www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela destpêkê

08.01.2003 - 00:25

Çend dîmen ji sala 2002yan!

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com




Nivîskarên Kurd li Qoserê bi gotin û hevokên xwe ve hatin girtin û paşê bi çîrokên 'kart, kurt, kürt' ve hatin berdan. Dû re jî, li gorî orf û adetên Roma Reş hatin surgun kirin! Vêga sondik û hêmayên xwe li bajarên ku lê surgunkirî, mezin dikin. Hate fêm kirin ku xebata kurdî hê jî pêt û agir e...

Bakur û Başûr, dîsa ji meselokên 'Ez delal im! A min rast e!' zerar dît! Yek ji 'awir'ê yekî fêm nekir. Îdeolojiya ku carna ji xwediyê xwe re jî dibe kefen, dîsa pêlî patika sosyolojiyê kir. Herkes li hêviya 'Bakurd'ê ye...

Medya Rênas, Derya Dîrok û Berfîn Hêzil bi bernameyên xwe yên di Medya-TV'yê de, reng û şemal dan mala me! Bi rûkeniya wan ve gelek tişt biriqîn û guherîn jî. Cidîbûn, bi temaşekirina wan ve kirasê xwe guhert. Diya min wan vedixwîne bernameya xwe ya li ser tenûrê...

'Kulîlk', navê kovareke bi kurdî ye, ku meha borî li Amedê derket. Û kovareke fanzîn a ewil e: Yanî çar pênc kurd, bêyî ku çil civînan bikin û xeberê bidin Emîn Çolaşan, rabûne kovarek derxistine! Xwezî em tenê di vê hêlê de 'bihesidiyan', û me li her bajarî 'Kulîlk'ek biçanda...

Arif Zêrevan (www.kerkuk-kurdistan.com), Dilbixwîn Dara (www.avestakurd.net), Husein Muhamed (http://welcome.to/mehname), Samî Tan (www.diclehaber.com) û Sîrwan Hecî Berko (www.amude.com), (nav, li gorî alfabeya pêlava wan hatin nivîsandin:!) di hêla rojnamegeriya kurdî de gavên baş avêtin. www.e-kocer.com, ji wan re 'Pêlavên Kurdî' dişîne û dibêje: Înternet ji weşangeriya kurdî re şans û rêyek mezin e, divê em hê zêdetir bi kar bînin û bitikînin...

Û li ser rojnamegeriyê, Cemîl Oguz pirtûkek derxist: "Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke", dawiya salê ji nav Weşanên Perî derket. Herwiha, Cemîl Oguz vê salê gelek hewldanên 'dil ji min bir' nivîsand û niyet e ku wan jî bike pirtûk. Bi Xwedê ezê vê jî bibêjim: Cemîl, dest bi nivîsandina romaneke 'porno'grafîk jî kiriye...

Gelek kasetên xweş û nexweş derketin! Lê 'Sînanê Kirîv' a Gulistanê, îsal jî şûşeya dilê min şkand. Û çemê Botanê bi masî û qafokên xwe ve, ma li hêviya 'zingezing û xuşexuş'a Ciwan Haco...

Koma Wetan, 2002 caran dîsa hate gohdarî kirin û dîsa hate kifş kirin. Jenerasyona nû gelekî hez ji mûzîka wê ya şîr û şekir û kurdewarî kir. Ev gotina pêşiyan ji bo Koma Wetan bû stranek: "Dil, miqabilî dil e!"

Ehmed Huseynî, "Dîwan"a xwe şand nav şevbêrkên Sêrtê. Dengbêjên me, hez ji 'deng'ê wî kirin û wî danîn ser serê dîwanê...

Herkes behsa zargotina kurdî dike, lê dosyayên heyî jî ji xwe re bav û bapîran digerin. Yên ku ji civakê re proje mroje pêşkêş dikin, çima bi berçavka 'ronesans'ê li van dosyayan nanêrin û mesela ji Adar Jiyan re nabêjin: Merhebaaaaa!

Ozgur Polîtîkayê hêdî hêdî nivîs û nûçeyên bi kurdî jî diweşîne. Tê gotin ku bi van hewldanên kurdî re, aboneyên wê jî roj bi roj, seet bi seet, deqe bi deqe, zêdetir dibin!

Bi xêra Lokman Polat Kurdan Karînê jî nas kir. Karînê, li gelek cih û deverên Kurdan li ser seksolojiyê 'ders' da! Ji bo dersên berfirehtir: Rojnamevan / Lokman Polat / Weşanên Pêrî.

Kovara Pîne, di nav xirecira A.Welat re, serê xwe da hazir û cîdiyan. Pîne ji gelek meseleyên Kurd û Kurdistanî re dê bûbûya modelek baş, lê heta model digere, gelek tiştên din cihê xwe digirin û zeft jî dikin. Bi hêviya ku dîsa derkeve... Aloooo! Dengê min tê we heval!

Kovara Gulistan û Kevan, pênûsa kurdî piçekî din rakirin ser piyan.

Pena Kurd, kete nava çalakî û hewldanan. Zerdeşt Haco çalakiyên vemirî, vejand û hêvî da. Lê ji raya navneteweyî re bû mereq: Gelo çenteyê Mustafa Reşîd di riya civînekê de çimaaaa winda bû û li ba keçikekê hate dîtin???!!!

Siyaseta Bakur, êşa legalîbûnê dikişîne. Belê, HADEP di hilbijartinê de têk çû, lê ti kes behsa kirasguhertina legal-îlegalê nake. Li dinyayê sînor rabûne, lê hê jî di nav nîqaş û nirxandinên me de sînor ranebûne. Herkes qala Ehmed-Mihemed dike, lê ti kes behsa mêjî û siyaseta profesyonel nake.

OHAL rabû, lê AXLODILO-HAL dom dike. Heta ku em saziyên xwe nedin ber 'tav'a Celadet Bedirxan, dê AXLODILO-HAL bidome...

Kurd nekarîn navê zarokê xwe deynin 'Bêrîvan', lê bi çardeh çavan li 'Bêrîvan'ê temaşe kirin. Û di koxikê xwe de li ber 'Asmalî Konak' û 'Zerda' razan...

Medya-TV, nûçeyên navên qedexe, mîlyon caran pêşkêş kir; lê çardeh mîlyon çavên ku 'Bêrîvan'ê temaşe kirin, nedît.(?!) Kurd tiştekî ji xwe fêm nekirin...

Seydayê Tîrêj, Îsa Berwarî, Ayşe Zarakoglu, Hemreş Reşo... û gelek navên delal ji me re gotin 'merheba' û xatir ji me xwestin.

Zimanzan Feqî Huseyîn Sagniç, ev mehek e li nexweşxaneya Bakirkoyê, êşa nexweşiyeke giran dikişîne. (Ha di vir de gotin disekine!) Silavekê xwe ji malbata wî kêm nekin.

Helbet gelek tiştên din jî hene: Ciwanên ku li ser kurdî dixebitin, 'BAV'ên ku li pêşiya ciwanan digirin, saziyên ku ji ciwanan re bûne 'goristan' û silav û kulavên ku li me bûne bela!!! Û filan û bêvannnn... Lê hûn jî dizanin, divê ev 'Çend Dîmen' biqedin; ji ber ku wê niha 'Çend Dîmen Ji Kurdistanê' dest pê bike. Bi Xwedê, qediya çûûûûû....
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]