16.11.2002
Mehrecana Helbesta Kurdî Li Sûriyê
H E L W E S T N A M E
Ji deh salan û vir ve, her sal mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê li dar dikeve.
Ev çalakî, li seranserî herêmên kurdan, dikarîbû di demeke kurt de bibe çalakiya
rewşenbîrî ya herî serekî.
Di temenê xwe yê kurt de, mehrecana helbestê bûbû derfeteke giring û pîroz bo nirxandin
û xelatkirina helbest û helbestvanên kurd ên Rojavayê kurdistanê.
Di dema dawî de dehemîn mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê pêk hat. Lê mixabin ko mizgîniya pêkhatina mehrecanê xwedî temnekî kurt bû, çimkî pêre pêre hate diyar kirin ko du mehrecanên helbestê yek li Efrînê û ya dî jî li Qamişloyê, çêdibin.
Me nûçeya dabeşkirina mehrecana helbestê bi xemgînî wergirt.
Em di wê baweriyê de ne ko ev dabeşkirin binpêkirina mafê helbesta kurdî û mafê Seydayê Cegerxwîn e, çinku di roja koçkirina wî ya dawî de çêdibe. Dabeşkirina mehrecana helbesta kurdî ji hêla kêve hatibe kirin jî, karekî neberpirsyar e û ti qazencê nagihîne. Baweriya me ew e ko rewşenbîr xwedî kesayetiyeke serbixwe û azad e û nabe karê xwe yê ferhengî bi helwesta ti rêxistinên siyasî ve girê bide. Herweha pêwîst e rêxistinên siyasî jî rêz û hurmetê ji vê taybetmendiyê re bigrin.
Ya giring ew e, ko ev gava çewt neyê dubare kirin. Pêwîst e ko ji niha ve, ji bo Yekîtiya yazdemîn mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê bê kar kirin da ko sala bê yek mehrecan û bê dudilî pêk bê.
Di gel silav û rêzên me
- Malpera Amûdê (www.amude.com)
- Malpera Cegerxwîn (www.cegerxwin.com)
- Malpera www.grkund.h1.ru
- Malpera Kurdayetî (www.kurdayeti.net)
- Malpera Qamişlo (www.qamislo.com)
- Navenda PENa kurd
- Kovara Pênûs
- Ehmedê Huseynî (helbestvan / Swêd)
- Nezîr Palo (helbestvan / Elmanya)
- Qado Şêrîn (nivîskar / Holenda)
- Şahînê Bekirê Soreklî (nivîskar / Australya)
- Tariq hemo (nivîskar / Elmanya)
- Ezîz Xemcivîn (helbestvan / Ebu Dabî)
Elmanya, 16.11.2002
|
|