetek bêhisab hemû rojê dema Ihsan Nûrî Paşa ji derve vedigerî, pênûs, deftera nivîsandina bîranînên wî û murekeb didanan ser wê sêniyê û dida destê wî. Ihsan Nûrî Paşa jî piştî ku rûdinişt, hinek vedihesiya, piştre fincanek çayê vedixwar û dest bi nivîsandina xatîreyên xwe yên rojane dikir. Ez bi roj hertim ji demjimêr 10 heya 12ê nîvro li mala wan dimam. Ihsan Nûrî Paşa pir kêm diaxivî, hertim di fikir û xiyalan de bû, di cîhana xwe de winda bûbû.
Bi şiklekî bê sînor ji bavê min hez dikir. Bi çavekî bilind li min dinerî û carinan ji min re digot: "Tu keça Qazî Mihemed î; Qazî Mihemed pêşewayê kurdan e." Di wextê xwe de, bavê min derheqa Ihsan Nûrî Paşa gelek başî û muhebet kiribûn. Yanî Ihsan Nûrî Paşa beriya ku bê Tehranê li Mihabadê li cem bavê min bû û bavê min zemîne jê re amade kir ku biçe Tehranê û mîna penaber bê pejirandin. Mixabin ew bi rengekî ne xweş çû rehmetê, yaî hat kuştin. Tirba wî li goristana Tehranê ye.
_ Wek keça Pêşewa Qazî çi şîreta we ji bo jinên kurd heye?
Divê herkes, çi dike, karê wê çi ye û li kîjan noxteya cîhanê ye ji bo kurd û welatê xwe têbikoşe. Şerefa xwe biparêzin û qet ji bîr nekin ka kurd di çi rewşê de ne. Hurmet û bilindbûna navê me girêdayî xebat û şehîdbûna bavê me ye. Bavê min hertim şoreşgêr bû û ji ber wê jî hat şehîdkirin. Ez hêvîdar im, ku rojekê mizgîniya azadiyê ji min re bînin.
_ Tu dizanî Fewziye xanim, em pir axivîn, lê tu wek keça Daye Xanimê dikarî behsa wê rojê bikî
ku Daye Xanimê qirar da şîna bavê te rake?
Dema ku serokwezîrê Îranê Rezim Ara hat kuştin, ez û xwişkên xwe di xwendingehê de bûn. Em vegerîn malê, dayika min bi rûyekî xweş li me nêrî û got: "Îro ji min re rojek xweş e, çimkî qatilekî bavê we hatiye kuştin." Heya wê demê destmal û kincên reş û şîn di ber me de bûn, me êdî ji wê rojê û pê de kincên reş û şîn ji ber xwe kirin. Şêx Ebdulah Efendiyê nemir jî hat Mihabadê, ew hat mala me û bi dayika min re axivî. Ji me dawa kir ku şîn di nava mala me de bê hildan. Me guhê xwe da wî û bi vî rengî piştî nêzî deh salan teezî di nava mala me de rabû.
Xweştirîn bîranîna min piştî şehîdbûna bavê min kuştina Rezim Ara bûm ku bi destê Xelîl Tehmasibî hat kuştin. Tenê roja ku me çepik lêxistin, ew roj bû.
|
Pêşgotin:
A. Mihabad perstişgeha pîroz a kurdan e
58 sal berî niha, bajarê şêrperwer Mihabad li rojhilatê Kurdistanê
şahidê bûyereke giring bû, ku di rûpelên dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybetî ye.
60 sal berî niha, rewşa cîhanê bi giştî û ya Kurdistanê bi
taybetî gelek paşdemayî bû.
Zanyarî û tecrûbê rastiyek bi daye selmandin: Her neteweyek ku radeya ferheng, çand û zanyariyên wan nisbet bi gelên din kêmtir bûye, hertim ketiye ber renî û aşopa ji navçûn û tunebûnê. An jî bi rêya kedxwariyê di nava neteweyên cûr bi cûr de ketiye ber darê kedxwariyê û feyde jê hatiye standin.
