30.12.2002 - 01.19
HEMREŞ REŞO:
"Bes in zêdegaviyên netewî û xapandina gel bi avakirina Kurdistaneke serbixwe."
Hevpeyvîn: Ibrahîm Ibrahîm - Heleb
Hemreş Reşo di warê wêje û siyasetê de navekî naskirî ye. Ew xwediyê Kovara
"ÇIYA" bû ku di salên şêstî de ji sedsala bîstan li Elmanyayê derdiket.
Ew ta mirina xwe sekretêrê "Partiya Demoqrat a Kurdistan - Bakur" bû. Hemreş Reşo
ji zû de hatibû Elmanyayê.
Vê havînê, Hemreş Reşo hatibû "Çiyayê Kurmênc" ba xezûrên xwe.
Rojnamevan Ibrahîm Ibrahîm hevpeyvîn pê re kir, tê de nerîneke siyasî ya nû diyar dike.*
1. Gelek wate û têgihiştin ji navê "Kurdistan" re hene; nimûneyek jê ew e ku Kurdistan welatek e, miletek e û xakek e. Lê niha piştî pêşketinên teknolocî yên zor mezin û giring ku li gerdûnê çêdibin, û gelek nêrîn, têgihiştin û zaraweyên nû afirandine û bi xwe re anîne û hiştine ku hin alî û dewletên mezin bikevin û sînor ji navbera pir dewletan jî hilên…hwd. Mamoste Hemreş, tu wek berpirsiyarekî û xudanê taqeyên giring di xebata rêzanî de, berê berde, Kurdistan roja hîro çi ye…?
Piştî şoreşa firensî jî gelek têgihiştin û bawerî hatin guhertin. Wê şoreşê dewlet bi navê miletan bi nav kir, piştî ku berê bi navê malbat yan hozan bi nav dibûn, wek impratoriya Osmanî ( Ji malbata Osman) bû dewleta Tirk. Pir dewletên yeknetew hebûn, ên Kurdan jî hebûn, nimûna nêzîktir dewleta Mwhabadê bû. Lê belê li dema îro, ew dewletên yeknetew têkçûn. Dewlet niha hevrês in, pir netew in, Kurdistsn jî wiha bûye. Li ser pirsa te, di baweriya min de, Kurdistan ( dewlet e, otonomî ye, federalî ye, demoqrsî ye, mafê mirov e), ango mafê çarenûsî ye. Bi hebûna van kirdeyan Kurdistan jî heye, û bi vî hawî kurd têgişhîtina îjdil ji Kurdistanê re didin, nemaze di sersiya dewleta gerdûnî de ya ku roja îro tê doz kirin.
Wek nimûne, şerê Firansa û Elemanya sî salî ajot, niha jî sînor di nav wan de nîne. Di baweriya min de gerek Kurd bi wê hêlê de bajon. Rast e dewleteke netewî bi dest me neket, lê dewleteke demoqratîk bi dadmendiyeke civakî û mafê mirovan ku Kurd bikaribin tê de kesayetî û mafên xwe yên netewî bi serbestî bi kar bînin, bese…!! Lê pêkanîna vê yekê demê dixwaze. Ta piraniya miletan baweriyên xwe yên netewî yên teng berdin û ber bi dewleteke gerdûnî ya nû ve biçin, tê de her miletek teybetmendiyên xwe yên netewî (çandeyî , civakî…) biparêz e , paşê û bi demê re ziman dê di nav wan de bibe pirek ji tevlehevî û têkildariyeke şaristanî , ji berdêla pevçûnan ku tê de gelên biçûk û lawaz tune dibin. Gereke kurd vê gavê bi hêz û bi bawerî bavêjin, nemaze em wekî Rojhilatî zû nayên guhertin û gelên ku li me destlatdar in jî ji me ditirsin, nexwe çima em girtine û nahêlin em rizgar bibin û bi hezkirin , biratî û rêzdarî bi hev re bijîn?