Bajarê ku ez li ser diaxivim, Mihabada 60 sal beriya niha ye, ku dibe bi qasî 15 hezar kes şênî (nifus) rûniştvan têde bûn. Ji vê hejmarê bi qasî 80% gelê tê de di hejarî, nexwîndewarî û bêçandiyê de dijîn. Ji textor, xwedî lîsans û dîplomayê xeber tune bû. Heta kesên ku heya sala sêyemîn a dibistana navîn jî ders xwindibûn, jimara wan bi qasî hejmara tilyên destekî tune bû. Piraniya xelkê ji rewşa cîhanê ya wê rojê bêxeber bûn û kêmtirîn zanyariyên wan tune bûn.
Roja ku rêxistinên hizbî (Hizbî Demokratî Kurdistan - HDK) di Mihabadê de hatin birêxistin, gel bi awayekî ecêb û xerîb lê dinerîn. Heya ku bi derbasbûna çax û belavkirina belavok û propagandeya berpirs û endamên hizbê, hêdî-hêdî gel ji xewa giran û bêxeberiyê şiyar bûn. Kêm an jî zêde bi rêya vê bizava siyasî gel ji xewa bêxeberiyê şiyar bûbû. Êdî gelê kurd bûbû xwediyê rih û canekî nû û ji halê wê hindê ku xwe têkilî kar û barê welatê xwe neke, derketibû. Hestên gelê kurd ên neteweyî jî bilind bûn û ber bi zêdebûnê ve çûn. Bi awayakî ku ji bo peywendiya bi hizbê re eceleyek zêde ji xwe didan xuyakirin. Lê ji ber ku radeya çand û zanyariyê di bajarê Mihabadê de bi zanebûn ji aliyê dewleta navendiya Îranê ve paşde û bêhêz hatibû hiştin, piraniya xelkê herêmê li ser wezîfeyên hizbê yên giran, ku li ser bingeha millî, azadî û rizgariya ji qeyd û benên koledariyê hatibû damezirandin, nenas bûn. Hestên wan li ser wezîfe û teklîfeyên wan ên millî serdest bûn. Evîn û heza ku ji xwe jî didan xuyanîkirin, zêdetir ji rûyê hestên atifî û nêzîkbûna wan a bi hevre bû. Lê dîsan jî pêwîst e bê gotin, ku ev hestên wan ên paqij divê bi awayekî bêsînor bên teqdîrkirin û mirovên ku bi çavê îro li wan dinerin, ji wan gelek jî sipasdar bin. Ev karê wan dihat wateya wê rastiyê, ku ew tev evîndarên azadî û rizgariya ax û hemû gelê Kurdistanê ne. Ji bona wê jî, ev karê wan şayanî sipasbêjiyek taybetî ye. Çimkî gelekî weha bi hebûna moralek weha bihêz ku di kûrahiya canê wan de rehên xwe çandibûn, bi wezîfeyên xwe yên millî jî nasyarî peyda kirin. Bi vî rengî, ew çirayê ku di herêma Mihabadê de li ber vemirînê bû, ji nû ve pêxistin û welatê xwe ronî kirin. Bi awayekî ku heta roja îro jî şewqa wan hestên neteweyî di cîhana îro de jî roj bi roj berfirehtir û ronahîtir dibin.
Vê carê, min tenê xwest ku endamên malbata Pêşewa Qazî Mihemed bêtir bidim nasandin. Endamên ku piştî têkçûna Komara Kurdistan ketin ber zext û zehmetiyên dewleta navendiya Îranê, lê dayika Kurd Mîna Qazî mîna mamosteyeke şîretên Pêşewayê Kurd bi bîra wan anîn û ew bi kurdî mezin kirin. Hemû guneha wan ew bû ku kurd bûn û di xwendingeha Qazî Mihemedê şehîd de hatibûn perwerdekirin.
Di vê nivîsê de, min bi kurtî li ser jiyana Mîna Qazî û her heyşt zarokên wê Ismet, Elî (Kurî Reş), Ifet, Munîr, Fewziye, Sûhêyil, Perwîn û Meryem Qazî bi awayekî kurt hinek zanyariyên giştî pêşkêş kirine.
Dibe ku ji evîndarên dîroka azadîxwaziya Kurdistanê re balkêş be, ku bizanibin piştî şehîdbûna serokkomarê Kurdistanê çi bi ser malbata wan hat. Elbet li ser komara Kurdistan hê jî pêwîstî bi lêkolînên berfireh û akademîk heye.
Axa Mihabadê bi xwîna qaziyan û hezaran şehîdên din ên azadiya Kurdistanê hatiye avdan. Rûdana bûyereke weha giring di sedsala derbasbûyî de bû sedema ku heya roja îro jî Mihabad ji tevaya kurdên cîhanê re bibe perestişgehek pîroz û dîrokî.
Jiyana Mîna Qazî û rola wê di Yekîtî Afretanî (jinên) Kurdistanê de:
Xanima Kurd Mîna Qazî di sala 1908an de li bajarê Mihabadê hatiye dinê. Navê bavê wê Ehmed û navê dayika wê jî Gulendam e. Ew ji malbata (tayifa) Hacî Hesen Xanî (Hacî Beg) ne, ku yek ji malbatên mezin li herêma Mûkiriyan e. Beriya ku Mîna bi Pêşewa Qazî Mihemmed re bizewce, paşnavê wê Iskenderî bûye. Di temenê 19 saliyê de dibe hevala jiyana pêşewa Qazî Mihemmed. Mîna Qazî li ser rewişt û exlaqê pêşewayê şehîd gelek razîbûna xwe dide diyarkirin.
Wek me got, Hizbî Demokratî Kurdistan (KDP) girîngiyek mezin ji bo mafê jinê da diyarkirin. Wek dayika Kurd Mîna Qazî dide xuyakirin, li ser pêşniyara serokkomarê Kurdistanê wê hemû zêr û zîvên xwe pêşkêşî hizbê kirine û dest bi rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistanê kiriye. Yekîtiya Jinên Kurdistanê di 14ê Adara sala 1946an de li bajarê Mihabadê hat avakirin û bi biryara Hizbî Demokratî Kurdistan Mîna Qazî wek berpirsyara giştî ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê hatiye helbijartin. Di sibeha her rojê de, wê û çend jinên din xwe gihandine xwendingehê û bi zimanê kurdî ders xwendine. Ev karê jina serokkomarê Kurdistanê gelek jinên din jî kişandin aliyê xwendingehan û pişt maseyên dersxwendinê. Ew bi vê pêngava xwe ya girîng û dîrokî mîna serkêşekê ji bo gelek kesan bû nimûne.
Di temenê kurt, lê gelek bi nirx yê Komara Kurdistanê de, Yekîtiya Jinên Kurdistanê bi xebatên cur bi cur ketin qada xebatê. Di çaxê deshilatdariya bi xwîn û reş a Riza şahê Pehlewî de, di tevaya Îranê de û bi taybet jî li Kurdistanê jin xwedî tu mafên civakî û siyasî nebûn. Keç bêyî ku mafê qeder û çarenûsa wan li ber çav bê girtin, bi qelen (next) dihatin firotin û ew dişandin mala mêrê ku qet hev û din nedîtibûn. Qedera jiyana keçê di destê bav, bira û xizmên wê de bû û ya jinê jî di destê mêran de bû.
Di Kurdistanê de rewşa jinê hêjî xerabtir bû. Mafê jinên kurd du car hindî mafê jinên din ên Îranê dihat perçiqandin. Nexwendewarî, nezanîn, bextreşî û bi dehan derdên din berçêla jina kurd girtibûn. Keç firotin, zewicandina keçan li ser darê dergûşê, next (qelen) wergirtin, jin bi jin guhaztin, berdana (telaq) jinan bi neheqî û mehirkirina bi darê zorê, mafê nîvpar ji bo qîzan di mîratê ku ji bav û dê ji bo zarokan dima de, kuştina keçên ku bi dilê xwe bi xortekî re xwe didan revandin û hwd. gelek êş û derdên din li ser qeder û jiyana jina kurd hebûn.