2. Kurd dikarin di wê dewleta gerdûnî de xwe biparêzin, nemaze ew di bergeha dewleta netewî re derbas nebûne?
Pir gel hene ku ji ber hin sedeman dewletên xwe yên netewî pêk nanîne, em jî ji wan in . Lê di sersiya dewleta gerdûnî de tekûze emê armancên xwe yên welatînî û netewî pêk bînin. Ji ber ku ew dewlet dê mafên mirovan, demoqrasî û mafên gelan biparêze û dê li dijî têrorê be û bi hevpeyvîna çandeyî ya gelan re be. Ev tişt, bêguman, dê tiştine nû ava bike. Lewre gerek Kurd jî di ser ramanên kevneşop re di warên rêzanî û netewî de gav bikin. Bes in zêdegaviyên netewî û xapandina gel bi avakirina Kurdistaneke serbixwe. Roja îro dewletên ku ji sed salan de damezrîne hewl didin ku ji sînorên xwe yên netewî birevin û ber bi dewleta gerdûnî ve bimeşin. Ha Tirkiye, piştî bi dehan salan ji siyasetên kemalîstê, dixwaze têkeve Yekîtiya Ewropayê de.
3. Bi ya te be, yanê em serê xwe ji dîrokê bikşînin û tenê li pêş xwe binerin…?
Bê guman!!… Bila em bizanibin ku gerdoûntî guhêrkareke aborî ye, berî ku rêzanî be. Ew destpêka pevçûnên neçekdar in ku dê li gerdûnê bibin. Bêguman ew qonax dê guhertinin din jî bi xwe re çêbike. Belkî em Kurd bikaribin sûdê jê werbigrin. Gereke em vê rastiyê baş têbigihên, yan jî emê li li derveyî dem û dîrokê bimînin.
4. Ma tevgera rêzanî ya kurd bi bernameyên xwe yên rêzanî û nasanî dikare gelê kurd bigihîne wa dewleta gerdûnî?
Hesta min tekûz dike ku dewleteke gerdûnê dê çêbibe û pareke Kurdan dê tê de hebe. Ev hesta mina bihêvî ji guhertinên ku li Tirkiyê dibin, hatiye birin. Ji ber ku Tirkiyê kilîta dewleta Rojhilata Navîn a geredûnî ye, ev yek. Didu: ew kilîta çareserkirina doza kurd e. Ji ber ku nakokiya me ya sereke ne bi Ereban re ye, Erebek li dijî Kurdan nîne (ji bilî desthilatan). Tirk Ereban û Kurdan gef dikin, lewre çi pêşdeçûn di siyseta Tirkiyê de çêbibe dê hikariya xwe li ser tevahiya rewşa herêmê bike.
5. Pirsek heye herdem di serê min de ye: çima Kurd ji xelkê re ne û ne ji xwe re ne?
Ez di vê xalê de ne bi te re me. Di sedsalên borî de gelek kişwar û dewletên kurdî damezirîn, lê nemayîna wan ji ber sedemên derve bûn. Cengên di navbera Sefewî û Osmaniyan de li ser xaka Kurdistanê dibûn? Ji ber ku hêza Kurdan jar û lawaz bû, ew neçar dibûn bi hêlekê kevin. Vê yekê dihişt ku ji bilî perçebûna welêt perçebûneke olî jî çêbibe ( Kurdên Şî'î bi Firsan re û ên Sinî bi Tirkan re). Ji bilî ku çîgehê Kurdistanê yê erdnigarî û xêrûbêrên wê yên jêrzemînî bala dewletan dikşand. Ez dixwazim zanişwerekê bêjim, şerên ku li ser xaka Kurdistanê bûne, ji şerên ku li seranserî cîhanê ji 2300 sal û vir de bûne de bêtir in.
Nerindiyeke Kurdan a navxweyî hebû, ziyan digihande wan, ew jî rewşa civakê bû (malîtî, malbatî, gundîtî, hozîtî). Her ku hozek mezin dibû, mîran pêkol dikirin ku wê bi alî xwe xîne û mîritiyên xwe li hember ya din mezin bikin. Wê yekê dihîşt mîrin destan bidin dewleta Osmanî û şerê hev bikin, ev yeka ziyaneke mezin bû ji civaka kurd re.
Dawiya Îlûna 2002an
Têbîn: Ev hevpeyvîn ji rojnameya "NEWROZ" re hatibû amade kirin, lê ta naha belv nebûye. Ji ber giringiya wê me destûr ji "NEWROZ" stend ku ew di Malpera Amûdê de bê weşandin. (Ibrahîm Ibrahîm)
|
|