Mîna Qazî - wek berpirsyara jinên kurd di civînan de - ji jinan dixwaze ku gîrûgirftên xwe bêtirs bînin ziman û ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan pêşniyarên xwe bînin ziman. Li ser helwesta demokratîk a Komara Kurdistanê, Yekîtiya Jinên Kurdistanê jinên kurd ji zincîr û qeydan xilas kirin û mafê wekheviyê di gel mêrê kurd pêşkêşî wan kirin. Di xebat û karên civakî de, jina kurd bo yekemîn car bi dilgermî beşdarî dikir. Bi beyannameyekê ji her kesî hat xwestin ku next standin, zewicandina bi zordestî, jin bi jin kirin (vegûhestina keçan bi hev û din re) û hemû neheqiyên ku li dijî mafê jinê ne, bên rawestandin. Komara Demokratîk a Kurdistan û di serî de serokkomarê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed piştgiriya xwe ji van daxwazên Yektîya Jinên Kurdistanê dan xuyakirin.
Dayika Kurd Mîna Qazî li ser kar û xebata xwe pir bi dilgermî radiwestiya û di demek kêm de bi gelek jinên ku di Kurdistanê de bi nasandîbûn (navdar), dikeve nava têkiliyan. Bi riya şandina kaxezan di gel Hepsexanî Neqîb (jina birayê Şêx Mehmûdê Berzencî) dikeve dan û standinê û hevaltiya wan heya dawiya jiyana Hepsexanî Neqîb didome. Herweha li ser daxwaza Yekîtî Afretanî Kurdistan Gulîzar Xanima Şikak (keça Cewer Axayê Şikak û biraziya Simkoyê Şikak) dibe mêvana wan. Wek tê zanîn, Gulîzar Xanim keça Ceefer Axayê birayê Simayîl Xanê Şikak e, ku ji sala 1920an heya 1930î ji bo azadiya Kurdistanê bi dewleta Riza şahê Pehlewî re şer kir. Wek Mîna Qazî dide xuyakirin, Gulîzar Xanim jî li ser pêşniyara wê bûbû endama Yekîtiya Jinên Kurdistanê.
Piştî demekê Yekîtî Afretanî Kurdistan zibareyê (cîhad) li dijî nexwendewariyê û hevkariya malbatên feqîr û hejar jî dixîne programa xwe ya rojane.
Di vir de tê xuyakirin, ku ger meydan û derfet ji bo jina kurd hebin, ew jî dikarin di hemû waran de xizmeta civata xwe bikin.
Piştî têkçûna Komara Kurdistanê û bi darvekirina rêberên komarê, dayika kurd Mîna Qazî dîsa jî rêbaza bi şan û şeref a pêşewayê nemir Qazî Mihemmed berneda. Zarokên xwe li ser bîr û baweriyên kurdayetiya paqij mezin kirin. Ji hemûyan bêtir keça wan a mezin Îsmet Qazî baweriyek bihêz bi rêbaza ji bo xelasiya welatê xwe hebû. Ew bi raman, bîr û baweriyên serokkomarê Kurdistanê hatibû perwerdekirin.
Wan zordestî û sitema karbidestên dewleta Îranê nedipejirandin. Piştî şehîdketina birêvebirên Komarê, Îsmetê bi rengekî aktîv di nava rêza xebatkarên Hizbî Demokratî Kurdistan de cih girt û di dawiyê de jî canê xwe li ser riya bi şan û şerefa doza Kurdistanê fîda kir. Sedemên mirina wê rasterast vedigerin ser helwesta wê ya paqij ji bo doza Kurdistanê. Ew keça du mirovên mezin bû û perwerdeya xwe ya welatparêziyê di xwendingeha wan de wergirtibû.
Xanima kurd Mîna Qazî heya dawiya jiyana xwe armanc û helwesta niştimanperweriya xwe qet berneda. Li ser vê, hindê hem di çaxê dewleta pehlewiyan û hem jî di çaxê desthilatdariya dewleta paşveroya islamiya Îran de çend caran hat girtin û zindan kirin. Di girtîgeha dewleta Xumeynî de bi wî temenê xwe yê daketî pir işkence û tehqîr li wê hatin kirin. Hemû guneha Mîna Qazî kurdbûn û helwesta wê ya niştimanperweriyê bû. Di rojên herî dijwar de, Mîna Qazî weke endameke Hizbî Demokratî Kurdistan mala xwe ji şoreşgerên kurd re kir kiyan û starek. Bi vî karê tije tirs, ew bû sebeb ku jiyana bi dehan ji endam û rêgirên rêya pîroz a Pêşewa Qazî Mihemed canê xwe ji mirina bi destên celadên rêjîma Pehlewî rizgar bikin.
Dema dayika kurd Mîna Qazî li ser rewşa gelê kurd diaxivî, tim digot:
"Ji min re soz û peymana yekgirtina kurdan bidin, da ku ez jî ji we re mizgîniya dewleta serbixwe ya Kurdistanê bînim, ji ber ku yekbûn û hevgirtina hêzên siyasî yên Kurdistanê dermanê hemû derdan e. Eger gelê kurd di navbera xwe de yekgirtineke bihêz pêk bîne, çêbûna Kurdistaneke serbixwe karekî hêsan e. Ez bawer im pir dereng nakişîne, ku gelê kurd jî dê di cîhanê de bibe xwediyê pênaseyek neteweyî. Hesreta serokkomarê Kurdistanê pêşewa Qazî Mihemmed jî ev xweziya (arzuya) dîrokî bû..."
Dayika Kurd Mîna Qazî, ya ku di nava gel de bi (Daye Xanim) dihat bangkirin, xanimek bi hurmet bû. Gel pir jê hez dikir. Ew di dîroka hevçerxa Kurdistanê de mêjûnameyek zindî dihat hejmartin. Pir zana û rewşenbîr bû. Haya wê ji cîhanê û rewşa bizavên siyasî yên Kurdistanê hebû.
Dema ew pê hesiya ku li bakurê Kurdistanê di nava refên gerîla de keç û jinên kurd li dijî dewleta tirk şer dikin, pir şa bû û hertim digot: "Niha êdî ez xelasiya gelê kurd nêzîk dibînim, ji ber ku jina kurd jî mîna mêran derketiye serê çiyan, bi siyaset jî xebatê dide meşandin. Xwestek û armanca me ya herî giring di çaxê Komara Kurdistanê de li damezirandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê jî beşdariya jinê di hemû kar û barên civatê de bû."
Piştî şoreşa gelên Îranê û têkçûna desthilatdariya dewleta şahenşahî li Îranê, rojhilatê Kurdistanê jî ket destê kurdan. Daye Xanim dîsan jî dest bi xebata xwe kir. Wê dixwest di derfetên zêrîn de ji bo zarokên xwe karekî bike. Lê ev karê desthlatdariya kurdan li ser Kurdistanê vê carê jî zêde nedomand û di salên 1979, 1980, û 1981ê de piştî şerên giran Kurdistan kete jêr destê desthilatdariya dewleta Komara Islamî. Bi destûra desthilatdarên Komara Islamî bi hezaran kurd hatin kuştin û bi hezaran jî bi darê zorê di girtîgehan de hatin daliqandin.
Dayika Kurd Mîna Qazî jî di sala 1986an de nêzîkî salekê di bin çavdêriya beşê parastina Komara Islamî ya Îranê de hat girtin. Sedemên girtina wê ew bi xwe jî nizane. Ew li derveyî malê bi şêweyekî nihênî ji aliyê beşê parastina Komara Islamî ya Îranê ve hat revandin. Herçend temenê wê zêdetir ji 70 salan bû, lê dîsan jî gelek zordestî û işkenceyên giran li ser laşê wê hatin kirin. Berpirsyarên îdareya îstixbaratan a Iranê eşkere jê re gotibûn: "Eger mêrê te (Qazî Mihemmed) nebûya, me di Îranê de qet problêma (pirsgirêk) kurd û Kurdistanê nedibû."
Piştî wê bûyerê heya demek dirêj, dayika Kurd Mîna Qazî mafê derketina ji Îranê nebû û tim di bin çavdêriya beşê parastina dewleta Îslamî de bû. Çaxê di sala 1988an de keça Mîna Qazî Ifeet li welatê Swêdê bi destê hinek terorîstên dewleta Îranê hat şehîdkirin, dîsan li Îran û Kurdistanê jî mafê serexweşiyê nedan malbata wan û heta ew ji aliyê dewletê ve hatin tehdîd kirin.
Di 17ê reşema sala 1998an de, li bajarê Mihabadê bi dinyayek hesret û kul Mîna Qazî jî gehişt rêza nemiran û bi yek carî xatirê xwe ji gelê kurd xwest.
Di roja wefat û veşartina wê de bi hezaran kes li ser goristanê amade bûn û bi merasîmeke mezin li goristana bajarê Mihabad hat veşartin.
Her çend bi fîzîkî ew niha ne di nava gelê xwe de ye, lê wek helbestvanekî kurd dibêje: "Namirin ewên di dilê gelê xwe de dijîn."
B. Hinek Zanyarî li ser jiyana zarokên Pêşewa Qazî Mihemed û Mîna Qazî
1. Ismet Qazî (1932- 1957 Mihabad):
Derbarî Dr. Şîrazî û Ismet Qazî kek Hesen Qazî ev zanyarî dan min: Ismet Qazî keça mezin a Pêşewa Qazî Mihemed û Mîna Qazî bû. Ew keçek xwende û pir zana bû. Ew di wan çalakiyên ku di dawiya salên 40î û destpêka 50î de li Mihabad û derdora wê di bin navê "Hizbî Demokratî Kurdistan" dest pê kiribûn, beşdar bû.
Dr. Haşimê Şîrazî xelkê Mihabad e û li Tehranê rûdinişt. Birayar wî û Ismet Qazî wa bû ku bi hevre bizewcin, lê di nava xelkê de derbarî Dr. Şîrazî gotina ku "ew bi dewletê ve girêdayî ye" hatibû belavkirin. Vê gotinê bandoreke kûr li ser hest û soza Ismet Qazî danî. Ji ber wê jî bi xwarina tiryakê di sala 1953an de xwe kuşt.
Li ser jiyana Ismet Qazî nivîskarê kurd Osman Ozeyzî pirtûkek biçûk nivîsandiye û şehîd Seyîd Resûl Babe Gewre jî di kurtenivîsekê de, ku li pey xwe hiştiye, behsa çalakbûyina Ismet Qazî di warê siyasî de dike.
Herweha kesayetî û jiyana Dr. Şîrazî jî pêwîstî bi lêkolînek hemû alîve heye. Ew çend sal berî niha bi temenê zêdetir ji 80ê salî li Tehran çû ber dilovaniya Xwedê. Heta Dr. Şîrazî carekê çûbû dîtina birêz Ocalan jî.
Tiştê ku ji min re eşkere ye, ew e ku heya cihê ku ez dizanim Dr. Şîrazî hertim di xizmetkirina ji bo xelkê û derdora xwe kêmxemî nedikir.
Di çaxê ciwaniyê de, ew endamê Komeley Jiyanewey Kurd (K.J) bû. Xosrewê Rozbêh ji têkoşerên sazumana mîlîtariya hizba Todêh, ku di sala 1958an de li Tehranê hat tîrbarankirin, di parêznameya xwe ya dadgehê de weha behsa Dr. Şîrazî dike: "Di sazumana me de textorek mihabadî bi navê Haşim Şîrazî hebû, ku emerîkiyan daxwaza hevkariyê jê kiribûn, heta dirav jî dabûnê. Textor ev bûyer ji rêkxirawa me re gotibû, me jî jê re got bila vî karî bike. Heta ew diravê ku distand nîvê wî dida hizbê û nîvê din jî ji keça xwe re dişand (destgirtiya xwe) ku li Beyrutê ders dixwend. Emrîkiyan heta bêsîm (têlsiz) jî dabûn wî ."
Archi Rozvelt (yê kur) di pirtûka 'The Lust of nuewing', ku di sala 1988an de hatiye belavkirin û du bendên wê li ser Kurdistanê ne, dibêje, dema li sala 1946an xwestiye here Mihabadê, bi nasandin û hevkariya Haşim Şîrazî ev karê han kiriye.
Bi kurtî, ev nivîskar di vê baweriyê de ye, ku Dr. Şîrazî di xizmeta gelê xwe de bûye. Wek tê gotin, Dr. Şîrazî bîranînên xwe nivîsandine û destnivîsa wan niha li Tehranê ye. Ew li bihara 1999an li bajarê Tehranê çû rehmetê.
2. Ifet Qazî:
Ifet di 1936an de li Mihabadê hat dinê. Di 06.09.1990î de, Ifet Qazî li welatê Swêdê bi şêweyekî hovane ji aliyê hinek terorîstan ve hat şehîdkirin. Di kartonekê de, ku danîbûn nava sindoqa postê li ber deriyê mala wan, Ifet Qazî piştî ku karton vekir, ew karton di destên wê de peqiyan û di cih de ew şehîd bû. Ifetê li Tehranê lîsansa hiqûq standibû û ji ciwaniya xwe di wê baweriyê de bû, ku divê kurd bi rêya xwendinê doza xwe pêş ve bêxin. Dema rewşa civakê ya sosyolocî hat guherandin, kurd jî dê bigihên mafê xwe. Çaxê ku Pêşewa Qazî Mihemed li Mihabadê mijûlî karê qezawetê bû, Ifet hertim li kêleka bavê xwe rûdinişt. Ifet keçeke gelek netirs bû. "Dema ku bavê min û mamên min di girtîgehê da bûn, Ifetê hertim xeberên derveyî zindanê ji wan re dibirin. Yanî nûçe û xeberên rojê, ku di rojname û radyoyê de dihatin nivîsandin, dayika min û endamên din ên HDKê dinivîsandin û di nava porê serê Ifetê de (porê wê xelek bû) bi cih dikirin û digihandin destê bavê min. Heta rojekê Serhen Parstebar hinekî pê dihese ku Ifet ji girtiyan re xeberan tîne. Ji bona wê jî diçin li her dera wê digerin, lê tiştekî nabînin. Dema bavê min bi vî karê wan dizane, ji wan diqehire û ji Serhen Parstebar re dibêje: "Hûn şermê nakin, Ifet keç bû an kur."" (Ji hevpeyvîna min bi Elî Qazî re/K.O.)
Di gotûbêja bi Mîna Qazî re wê ji tirsa para parastina Komara Islamî ya Îranê (beşê istixbaratan) nedikarî bi zêdeyî li ser çawaniya şehîdkirina keça xwe Ifet Qazî biaxive. Çimkî wek ku hat gotin, ew li sala 1986an hatibû girtin û di girtîgehê de pir hatibû nerihetkirin. Lê eşkere xuya ye, ku Ifet Qazî jî weke hemû kesayetiyên din ên kurd û faris ji aliyê dewleta Îranê ve hate şehîdkirin. (Dryoş Firoher û xanima wî Perwane Firoher, Dr. Qasimlo, Dr. Sadiq Şerefkendî, Dr. Bextyar û bi hezaran kesên din ji siyasetvan û rewşenbîrên îranî ji wan kesan in, ên ku piştî desthilatdariya Komara Islamî ya Îranê bi şêweyekî terorîstyane ji aliyê terorîstên dewletê ve hatine kuştin.)
3. Munîr Qazî: Di sala 1938an de li bajarê Mihabadê hat dinê. Niha jî li wir dijî.
4. Perwîn Qazî: Di sala 1942an de li Mihabadê hat dinê û di 28.02.99an de li bajarê Tehranê wefat kir.
Berdewam dibe..
|
 |
 |